Antrenora fitnessê û pêşxistina bedenê Nêrgiz Heyderî ya ji bajarê Îzehê yê girêdayî eyaleta Huzîstanê ya Îranê ye, di dema xwepêşandanên meha Çileyê yên li seranserî Îranî de hatibû girtin. Dadgehê 5 sal cezayê girtîgehê û salek cezayê ‘fermana qemçiyê’ da Nêrgiz. Ev ceza, ji ber çalakiyên wê yên werzîşî û lixwenekirina hîcaba bi zorê ku azadiya kes sînordar dike, hat dayîn.
Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, cezayê 5 sal ê girtîgehê ji aliyê şaxek Dadgeha Şoreşê ya Ahvazê ve ji ber sûcê ‘çalakiyên li dijî ewlehiya neteweyî’ hatiye dayîn. Çavkaniyên ku bi mijarê re eleqedar in, diyar kirin ku cezayê zêde yê ‘fermana qamçiyê’, ji ber beşdarbûna Nêrgiz Heyderî ya li çalakiyên werzîşê ya bêyî hîcaba bi zorê, hatiye dayîn.
Nêrgiz Heyderî di 19’ê Çileya 2026’an de piştî ku karê xwe li herêma di navbera Heyva Sor û Musaleyê (cihê nimêjê) li Îzeyê temam kir, ji aliyê hêzên Îstîxbaratê ya Pasdarên Şoreşê (IRGC) ve hate girtin. Piştre ew sewqî Girtîgeha Sepidar a li Ehwazê hate kirin û hê jî li wir tê ragirtin.
Birayê wê Nemat Heyderî jî berê, di Çileya 2026’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin.

