Naverokeke nû li kampanya ragihandinê ya rêveberiya Serokê DYE’yê Donald Trump a li ser polîtîkayên koçberiyê zêde bû. Qesra Spî lîstikeke kompûterê ya li ser dersînorkirina koçberan weşand ku tê de lîstikvan kesên di ser Rio Grande re derbasî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dibin “kom dikin” û dersînor dikin.
Di lîstikê de ku bi rêbaza “Snake” ya lîstika klasîk a arcade hatiye amadekirin, lîstikvan karakterekî bi rê ve dibe ku şêwirmendê sereke yê Trump ê ji polîtîkayên koçê berpirsyar Tom Homan temsîl dike. Ji lîstikvan tê xwestin ku heta jê bê gelek karakterên ji Çemê Rio Ggrande yê Meksîkayê derbasî DYE’yê dibin kom bike û dersînor bike.
Qesra Spî heman rojê lîstikeke duyemîn a li ser lêkirina dîwar li ser sînorê Meksîkayê weşand. Di lîstikê de ya bi rêbaza “Tetrîsê” hatiye amadekirin, lîstikvan hewl dide ku dîwarê sînor lê bike ku Trump demeke dirêj e vê yekê dixwaze.
‘JI BÎR KIRINE KU MIROVBÛN TÊ ÇI WATEYÊ’
Parêzvanên mafên koçberan nerazîbûneke tund nîşanî lîstikê dan. Hevdîrektora saziya sivîl a bi navê Trontera Federation a li Teksasê Amérika García Grewal ji AFP’ê re axivî û got, “Ev yek min nexweş dixîne. Bi salan bi jiyana mirovan lîstin, niha jî tişta kirine veguherandine lîstikeke kompûterê.”
Amérika García Grewal ji bo yên lîstik amade kirine got, “Nedîtine bê wateya mirovbûnê çiye, xemxuriya ji bo mirovên din çi ye.”

