Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Cemal Bîngol anî ziman ku ji bo Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê yên ku dema dawî şehadeta wan hate eşkerekirin wê eroja Înê li hemû mizgeftan bernameyeke taybet bê lidarxistin.
Bîngol ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku wan pêvajo weke “Hefteya Şehîdan” ragihandin e û wê xutbeyên roja Înê ji Şehîdên Azadiyê û têkoşîna wan re bê veqetandin û piştî nimêja Înê nimêja cenaze ya xiyanî bê kirin.
Serokê Giştî yê CÎK’ê ragihand ku uşehîdên dema dawî navê wan hate eşkerekirin nasname, çand û îradeya jiyana bi rûmet a gel temsîl dikin û got, xwedîderketina li bîranîn û mîrateya şehîdan berpirsyariyeke wijdanî û exlaqî ye.
Bîngol hadîsa “Yên ku di dema parastina can, mal, ol û rûmeta xwe de hate kuştin şehîd e” ya Hz. Mûhammed bi bîr xist û işaret bi pîrozmendiya têkoşîna di oxira rûmet û maf de kir.
‘EM XWEDÎ LI MÎRATEYA ŞEHÎDAN DERKEVIN’
Bîngol diyar kir ku aştiya civakî ya berfireh û uaramî bi xwedîderketina li bîranîna şehîdan û piştgiriya bi malbatên wan dibe û bernameya “Hefteya Şehîdan” bi vî rengî eşkere kir:
“Roja Înê wê li hemû mizgeftên ser bi CÎK’ê ve xutbeya Înê ji Şehîdên Azadiyê û têkoşîna wan re bê veqetandin. Piştî nimêja Înê wê ji bo Şehîdên Azadiyê yên ku dema dawî şehadeta wan hate eşkerekirin nimêja xiyabî bê kirin û dua were kirin.
Di serî de malbatên şehîdan em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku roja Înê berê xwe bidin mizgeftan, tevlî nimêja cenaze ya xiyabî bibin û xwedî li bîranîna şehîdan derkevin.”

