În, 4 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Divê astengiyên burokratîk ên li pêşiya peydakirina dermanên penceşêrê bên rakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara girtiyên doza Gulîstan Doku derket 32’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Denîz Yuksel li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetîn Arkaş wê beşdarî kombûna ciwanan a li Kolnê bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê dema qeyûm ji bo 2 mehên din hate dirêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şopdara rastiya jiyanê: Şîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Evîndar Ararat: Bêyî azadiya Rêbertî aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnertiya PYD’ê: Em biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mûstafa Aksoy li Kanîreşê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlayê HPG’ê Çapakçur taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rewşenbîrên naskirî peyamên ji bo Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nîşaneya ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Keziyên bi pelên dara berû hûnandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bernameya çalakiyan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirmanşaneke jineke ciwan ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nûjeniyeke rastîn a dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Amedê şerê taybet nîqaş kirin: ‘Divê aştî civakî bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 23 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bayik: Tevlîbûna bi xurtî ya li festîvalan xurtkirina hewldanên Rêber Apo ye
Kurdistan

Bayik: Tevlîbûna bi xurtî ya li festîvalan xurtkirina hewldanên Rêber Apo ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di têkoşîna aştî û civaka demokratîk de işaret bi hêza çand û hunerê kir û bang li gel kir ku bi xurtî beşdarî festîvalên li Ewropayê bibe û hewldanên Rêber Apo û Tevgera Azadiyê xurtir bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Îlon 2026 Dema xwendinê: 26 dq.
Parvekirin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bersiv da pirsên ANF’ê yên li ser pêvajoyê.

Di serî de Bakurê Kurdistanê li her derê gelê Kurd rojên dawî şehîdan bi bîr tîne. Li gelek bajaran taziye û bîranîn têne lidarxistin. Bi hezaran kes beşdarî van taziyeyan dibin, peyaman didin. Bi vê wesîleyê peyama we ji bo malbatên şehîdan û hemû Kurdistaniyan çi ye?

Bila serê malbatên hevalên şehîd û tevahiya gelê Kurd sax be. Ji bo şehîdên me yên ku di salên dawî de ji ber şerê giran nekarî ji raya giştî re bêne ragihandin bîranîn têne lidarxistin. Pêkhatina bîranîna şehîdan di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de ji bo rêveçûna erênî ya qonaxên ji niha û pê ve yên pêvajoyê pêwîstî bû. Ji ber ku eger pêvajo bi pêş ve biçe wê çûyîna gerîla ya ber bi Tirkiyeyê ve bikeve rojevê. Ji bo nîqaş û spekulasyonên cuda piştre rû nedin ev bîranîn hatin lidarxistin.

Bi deh hezaran mirovên me beşdarî van bîranînan bûn. Van bîranînan bi şênberî nîşan da bê gelê me wate û nirxekî çawa dide şehîdan. Ev yek di heman demê de nîşaneya dilsoziya gelê Kurd a bi wê armancê re ye ku şehîdan di oxira wê de canê xwe feda kirin. Gel baş zane ku bi navê hebûn, azadî û demokrasiyê çi hatibe qezençkirin bi têkoşîna van fedaiyan hatiye qezençkirin. Gerîlayan li ser bingeha dilsoziya bi Rêber Apo re ev têkoşîn meşand û canê xwe feda kir. Lewma di merasîmên bîranînê de posterên Rêber Apo hatin hildan û tim û tim dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ hatin qîrîn. Ev helwest di heman demê de piştgiriyeke xurt a ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk e ku bi înîsiyatîfa Rêber Apo dimeşe. Ji xwe malbatên şehîdan di her axaftinê de destnîşan kirin ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk encama têkoşîna şehîdan e.

Eger îro Rêber Apo ji bo aştî û civaka demokratîk bi dewleta Tirk re diaxive; pirsgirêka Kurd ji sêdarê bir ser maseyê, ya ku ev da kirin têkoşîna şehîdên me ye. Eger fedaîtiya şehîdên me nebûya ev têkoşîna me wê tasfiye bibûya, çi hat serê berxwedanên Kurdan ên beriya niha wê heman tişt bihata serê wê jî. Ji ber vê jî gelekî girîng e ku pêvajoya aştî û û civaka demokratîk weke pêvajoyeke welê bê dîtin ku ji aliyê şehîdan ve hatiye afirandin.

