Hate ragihandin ku lêpirsîn bi daxuyaniya Ozgur Çelîk a piştî hilbijartina Cîgirê Şaredarê Uskudarê kiriye ve girêdayî ye.
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriyê Çelîk îdia kiriye ku kesê bi navê Ayhan Aydin telefonî wî kiriye û gef li wî xwariye ku ji hêla dozger ve were girtin û gotiye ku hevjîna wî û kurê wî astengdar in û ji ber ku kes tineye li wan binêre di bin zextê de maye.
Serdozgeriyê destnîşan kir ku li ser îdiayên di îfadeyên Çelîk de lêpirsîn hatiye destpêkirin û ji bo Ayhan Aydin îfade bide talîmat daye ku wî bînin dozgeriyê.

