Şêniyên bajarê Hesekê bi meşekê biryara Wezareta Perwerdeyê ya ku zimanê Kurdî bibe zimanê bijarte û hefteyê 3 saet ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî destnîşan kiriye şermezar kir.
Şêniyên bi vekirina pankartan û berzkirina dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” û “Ziman hebûna me ye” ji çerxerêya Sînalko heya çerxerêya Kevokê meşiyan.
Meş li çerxerêya Kevokê veguherî mîtîngê û deqeyeke rêz hat girtin. Piştre mamoste Mihemed Haco daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku biryara Wezareta Perwerdehiyê ya hikumeta veguhêz di aliyê zanistanî, civakî û demokratîk de ne guncaw e, di aliyê hiqûqî de jî li dijî mafê gelan e, her wiha di aliyê civakî de jî dê pirsgirêkan derbixe.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 14 sal e li herêma Cizîrê xwendekar ji refa 1‘emîn heya zanîngehê bi zimanên kurdî, erebî, suryanî û ermenî dixwînin û her kes bi zimanê dayikê xwe perwerde dike.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Mafê perwerdê bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî ye. Di belgeyên Neteweyên Yekbûyê de ew maf ji bo hemû gelan hatiye pejirandin. Bi biryara Wezareta Perwedeyê, ew maf ji destê gelê Kurd were derxistin, nayê qebûlkirin. Tu hêz, dewlet an jî saziyek nikare mafên gelan ji holê rake.”
Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku divê di demek nêzîk de ew biryar were sererastkirin û bi awayekî meqûl çareseriyek were dayîn. Her wiha hate bibîrxistin ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi dehên caran ragihand ku dê mafên gelan biparêze û rêzê li hember hemû pêkhateyan bigire û wiha hat domandin ” Em dixwazin rêveberiya hikûmetê li ser soza xwe bisekine û ew bê edaletiya çêbûyî sererast bike.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Ziman hebûna gelan e, ziman nebe hebûna gelan dikeve xetereyê. Mijara ziman ji bo me mijara hebûn û nebûnê ye. Em dixwazin hikûmeta demkî û Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyeyê bi hesasiyet û edaletê nêzîkê vê mijarê bibe û mafê me yê xwendina bi zimanê kurdî nas bike.”

