Rêxistina Mafên Mirov a Hanayê, têkildarî zext û zilma rejîma Îranê ya li beramberî jinan raporek weşand.
Li gor raporê, hêzên ser bi dezgeha Îtlaeta Supayê Pasdaran, roja Sêşemê bi şeş wesayîtan derbasî nava gundê Kesnezan yê ser bi bajarê Seqizê bûne. Bi lêdan û bêy fermana dadwer jina bi navê Nahîd Kesnezanî (48) binçavkirin.
Hatiye diyarkirin ku di dema binçavkirina Nahîd Kesnezanî de hêzên rejîmê li nava gund belav bûne, rê nedane kes ji malên xwe derkevin û zextê li malbata Nahîd Kesnezanî kirine da ku kelûpelên wê yên kesî desteser bikin.
Li gor heman raporê, sê xwepêşanderên jin yên bi navên; Terane Rehîmî, Rumîna Rehîmî û Sitayîş Seîdî li Dadgeha Şoreşê ya Esfehanê bi cezayê girtîgehê û darvekirinê hatin cezakirin. Hat gotin her sê jin li Girtîgeha Dewlet Abad ya Esfehanê tên ragirtin.
Hat diyarkirin ku Terane Rehîmî bi cezayê darvekirin û 11 sal cezayê girtîgehê, Rumîna Rehîmî bi cezayê 25 salan û Stayîş Seîdî jî bi cezayê 5 sal girtîgehê hatine cezakirin.