Sekna malbatên şehîdan gelekî bi wate ye. Sekna malbatên şehîdan di sekna gelê Kurd de jî diyarker e. Eger Tevgera Azadiyê ya Kurd ji aliyê civakî û dîrokî ve mohra xwe li jiyana Kurdan xistibe, di vir de para sekna malbatên şehîdan gelekî mezin e. Sekna malbatên şehîdan û tevlîbûna xurt a gelê me li bîranînên şehîdan bû ispata wê yekê ku gelê Kurd wê teqez bigihêje jiyana azad û demokratîk.

Şehîdên me bêguman berpirsyarî da malbatên şehîdan. Ev jî dilsoziya bi armancên şehîdan e ku di oxira wê de canê xwe feda kirin. Eger malbatên şehîdan van nirxan baş temsîl bikin ev nirx wê teqez di jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd de şênber bibe. Gelê Kurd jî eger dilsozê nirxên şehîdan be ku canê xwe di oxira wê de feda kirin, hingî wê paşeroja xwe teqez azad be; ti hêz wê nikaribe vî gelî ji hebûn û jiyana azad û demokratîk bêpar bihêle.

Divê nêzîkatiyeke çawa li mîrateya şehîdan bê nîşandan? Dilsoziya bi bîranîna wan re wê ji niha û pê ve çawa be?

Xwedîderketina li mîrateya şehîdan têkoşîna ji bo nirxên wan e. Hebûna gelê Kurd bi xurtî derketiye holê. Niha jî dem hatiye ku ev hebûn bigihêje jiyana azad û demokratîk. Ji bo vê jî beriya her tiştî divê em têkoşîna aştî û civaka demokratîk bi ser bixînin. Ev jî bi afirandina civaka demokratîk a rêxistinbûyî dibe ku xwe dispêre komînan. Nirxên ku bi têkoşîna şehîdan hatin afirandin tenê bi civaka rêxistinbûyî dikarin bêne parastin û pêşvebirin. Lewma divê bi civaka demokratîk û rêxistinbûyî ya xwe dispêre komînan li ber feraseta çikandinê ya madiyatperest û ezeztiyê ya modernîteya kapîtalîst helwest bê nîşandan. Kapîtalîzm berxwedêriya Kurdan û civaka ku sedema hebûna wê ye ji hev belav dike, lewma dijminê Kurdan e. Ji ber vê jî têkoşîna hebûn û azadiyê ya Kurdan tenê bi civakîparêziyê dikare bi ser bikeve. Ya ku şehîd serketî kir û kir ku bi rengekî fedaî têbikoşin komînalbûyîna wan a di jiyanê de bû. Ev jî ew demokratîk û azadîparêz dikir. Jiyana komînal dilsoziyeke xurt a bi hevrê û civakê re diafirand. Girîng e ku bi têgihiştina hêza ku jiyana civakî ya dîrokî bi gelê Kurd daye qezençkirin têkoşîn bê meşandin. Têkoşîna nerêxistinî têkoşîneke navber bi navber e. Ev têkoşîn serketinê bi xwe re nîne. Têkoşîna rêxistinbûyî jî têkoşîneke bênavber e; rêbaza wê têkoşînê ye ku serketinê bi xwe re tîne.

Dewleta Tirk di çarçoveya pirsgirêka Kurd de yekemcar di dîroka xwe de li Meclîsê qanûnek qebûl kir. Piştî derxistina qanûnê desteyên pêwendîdar jî ava bûn. Lê belê qanûn bi giranî li ser bingeha bêçekbûnê ye. Di qanûnê de gotia Kurd jî derbas nabe. Gelo hûn qanûna derketiye çawa dibînin? Kêmasî, şaşitî û aliyên wê yên herî girîng çi ne?

