Hêdî hêdî heyva çardeşevî xatirê xwe ji asîmanên tarî dixwast. Li ser singê asîman bêhna rojê dihat û ronahiya sibehê hêdî hêdî rûyê çiyayan, xemla zozanan û awirên çavên biriqoq dida der.
Bi olan û banginiya bilûra şivanan rê û rêwitiya wan zarokên çavhingivî, porhene û bejnûbal ên bi cilê xakî pêçandî destpê dikir. Lewra ji bo wan jinên têkoşer rawestgeh qet tune bû. Ew her li benda silava rojê û hilma bayê rûmetê bûn. Di her gava wan û kûrahiya dilê wan jinên şoreşger de cîhaneke hestan a pîroz dibû stargeha bîranînên welat û hêviya serketinê.
Her yek ji wan girêdana di navbera ax û azadiyê de, tevahiya şane, hest û hişên xwe kiribûn yek. Ji bo wê jî; pêşî çav û biriyên hev, piştre xemla çiyayên xwe, herî dawî jî hestên ku doza welat dikir yek, di bîra xwe de dineqişandin. Mohra ku ji xwîn û canê xwe afirandibûn, yek bi yek li rûpelên dîroka Kurdistanê dixistin.
Ew dimeşiyan; her ku wan gava xwe li ser axa pîroz digerand, dengê bilûra şivanan li wan geliyan dihat bihîstin. Ahenga wê bilûrê li ber wan çiyayên bilind û serbilind bi bayê sibehê re weke evînekê xwe li rûyê wan dixist. Senfoniya ku di hembêza çiyan de digeriya, navê wê jina ku bûyî şoreşger vedigot: Dîlan Şoreşger.
Belê; dengê wê bilûra şivanan xerîbî, bêrîkirin û nalîna demê dianî ziman. Heya roja me ya îro jî ew nalîn û axîna wan bilûran tên bihîstin. Her ku em şopên lêhengan digerin, newaya efsûnî ya wê senfoniyê dibihîzin. Lewma her ku ew rîtma senfoniyê dihat bihîstin, hîn behtir mirov di bin bandora wê bêhna sirûştî û bîranînên pîroz de dima. Weke yekîne em jî di bin bandora wan vegotinên pîroz de çiya, gelî û newal digeriyan. Her kevir, dar, kanî û xaçirêk dibûn şopên wan kêliyên azad û berxwedana bêhempa.
Bi olana bilûrê re rêwitiya jin a şoreşger Dîlan û hevrêyên wê weke vejîna çandekê, rûmeta dîrokekê û qerîna azadiyê ji nifşên roja îro re dihat vegotin. Ew mîrasê ku wan bi ked, xwîn û canê xwe afirandî ye, dibe hîmê têkoşîna azadî û xwebûnê. Lewma di vegotin û teswîra hemû gerîlayan de me ew şoreşgera ku bi nav û navnîşana xwe mîras ji me re hiştî, hîn behtir nas kir û wateya wê mîrasê hîn behtir hîs kir.
Di me de jî ew meraqa naskirina wê jina ku bi şoreşgertiya xwe banginî dabû, destpê kiribû. Ji bo wê me ew hevrêyên ku weke dîroka zindî hîna jî têkoşîna xwe bê navber didomînin, dipirsî. Me ji wan re digot: “Gelo çima paşnavê wê yê sirûştî ‘Şoreşger’ e?” Bersiva wan gerîlayan hemûyan ev bû: “Ew bi sekin û têkoşîna xwe ew paşnav da xwe.” Bi rastî jî wusa bû. Her ku me guh dida têkoşîn, berxwedan, fedaîbûn û hevretiya gerîla Dîlan, ew rastiya ku dibû teyisîna paşnavê wê me didît.
