Li Bendergeha Qingdao ya li rojhilatê Çînê, agir bi keştiyeke bar ket ku ji bo karên kontrol û lênihêrînê li tersxaneyê bû. Ji ber şewatê herî kêm 20 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Bi dema herêmî saet di 11:15’an de li yek ji tersxaneyên Beihai Shipbuilding Co. ji ber sedemeke nediyar agir bi keştiyekê ket. Li gorî agahiyên destpêkê yên ku ajansa nûçeyan a dewletê ya Çînê ragihand, keştî ji bo karê kontrol û lênihêrînê li tersxaneyê bû.
Rayedaran diyar kirin ku bi giştî 42 kes di keştiyê de bûn. Hate ragihandin ku 12 ji wan bi rengekî ewle hatin rizgarkirin, 5 birîndar rakirin nexweşxaneyê, lê cenazeyên 20 kesî dîtin. Hate ragihandin ku 5 kes jî hîn winda ne.
Li ser sedema rûdana şewatê daxuyanî nehate dayin û têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.