Rast e, qanûna çarçoveyê qanûneke welê ye ku rê û rêbazên bêçekbûnê datîne holê. Ev qanûn qanûneke ku di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de derketiye. Di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de ne li Îmraliyê, ne li komîsyona meclîsê, ne jî li meclîsa ku qanûn lê hate nirxandin tenê bêçekbûn hate axaftin. Lewma her çend qanûn bêçekbûnê destnîşan dike jî me ev qanûn weke qanûna destpêkê ya pêvajoya aştî û civaka demokratîk dît û nirxand. Me weke nîşaneya îradeya pêşvebirina vê pêvajoyê nirxand. Me ev qanûn red nekir, lê belê kêm û kurt dît. Lê nêzîkatiya me ji bo pratîkbûna vê qanûnê bû. Ji ber ku ev qanûn ne qanûneke welê ye ku bi yekalî bikeve meriyetê. Qanûneke ku bi nîqaş û muzakereyên navbera dewletê û Îmrali û Tevgera me bikeve pratîkê. Naxwe rewşeke welê nîne ku bê gotin, çekê dîne û bê. Bêguman me jî bêçekbûn û tevlîbûna li jiyana siyasî demokratîk qebûl kiriye. Îradeya me ya li ser vê mijarê zelal e, lê belê şêweyê pêkhatina wê jî gelekî girîng e.

Me di her firsendê de anîn ziman; ev pêvajo ne tenê pêvajoya bêçekbûnê ye. Avêtina gavên demokratîk girîng e ku vê bêçekbûnê pêk bîne. Ji ber ku ji bo tevlîbûna li qada siyasî demokratîk wê çek bê danîn. Lewma me weke kêmasiyekê dît ku di qanûnê de nehate gotin; bi bêçekbûnê re wê gavên demokratîkbûnê bêne avêtin. Ji ber vê jî baş nayê fêhmkirin bê bêçekbûn wê ji ber çi be. Qanûnek dema tê derxistin, hinceta wê bi eşkere û şênberî tê danîn. Lewma gotina, tenê wê terorê bi dawî bike, qanûn bêhêz kiriye. Eger sedema çekdanînê bi avêtina gavên demokratîk ve bihata girêdan, hingî armanc û meqseda qanûnê wê baştir bihata fêhmkirin. Ji xwe zimanê ku hatiye bikaranîn jî gelekî şaş e. Zimanê qanûneke ji bo aştî û çareseriya pirsgirêkan diviyabû ne bi vî rengî bûya.

Ya ku em girîng dibînin ev e. Bi vê qanûnê re desthilatdarî kete bin soz û peymana çareseriya pirsgirêkekê ku zêdeyî 50 sal in dewam dike. Ev jî demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd e. Di nîqaşên li meclîsê de yên li ser qanûnê hate kirin, bi giranî hate destnîşankirin ku ji bo ev qanûn bi wate bibe divê demokratîkbûn pêk were. Bi eşkere hate gotin ku pirsgirêk pirsgirêka Kurd e.

Desthilatdarî tim û tim dibêje ku wê vê pêvajoyê bibe heta dawî, xwişk û biratiyê, eniya navxweyî xurt bike. Bi vê qanûnê re gotina ’em ê vê pêvajoyê bi ser bixînin’ hîn bêhtir tê bilêvkirin. Ev jî tenê bi demokratîkbûnê dibe. Demokratîkbûkn dikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Bi vê qanûnê re desthilatdariyê ev yek bi rengekî neyekser qebûl kiriye. Eger ev pêvajo bi gavên demokratîk neyê pêşvebirin wê bixitime, yê ji vê berpirsyar jî wê desthilatdarî be. Lewma em girîng dibînin ku bi vê qanûnê re her kesên aliyê pêvajoyê ketine binê barê vê sozê. Ji ber vê jî me qanûn weke destpêkekê dît û nirxand.

Em dibînin ku statuya Rêber Apo di qanûnê de nehatiye pênasekirin. Israr û daxwaza we weke tevger û ya gelê Kurd a di vê mijarê de tê zanîn. Di Kongreya 12’emîn a PKK’ê de we biryar dan ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin. Di gelek daxuyaniyên xwe de jî we diyar kirin ku bêyî azadiya Rêber Apo pêvajo nikare bimeşe. Di mijara azadiya fîzîkî û statuya Rêber Apo de hûn rewşa heyî çawa dinirxînin?