Yek ji wan gerîlayan ku ev bîranîna hêja û tijî hest ji aliyê hevala Hêvîdar Herekol ve hatiye vegotin, hem aliyê wê yê leşkerî, tund û biryar û hem jî aliyê wê yê hestiyar, nazik û evîndarê sirûştê tîne ziman:
“Hevala Dîlan hevaleke pir xwezayî û rûgeş bû; bejna wê dirêj û fîzîka wê girs û bi heybet bû. Berî ku ez wê nas bikim, min her tim meraq dikir ku çima nasnavê ‘Şoreşger’ dane pêşiya navê wê. Dema min ew nas kir, herêm di nava agirê şerekî pir giran de bû. Gava min ew yekser dît, min ji xwe re got: ‘Gelo ji ber ku pir radîkal û şoreşger e, jê re dibêjin Dîlan Şoreşger?’
Lê belê gava ku min ew ji nêz ve nas kir, min fêm kir ku çima hevalan bi vî navî bang li wê dikirin. Xwedî sekn û rêgezên diyar bû. Heybeteke wê ya wisa hebû ku zîrekî û tîtizî jê dibarî. Hevala Dîlan xwedî sekneke pir asê û serbilind bû; tiştên ji rêzê û li derveyî pîvanan qebûl nedikir. Sekna wê tam sekneke leşkerî û şoreşgerî ya bîrdozî bû. Min hevala Dîlan bi vî rengî nas kir û dît. Hevaltiya wê ya di nava şertên giran ên şer de, têkoşîna wê ya li hemberî zihniyetên paşverû û hewldana wê ya ji bo pêşvebirina jiyanê pir zêde bû. Wê demê her roj pevçûn û şer hebûn, derfetên jiyanê pir kêm bûn, lê hevala Dîlan di nava wan hemû tengasiyan de qet nedigot ‘ay’ û ‘ûf’. Kelecana dilê xwe tu carî winda nekir. Kesayetiya wê bandoreke pir kûr û pîroz li ser min hişt. Evîna wê ya ji bo hevaltiyê û kîn û nefreta wê ya li dijî dagirkeriyê pir mezin bû; her tim digot: ‘Divê li ser vî xakî kurmê dijmin jî nemîne.’ Di armanc û hedefên xwe de wekî egîdekê tevdigeriya.”
Gava ku me guh dida wan vegotinan, bilûra şivanan hê jî geliyan digeriya û dengê wê tevlî hilma sibehê dibû. Meşa wan jinên têkoşer bi pêşengtiya fermandar Dîlan Şoreşger dîmenek mîna tîrêjên rojê şewq daye çiyayan. Bi her bayê ku ji aliyê rojhilat ve dihat, bêhna pîroz a azadiyê bi tîrêjên rojê re digihîşt dilê wan û hêza wan sed qat zêde dikir.
Her ku me guh dida wan vegotinan, rê dirêj dibû pêşberî pirs û navnîşanên me, lê dema ku mirov guh dide dengê wan kesên ku bandora wan kêliyan hîs kiriye, rê ji qada “vegotinê” derdikeve û ji bo me dibe “jiyan û hîskirin”. Ji ber ku me cîhanek, bîranînek û ruhê çiyayekî di dilê xwe de dineqişand. Evîna wê ya ji bo hevaltiyê, kîna wê ya li hemberî dagirkeriyê û nokeran, û ew bîhnfirehiya wê ya bêhempa, bû bîreke ku di hişê me de her tim zindî ma.
Ew bilûra ku bi sibê re deng dida, êdî ne tenê awazek bû; ew dengê rûmeta me, bîranîna Dîlan Şoreşger (Ayşe Engîn) û qêrîna azadiya me bi xwe bû. Çawa ku wan soz dabû axê, soz dabû zarokên siberojê ku heta serketinê wê gav paşve nexin, me jî weke yekîne soza serketina şopên wan û erka hevretiya heta hetayê da.
ÇAVKANÎ: JIN TV – STARÊN AZADIYÊ

