Derheqê komedyen Denîz Goktaş de îdîaname hate amadekirin ku Denîz Goktaş ji ber gotinên xwe yên di bernameya xwe ya bi navê ‘’Denîzê Mirî’’ de hatibû binçavkirin û girtin.
Di îdîanameyê de sûcdariyên weke ‘’heqaret li Serokkomar kiriye’’, ‘’bi rêya çapemeniyê berê gel daye kîn û dijminahiyê’’ û ‘’pesnê sûc û sûcdaran daye’’ cih girtin. Ji ber van sûcdariyan ji Denîz Goktaş re 11 sal û 2 meh cezayê hepsê hate xwestin.
Îdîaname ji 14’emîn Dadgeha Cezayê ya Esliye ya Stenbolê re hate şandin.