Statu û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo me gelekî girîng e. Ji ber ku nêzîkatiya li rêberê gelekî nêzîkatiya li wî gelî ye. Yên ku vê fêhm nakin an jî naxwazin fêhm bikin vê daxwazê weke xwesta kesekî dibînin. Eger nêzîkatiyeke erênî ji rêberê gelekî û nûnerên wan ên siyasî re neyê nîşandan, ji wî gelî re jî nayê nîşandan. Rastiyên dîrokî û civakî hemûyan ev yek nîşan dane.

Berpirsyariya destpêkirina vê pêvajoyê ya Rêber Apo ye. Yê ku ev pêvajo da destpêkirin Rêber Apo ye û heta ku nikaribe bi azad û serbest bixebite, piştre jî ji aliyê fîzîkî ve azad nebe, mirov nikare qala pêşketin û serketina vê pêvajoyê bikin. Ji xwe di Kongreya 12’emîn de gava ku me PKK fesix kir û biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkikyeyê wergirt, me biryar dan ku ev pêvajo divê ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin. Heta ku ev pêk neyê, ji aliyê pêşvebirina pêvajoyê ve ne tevgera me ya azadiyê ne jî gelê me dikare bêne îqnakirin. Ji ber ku Rêber Apo di nava pêvajoyê de pêvajo niha gihîştiye vê astê. Heta niha Rêber Apo di nava vê pêvajoyê de cih girt. Niha ji qonaxa nîqaşê derbasî qonaxa pratîkbûnê bû. Di vê pêvajoyê de divê Rêber Apo bi rengekî çalak rolê bigire ser xwe. Ji xwe Devlet Bahçelî got, divê bibe Koordînatorê Aştî û Siyasîbûnê. Ev ne tenê nêrîna Devlet Bahçelî ye. Nêrîna desthilatdariyê jî bû. Naxwe Devlet Bahçelî daxuyaniyeke welê nedida. Eger Rêber Apo û tevgera me qanûna çarçoveyê red nekiribe, ev yek ji ber wê ye ku hate qebûlkirin ku Rêber Apo wê xwedî roleke bi vî rengî be.

Niha ew deste ava bû ku Rêber Apo wê bi rola esasî lê rabe. Mijarên; bêçekbûn wê çawa bibe, ji kengî heta kengî û di kîjan qonaxan de wê derbas bibe û pêk bê, vegera li Tirkiyeyê wê çawa bê birêxistinkirin û tevlîbûna li nava jiyana siyasî wê di bin kontrola vê desteyê de bikeve pratîkê. Pirsgirêkeke cidî ye ku kadroyên rêveber û gelek kadroyên di nava gelek karan de li derveyî qanûna çarçoveyê hate hiştin. Ji bo çûyîna Tirkiyeyê divê ev mijar jî bê çareserkirin. Eger tê xwestin ku pirsgirêk bê çareserkirin wê demê divê rewşa Rêber Apo û kadroyên rêveber jî zelal bibe. Heta ku pirsgirêka kadroyên rêveber neyê çareserkirin, gelo pirsgirêka navbera Tevgera Azadiyê ya Kurd û dewletê de wê çawa çareser bibe? Lewma cihê pirsan e ku rewşa rêveberan û gelek kadroyên girîng li derveyî vê qanûnê hatiye hiştin. Li aliyê din, çûyîna Tirkiyeyê wê ji bo têkoşîna siyasî li nava rewş û atmosfereke azad a li Tirkiyeyê çêbibe. Çûyîna cihekî ku rewşeke têkoşîna siyasî demokratîk lê nîne, wê bibe weke qanûna vegerê ya beriya niha ku ti qîmeta xwe nîne. Tê zanîn ku ev jî ji berê ve tê redkirin. Bi kurtasî ji bo serketina pêvajoyê girîng e gavên demokratîkbûnê bêne avêtin.

Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyeke mayinde ji bilî meclîsê gelî çi wezîfe dikeve ser milê siyasetê û qada hiqûqê? Ji bo temamkirina vê qanûnê divê gavên çawa yên siyasî û hiqûqî bêne avêtin?

