Li bajarên Kurdistanê pirsgirêkên bikaranîna narkotîkê, fûhûş, çete û qumarê mezin dibin ku li dijî ciwanan û jiyana civakî têne kirin. Vê yekê nîqaşên li ser polîtîkayên şerê taybet jinûve xist rojevê. Pisporê Xizmetên Civakî Lokman Amanç mijar ji ANF’ê re nirxand.
‘NABE KU EM WEKE TERCÎHEKE ZAROKAN BIBÎNIN’
Amanç anî ziman ku bikaranîna madeyên narkotîkê û çetebûyîn di nava zarok û ciwanan de zêde bûye û got, “Ev yek weke bûyerên kronîk derdikevin pêşiya me. Di vir de divê mirov bala xwe bidin ser vê yekê: Divê em vê yekê weke tercîheke zarokan nebînin. Lê belê weke kêmasiyeke civakî, weke bicihneanîna hin têgînên civakî yan jî bicihneanîna hin xizmetan bibînin.
Gelek dînamîkên vê hene ku vê zêde dike. Em nikarin tenê bi sedemekê ve girê bidin. Di nava civakê de nêzîkatiyeke welê serwer e ku tê gotin, zarok an jî ciwan çetebûyînê yan jî bikaranîna madeyê hildibêjin. Ev yek tenê weke tercîheke zarokan tê dîtin. Di vir de divê mirov balê bikişînin ser ziman û nêzîkatiya çapemeniyê.
Weşanên bi vî rengî digihêjin zarok û ciwanan. Çetebûyîn û bikaranîna madeyê di stranên rapê de yan jî bikaranîna madeyên narkotîkê ji aliyê navdaran ve li ser çapemeniyê gelekî tê nîşandan û weke bêceza tê ragihandin. Ev yek bandorê li ciwanan û zarokan dike. Divê mirov dînamîkên vê tenê bi sedemekê venebêjin. Yanî ne weke tercîheke zarokan, lê belê weke bandora hin rewşên civakî li ser ciwan û zarokan divê bê dîtin.”
‘NABE KU EM BERPIRSYARIYÊ TENÊ BIXIN STUYÊ MALBATÊ YAN JÎ ZAROK’
Amanç destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de rola malbatê girîng e, lê belê nabe ku berpirsyarî tenê li ser malbatê bê hiştin, feraseta dewleta civakî divê bikeve dewrê û got, “Belê, mirovên navdar bi kar tînin. Lê belê eger mirov bi rengekî bingehîn nêzî meseleyê bibin; nêzîkatiya malbatê ya li ser vê mijarê, nesekinîna malbatê li ser zarokên xwe, her wiha kêmaniya feraseta dewleta civakî xwedî gelekî bandor e.”
Amanç axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Em nikarin bibêjin zarok an jî ciwan çetebûyînê tercîh dikin. Em nikarin bibêjin ku zarok bikaranîna madeyê tercîh dikin. Dema ku mirov bi nêrîna xizmeteke civakî, bi nêrîneke yekpare li mijarê binerin, divê em bala xwe bidin ser wê yekê ku di nava jiyana zarokan de çi kêm hate hiştin ku zarokan berê xwe dan vê yekê, yan jî ciwanan berê xwe dan vê yekê. Li şûna ku berpirsyariyê bixin stuyê zarokan an jî malbatên zarokan, weke civak divê em li vê mijarê binihêrin.”
‘PÊWÎSTÎ BI MEKANÎZMAYÊN PARASTINA ZAROKAN HEYE’
Amanç diayr kir ku qada destpêkê ya civakîbûna zarok malbat e, lê belê bi vê namîne û got, “Zarok destpêkê di nava malbatê de hînî civakîbûnê û Hînbûnê dibe. Dema ku zarok ji nava malbatê derket û daket taxê, eger weke rêveberiyên xwecihî, saziyên cemaweriyê, saziyên civakî yên sivîl an jî mezinên civakê nikaribin taxeke paqij an jî taxek alternatîf pêşkêşî ciwan û zarokan bikin, hingî di vir de divê zarok an jî malbatên wan neyê sûcdarkirin. Dema ku zarok daket taxê, divê mekanîzmayên welê hebin ku zarok biparêz e, yan jî qadên alternatîf ên cuda hebin ku zarok karibin lê dema xwe derbas bike.”
‘DIVÊ QANÊN JIYANÊ YÊN ALTERNATÎF PÊŞKÊŞÎ ZAROKAN BÊ KIRIN’
Ji bo kêmkirina rîskên ku zarok pê re rû bi rû bimînin Lokman Amanç diyar kir ku divê qadên jiyanê yên alternatîf bêne zêdekirin û got, “Pêwîste qadên alternatîf ên welê bêne afirandin ku zarok lê karibin avjeniyê bikin, an jî enerjiya xwe lê biavêjin, zivistanê lê derbas bike; qadên çand û hunerî bêne zêdekirin. Ev dibe santranç be, karên sporê be; karate, basketbol, futbol, avjenî. Kûrsên li ser teknolojiyê jî dikare têrker be. Hebûna qadeke futbolê yan jî basketbolê li nava parkekê dibe ku bibe sedem ku zarok wê derê hilbijêre.”

