Li Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Tirbespiyê bi hezaran welatî, xwendekar û mamosteyan bi girseyî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya têkildarî sînordarkirina dersa Kurdî a hefteyê 3 saetan protesto kirin. Li çar navendên navborî daxuyaniyên hevpar hatin dayîn.
GIRKÊ LEGÊ
Meşa ku li Qada Şehîd Xebat dest pê kir li Sûka Navendî veguherî mitîngê. Lovîn Yûsif li ser navê xwendekaran axivî û diyar kirku perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî gerdûnî ye û bang kir ku Kurdî weke zimanê fermî were qebûlkirin û biryara berbehs were sererastkirin.
ÇILAXA Û DÊRIK
Girseyên ku li Xaçerêya El Dele û navenda Dêrokê kom bûn, bi meş û mitîngan nerazîbûnên xwe nîşanî, biryarê dan.
TIRBESPIYÊ
Girse li pêşiya Rêveberiya Dibistanan heya Xaçerêya Azadî meşiya û Ronahî Ebdulezîz li ser navê girseyê teksta daxuyaniyê xwend.
Di daxuyaniya hevpar de hate destnîşankirin ku li Herêma Cizîrê ev 14 sal in perwerde bi zimanê dayîkê tê dayîn, biryar ne qanûnî û zanistî ye. Her wiha bang li hikûmeta demkî hate kirin ku sozên xwe yên têkildarî rêzgirtina mafên gelan bi cih bîne.