Di çareseriya pirsgirêka Kurd de saziya diyarker bêguman wê meclîs be. Ji ber ku ev sazî wê qanûnên ku çareseriya pirsgirêkê mayinde bike derxîne. Bêguman a ku vê saziyê bide xebitandin û bike ku bi rola xwe rabe saziya siyasetê ye. Mebesta me ji saziya siyasetê partiyek nîne. Ji ber ku ev pirsgirêk bi desthilatdarî û muxalefeta xwe temamiya gel û siyaseta Tirkiyeyê eleqedar dike. Siyaseta ku xwe ji mijarên siyasî yên têkildarî pirsgirêka Kurd vegire, ji rastiya siyasî ya Tirkiyeyê dûr dikeve. Nêzîkatiyeke bi vî rengî li şûna mijûlbûna bi pirsgirêkên sereke re, tê wateya mijûliya bi pirsgirêkên di asta duyemîn e. Ji xwe heta niha hate xwestin ku siyaset xwe ji pirsgirêka Kurd vegire, jê dûr bikeve. Ev qad li siyasetê hate girtin û ji siyasetê hate xwestin ku bi mijarên li derveyî vê ve mijûl bibe. Pirsgirêka Kurd jî tenê weke pirsgirêka ewlekariyê û pirsgirêka eciqandina daxwaz û têkoşîna gelê Kurd hate nirxandin. Lê belê hate fêhmkirin ku ev polîtîka encamê bi xwe re nîne. Beriya niha qada siyasî hewl dabe dest biavêje vê mijarê jî destûr jê re nehate dayin. Tê zanîn bê çi hat serê Tûrgût Ozal. Necmettîn Erbakan jî xwest dest biavêje vê mijarê. Lê belê hevsengiyên siyasî derfet neda ku ji bilî hewldaneke sînodar tiştekî bike. Desthilatdariya AKP’ê ya beriya 2015’an xwestibe bi Tevgera Azadiyê û qada siyasî demokratîk a Kurd re têkiliyê dîne jî ji ber ku xwedî feraseteke çareseriyê nebû, eciqandina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd a bi şerekî giran xist rojevê. Lê belê piştî ku ev êrişên di sala 2015’an de destpê kirin bi ser neketin, bi banga Devlet Bahçelî serdemeke nû destpê kir ku siyaset kete dewrê.

Di vê demê de ku em weke pêvajoya aştî û civaka demokratîk pênase dikin, gelo siyaset wê bi rola xwe rabe? Siyaset wê dest biavêje pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê? Tê zanîn ku beriya niha dest li wan siyasetmedaran hate werdan ku berê xwe dabûn vê mijarê. Lewma ji bo demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd divê siyaset bi desthilatdarî û muxalefeta xwe bikeve dewrê. Naxwe hêzên siyasî yên li Tirkiyeyê weke sed sal e wê mîna wan saziyên siyasetê bimînin ku nikarin dest biavêjin pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê.

Ketina dewrê ya siyasetê bi tevlîkirina Kurdan a li nava qanûn û hiqûqê dibe. Kurd sed sal in li derveyî hiqûq û qanûnê maye. Gotina, li Tirkiyeyê her kes welatiyên wekhev e, xwedî mafên wekhev e demagojiyek ji bo nixumandina rastiyê ye. Yan jî gotineke şerê taybet e ku li dijî Kurdan tê meşandin. Pirsgirêka Kurd dema ku bi rêya qanûnê bikeve nava sîstema hiqûqê wê hingî çareser bibe. Ev yek wê bi kîjan rê û rêbazê, bi kîjan formulê pêk were; bêguman karê qadên siyasî û hiqûqî ye.

Li Tirkiyeyê destûra bingehîn û qanûn Kurdan qebûl nake. Di heman demê de qanûna ceza, qanûna têkoşîna li dijî terorê li ser bingeha înkarkirina Kurdan li gorî tepisandina daxwaza azadiyê ya gelê Kurd hatine amadekirin. Her wiha li gel nenaskirina îradeya siyasî ya Kurdan, rêvebirina rêveberiyên xwecihî yên li gorî qanûnên Tirkiyeyê jî nayê qebûlkirin. Ji bo Kurd nebin xwedî îradeya xwecihî şerh danî ser şertê xweseriya xwecihî ya Ewropayê. Ev rastî hemû ferz dike ku qedexeyên hatin diyarkirin ên li Tirkiyeyê bêne rakirin û hebûna Kurdan bi qanûnan di nava sîstema hiqûqê de bê bicihkirin. Bi salan e tê nîqaşkirin bê ev çi ye, lewma ji aliyê siyasetmedar û raya giştî ya demokratîk ve baş tê zanîn.

