Daxuyanî ji aliyê Cigira Hevseroka Meclisa Gel Besê Evesta ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“1’ê îlonê ku li her derê cîhanê weke roja aştiyê tê pîrozkirin, lê li Bexdayê bi fermana Serokwezîrê Iraqê Birêz Elî Zeydî ve, bê ku nûnerên Êzidiyan di derbarê civaka Êzîdî de bikarin nêrîn û biryar bigirin, civînek lidar xistin û hinek biryar girtin. Beşdarvanên civînê bi temamî ji aliyê leşkerî û ewelehî ve pêk hatiye. Lewma di vê civînê de çarenûsa hatiye peyda kirin jî leşkerî û ewlehî bûye.
Pirsgirêkên Şengalê bi rêbazên leşkerî û ewlehî nayên çareserkirin. Çareserî naskirin û temsilkirina îradeya civaka Êzidî û Şengalê ye. Rêbazê ku wê çareseriyê ava bike jî bi nûnerên civaka Êzidiyan re danûstandin pêkanîn û bi rêya mûzakereyan derbas dibe.
‘Bê parastina civaka Êzîdî jî rê li ber fermanên nû vedike’
Di civîna Bexdayê de li gel ne naskirina îradeya siyasî ya civaka Êzidî belavkirina hêzên parastinê ya civaka Êzidî jî bûye rojev. Ev nêzîkatî civaka Êzidî bê parastin hiştine. Bê parastina civaka Êzidî jî rê li ber fermanên nû vedike.
Em wek civaka Êzidî û Meclîsa Gel ya Şengalê bang dikin kû hêzên parastina civaka Êzidî bi awayek fermî werin naskirin û îradeya siyasî ya civaka Êzidî were qebûl kirin.
Bi van mûnasebetan em bang li civaka Êzidî û dostên civaka xwe dikin ku tevlî meşa me bibin.
Meşa 08’ê Îlona 2026’an wê saet 16:00 de li Sinûnê pêk bê.”

