Li Amûdê malbatên xwendekaran û rûsipiyên bajêr derketin xwepêşandanê. Xwepêşandan li pêşiya navenda perwerdeyê pêk anîn. Di xwepêşandanê de daxwaz kirin ku zarokên bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin û Wezareta Perwerdeyê biryara xwe sererast bike.
Di berdewamiya xwepêşandanê de mamosteyê zimanê kurdî Arşek Parvî axivî û got: “Li Amûdê şênî û malbatên xwendekaran li hemberî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta veguhêz derketin xwepêşandanê, ew qebûlnakin ku zimanê kurdî tenê 3`ê saet bin.”
Rêveberiya navenda perwerdeyê Henai Feysel Xalid got ew bi rêz nêzî daxwazên şênî û malbatên xwendekaran dibin û mafê wan heye ku daxwaz bikin bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin.
Henai anî ziman ku ew ê daxwazên xwepêşandêran bighînin aliyên têkildar.
Serokê Kongreya Islama Demokratîk ê bajarê Amûdê Şêx Emar El Qadirî jî got wan daxwazên şêniyan nivîsandine û pêşkêşî navenda perwerdeyê ya bajarê Amûdê kirine.
Xwepêşandan bi berzkirina dirûşma `Bê ziman jiyan nabe` bi dawî bû.
Di roja yekem a dibistanê de li gelek bajarên parêzgeha Hesekê xwendekar û malbatên xwe derketin xwepêşandanê û daxwaz kirin ku Wezareta Perwerdeyê biryara xwe sererast bike û mafên wan heye ku bi zimanê kurdî bixwîn in.