Di nava rejîmekê de ku ziman û çanda Kurd lê ne azad e, Kurd li nava qanûn û hiqûqê nehatiye bicihkirin gelo aştî pêkan e?

Me diyar kir ku divê Kurd di nava hiqûq û qanûnê de bê bicihkirin. Ev nebe pirsgirêka Kurd çareser nabe û aştiyeke rasteqîn jî pêk nayê. Çareseriyeke rasteqîn û aştî nebe wê pirsgirêk jî rageşî jî şer jî dewam bikin. Dîroka sed salî ev rastî gelek caran ispat kiriye Ji xwe ji ber vê yekê niha nîqaş û lêgerîna çareseriyê ya bi rêyên siyasî dewam dike. Biryara me di vê çarçoveyê de ye, li gorî xwezaya pêvajoyê divê dewlet jî xwedî biryardariyeke bi vî rengî be. Bêguman pêvajoyeke ji 2 salan heye; bi qanûna çarçoveyê re derbasî qonaxeke girîng bû. Ev qonax wê çawa bikeve pratîkê û gavên bi çi rengî yên demokratîkbûnê bêne avêtin; bi demê re ev ê bê dîtin.

Lê belê ev yek zelal e; heta ku hebûna gelê Kurd neyê naskirin û ziman û çanda Kurd azad nebe, heta ku îradeya siyasî ya gelê Kurd û demokrasiya xwecihî neyê naskirin, em ê nikaribin aştiyeke mayinde û çareseriyê pêk bînin. Hebûna Kurdan, lewma ziman û çanda wan nedihate naskirin. Bi asîmîlasyon û qirkirina çandî re dihate xwestin ku Kurd bibin Tirk. Aştiya bi Kurdan re beriya her tiştî bi terikandina polîtîkayên bi vî rengî dibe. Di pratîkê de hebûna gelê Kurd hate qebûlkirin, lê divê mafên wan jî bêne qebûlkirin. Komeleya Mafên Mirovan dibêje; mirov bi mafên xwe mirov e. Gelek jî bi mafên xwe gel e. Ji ber vê yekê divê astengiyên li pêşiya çand û zimanê Kurd bêne rakirin. Naskirina hebûna Kurdan tenê bi vî rengî dibe.

Di serî de Elmanya li gelek welatên Ewropayê festîvalên Kurdan têne lidarxistin. Ji bo van festîvalên ku ji aliyê çanda Kurd ve girîng e, gelo girîngiya tevlîbûna gelê Kurd çi ye?

Rastiya gelekî heye ku bi asîmîlasyon û qirkirina çandî hate xwestin ku hebûna wê ji holê bê rakirin. 100 sal in em bûn muxatabê polîtîkayên bi vî rengî. Lewma rakirina çanda Kurd a li ser piyan girîng bû. Yek ji encamên herî mezin ên tevgera me ya azadiyê pêkanîna şoreşa çand û hunerê bû. Piştî salên 1990’î di serî de muzîka Kurd di çandad Kurd de pêngavek pêk hat. Muzîka Kurd ku di zindîmayina hebûna Kurdan de xwedî rol e, di salên 1990’î de li her derê geş bû. Komên muzîkê derketin holê. Di heman demê de komên muzîkê yên herêmî zindî bûn. Li dijî asîmîlasyon û qirkirinê çavkaniya herî bingehîn a berxwedanê huner e ku ruhê civakê û pîvanên wê yên ecibandinê diafirîne. Ji bo gelê kurd jî muzîk bi esasî bi vê rolê rabû.

Ya ku di çand û hunera Kurd de pêngav da destpêkirin jî serhildanên gel bû ku li her devera Kurdistanê pêk hat. Temam nebû be jî bi van serhildanan re şoreşa demokratîk hate kirin. Ji siyasetê heta bi qada hunerê di hest û fikrê Kurdan de guhertineke mezin çêbû. Çand û huner ji xwe bi esasî dengê guherînên li nava civakê ye. Çand û hunerê ev guherîna li Kurdistanê li nava muzîkê, helbestê, şano, wêje û sînemayê raxist pêş çavan.

