Jinek bi qasî çiyayan bihêz,
bi qasî avê herikbar,
bi qasî erdê berhemdar
Ew bi qasî axa ku lê ji dayik bûye qedîm bû.
Aliyê wê yê herîê xweşik ew bû ku, di nava tevahî xweşikbûyîn, zor, zehmetiyan de hefizeya wê ya zindî bû. Ew di nava çiyayên asî, bilind, kanî, rûbar û mergên gundê Hîlal de mezin bûbû. Ew ji çiyayan fêr bûbû sebrê. Ji çiyayan fêr bûbû hêza jinûve destpêkirinê.
Ew jinek ku di siya çiyayan de ji dayik bû, dengê avê wek lorîk û bêhna axê jî wek bîranînek dihesiband. Ew weke kanî û rûbarên gundê Hîlal diherikî ber bi paşerojê ve.
Wê temenê xwe bi hunera watedayîna jiyanê re hûnandibû; çimkî wateya jiyanê, di heman demê de wateya hebûna xwe bixwe bû. Lewra wê her kêliya hebûnê bi kûrahî dijiya û dida jiyîn. Li hemberî zerafeta jiyanê û pîroziya hevaltiyê, xwedî hestiyariyeke bêhempa bû. Lê belê ya herî rast ew bû ku Şîlan ketibû pey rastiya jiyanê bi xwe; ji ber vê yekê bê westan digeriya û tîbûna wê ya ji bo fêrbûyînê tu carî ne dişkest.
Xwedî feraset û kûrahiyek mezin a şîrovekirinê bû. Bi meraqeke bêdawî her tim li pey zanîn û jêderên nû yên agahiyê bû. Ji bo têgihiştina jiyanê, hevaltiyê û ji bo ku bibe “xwe”, wê bê navber dixwend; kelecana wê ya ji bo pirtûk û xwandinê agirpezekî bêdawî bû.
*Heval Şîlan dibistan nexwandibû, lê bi hewldaneke pîroz xwandin û nivîsandin bi tena serê xwe fêr bûbû. Bi îradeyeke polayî û bi israriyeke mezin li ber xwe dida da ku her tim pêşengek rast be. Armanca wê ya yekane ew bû ku jiyanê bi hemû rastiya wê fêm bike, da ku karibe wê rastiyê di jiyana xwe de bide jiyîn. Baweriya wê bi vê rêbazê, mîna stûnekî bingehîn a jiyana wê bû.
Heval Şîlan raborî û paşeroj wekî du çemên ku ber bi yek deryayê ve diherikin didît. Di baweriya wê de kûraniyeke wiha hebû: mirovê ku koka xwe di axa dîrokê de nas neke, dişibe pelekê hişk ku li ber ba dikeve. Wê her tim digot; kesê ku nebe xwedî bîra dîrokî û rastiya xwebûna xwe nas neke, nikare pêngavên rast ber bi paşerojê ve baveje û jiyaneke bi wate ava bike. Naskirina dîrokê ji bo wê ne tenê bîranîna boriyê, lê belê ronîkirina riya siberojê bû.
Ev lêgerîna wê ya kûr a ji bo naskirina mirov, bi sînorên ferdî nedixetimî. Di dilê wê de agirekî mezin ji bo tevahiya gerdûnê pêdiket. Wê çawa ku bi hesret û coşeke kûr li naskirina mirov digeriya, bi heman hezkirin û perwerdeyê nêzî xwezayê, stêrkên ezmên û pistepista pelên daran dibû. Ji bo wê her zindiyek, beşek ji vê sirûda pîroz a jiyanê bû.
Taybetmendiya herî berçav a Heval Şîlan, giyana wê yê civakî û hezkirina wê ya jiyana hevpar bû. Mîna ronahiyeke germ derdora xwe diafirand; dilên perçebûyî dianîn cem hev û jiyana kolektîf wek pîroziya herî mezin dipejirand. Di her gav û gotina wê de mîrateya civakbûyînê vedijî û li derdora xwe civateke tijî bawerî û piştevaniyê ava dikir.
Jiyana wê ya nîzamî û birêkûpêk, ne tesadufî lê berhema hişmendiyeke bilind bû. Wê ticarî ji bo xwe kesayetek ji rêzê û jiyaneke asayî qebûl nedikir. Li hember kêmasiyan her tim xwedî helwest bû; lewra di giyanê wê de bawerî û îmaneke gelekî bi hêz ji bo guhertin û veguhertinê hebû. Wê bawer dikir ku mirov bi sekna xwe, bi lêgerîna xwe û bi hezkirina xwe dikare ne tenê xwe, lê tevahiya cîhanê ber bi ronahiyê ve veguherîne.
*Şîlan Goyî (Taybet Bîlen) 8’ê Cotmeha 2021’an şehîd ket

