Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat: Ji bo şerkirinê çiqasî cesareta me hebe ji bo aştiyê jî heye. Yanî em ji bo aştiyê cesaret dikin, li vê derê ne. Lê belê bêrûmetiyê qebûl nakin. Bêyî azadiya Rêbertî aştî nabe.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di têkoşîna aştî û civaka demokratîk de işaret bi hêza çand û hunerê kir û bang li gel kir ku bi xurtî beşdarî festîvalên li Ewropayê bibe û hewldanên Rêber Apo û Tevgera Azadiyê xurtir bike.
Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 34’emîn bang kir ku wê sibe li Dortmundê bê lidarxistin.
Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen bal kişand ser astengiyên burokratîk ên li pêşiya peydakirina dermanên penceşêrê û got, “Pêwîste astengiyên li ser dermanan werin rakirin û derman bêpere bigehêjin destê nexweşan.”
Tifaqa Mekkeyê ya di pêvajoya ku krîzên herêmî kûr bûne de, li gel hevparên di qadên hevkariya leşkerî û teknolojiya parastinê de derdikeve pêş. Tirkiye jî hewl dide ku li ser tifaqê bandora xwe ya herêmî û giraniya xwe ya stratejîk zêde bike.