Ev guherîna li nava civaka Kurd bi festîvalên li Ewropayê re şênber bû. Li Tirkiye û Kurdistanê dem bi dem konser û festîval hatin lidarxistin. Festîvala Çanda Kurd a li Ewropayê ji sala 1992’an û vir ve weke kevneşopiyekê dewam dike. Tenê carekê ji ber qedexeya Elmanyayê pêk nehat. Ev festîvala çanda Kurd cara 34’an tê lidarxistin. Piştî festîvala giştî li Swîsre, Fransa, Swêd û Îngilistanê jî festîvalên çandê hatin lidarxistin. Her wiha festîvalên xweser ên jinên Kurd jî hene. Pîrozkirina festîvala çanda Kurd ji bo cara 34’an di heman demê de nîşaneya dewamiya têkoşîna hebûna gelê Kurd a bênavber e. Festîvalên çandê yên li Ewropayê ew festîval in ku pêşî li bênasnamebûn û helandina li nava modernîteya kapîtalîst digire. Ev festîval di heman demê de tê wateya parastina hebûna civak û gelê Kurd li Ewropayê. Hebûn jî rêxistinbûnê ferz dike. Lewma festîval xizmetê ji rêxistinbûna gelê Kurd re dike.

Di vê pêvajoyê de tevlîbûna xurt a li festîvalên li Ewropayê tê wateya xurtkirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve tê meşandin. Pêvajoya aştî û civaka demokratîk tenê bi hewldanên siyasî bi ser nakeve. Çand û huner jî di geşkirina hesta civakê de ji vî alî ve bi roleke girîng radibe. Têkoşîneke azadî û demokrasiyê eger bi karên çand û hunerê xwedî nebe nikare bi ser bikeve. Ji ber vê jî tevlîbûna bi xurtî ya li festîvalên çandê tê wateya xurtkirina hewldanên Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê. Di xwedîderketina civakê ya li pêvajoya aştî û civaka demokratîk de çand û huner xwedî rol e. Lewma divê gelê me yê li Ewropayê tevlî festîvalan bibe û piştgiriyê bide vê pêvajoyê.

Ev festîval diyarî şehîdan hatiye kirin. Yên ku ev pêvajo afirandine şehîdên me ne. Şehîdên me bi pêşengiya Rêber Apo bûn fedaî. Bi baweriyeke mezin a ji Rêber Apo têkoşiyan. Ji ber vê jî ji bo dilsoziya bi şehîdan re, ji bo piştgiriya bi têkoşîna Rêber Apo divê qada festîvalê bê dagirtin. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di bîranînên şehîdan de helwesta malbatên şehîdan û gelê me gelekî girîng e. Piştgiriyeke tam didin pêvajoya aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo. Gelê me yê li Ewropayê jî bi xwedîdderketina li van şehîdan piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi eşkere nîşan ddide. Gelê me yê li Ewropayê ji bo serketina hesreta şehîdên me divê bi rola xwe rabe.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şopdara rastiya jiyanê: Şîlan
Nûçeya Pişt re Ji Qesra Spî lîstika ku jiyana mirovan tine dihesibîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şandeya Şengalê serdana koçberên Şehba û Efrînê kir

Şandeya Şengalê ku ji Rêveberiya xweser û TAJÊ pêk tên, ku ev du roj in…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo Mehdî Zana merasîm: ‘Em ê xwedî li têkoşîna wî derbikevin’

Ji bo Şaredarê berê yê Amedê û siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana li ber Şaredariya Bajarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

Şehîdê YRK'ê Rêbaz Sine di salvegera şehadeta xwe de ji aliyê Dayikên Şehîdan û Dayikên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Ji Qesra Spî lîstika ku jiyana mirovan tine dihesibîne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şopdara rastiya jiyanê: Şîlan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Evîndar Ararat: Bêyî azadiya Rêbertî aştî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nûnertiya PYD’ê: Em biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?