Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê enternasyonalîst Lorcan Sharonat (Zinar Koçer) dema erka xwe ya şoreşgerî bi cih dianî, di 18‘ê Sibata 2020‘an de şehîd bûye.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Bi xemgînî û mezin, em şehadeta hevrêyê xwe yê enternasyonalîst Zinar Koçer (Lorcan Sharonat) radigihînin. Hevrê me Zinar Koçer 18‘ê Sibata 2020‘an piştî ku jiyana xwe, zanîn û pisporiya xwe dikir beşek ji têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadî, rûmet û jiyana hevbeş, di dema pêkanîna erkê xwe yê şoreşgerî de şehîd bû.
Şehîd Zinar Koçer sala 1994‘an li Fransayê ji dayik bû û di malbateke demokratîk de mezin bû ku baweriya xwe bi nirxên azadî, edalet û wekheviyê dianî. Ew ciwanekî xwende bû û di beşa ragihandinê de bawernameya zanîngehê bi dest xistibû. Zanîn û jêhatîbûna xwe xist xizmeta armancên ku baweriya xwe pê dianî.
Berxwedana gelên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî rêxistina DAIŞ û hêzên tarî, her wiha cenga parastina jiyana gelan û nirxên mirovî û jiyana hevbeş bandor li şehîd Zinar Koçer kiribû.
Ji baweriya ku têkoşîna li hembetrî terorê û parastina nirxên mirovî sînorên erdîngarî derbas dike, di sala 2019‘an de biryara derketina ji Fransayê û hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijart. Tev li refên hêzên me bû û di heman salê de beşdarî dewreyeke perwerdeyê bû. Bi vê yekê derbasî qonaxeke nû ya jiyanê bû ku zanîn, pispor û karîna xwe xist xizmeta şoreşa mirovahiyê.
Tevlêbûna wî ne helwestek hemen ji rêzê bû, lê belê îfadeya baweriya kûr a bi nirxên şoreşê, îradeya sekina bi gelên herêmê ya li hemberî hêzên tarî û terorê bû.
Di 18‘ê Sibata 2020‘an de hevrê Zinar Koçer dema erka xwe ya şoreşgerî pêk dianî, jiyana xwe fedaî nirxên ku jê bawer dikir, kir û navî wî bû beşek ji hafîzeya heval û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Bila serê malbata şehîd Zinar û hevrêyên wî sax be. Em teqez dikin ku wê keda wî neyê jibîrkirin. Bedelên ku wî ji bo azadî û mirovahiyê daye wê di wijdanê me de zindî bimînin û bîranînên wî dê di dilê gelê Rojava û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nemir bimîne.”

