Li Stenbolê bi pêşengtiya jinan, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, karker û ciwanan deklarasyona “1001 Îmze ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê” hate amadekirin. Deklarasyon li Navenda Çand û Hunerê Eyûb Sultanê ji raya giştî re hate eşkerekirin. Rojnameger Nezahat Dogan pêşkeşiya bernameyê kir.
Îmzakarên deklarasyonê bi peyama “Dema çîrokên rastîn dest pê dikin civak dev ji xeyalkirina paşeroja xwe bernadin” dest bi kampanyaya xwe kirin. Îmzakarên Deklerasyonê diyar kir ku “1001” di çîrokên Rojhilat û Rojavayê de wekî sembola hêviya bêdawî û bi sebrê ronîbûna tariyê ye. Îmzekaran bang li civakê kir ku li dijî zemîna pevçûn û dabeşbûnê aştiya civakî biparêzin. Rojnamevan Nezahat Dogan metna deklarasyonê xwend.
BALDARBÛNA DEMA NÛ YA AVAKIRINÊ
Di metna deklarasyonê de bi gotina “Çîrok ne ji bo veşartina rastiyê, lê ji bo êşandina rastiyê û ji nû ve avakirina wê tên gotin” hate destnîşankirin ku ew ji bo guhertina herikîna çîroka civakî li hev civiyane. Di deklarasyonê de hate gotin ku li dijî tariya pevçûn, dabeşbûn û bêdengiyê helwesteke zelal ji bo aştiyê hatiye girtin.
SERNAVÊN DEKLERASYONÊ
* Di çarçoveya pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê dewam dike de, em di gavên yekem de piştgirî didin çekberdanê û ji rojeva welat bi temamî derxistina her cure tundiyê.
* Bi hişmendiya ku çavkaniya sereke ya pirsgirêkê, înkarkirina hebûna Kurdan e, em piştgirî didin ku daxwaza hemwelatiya wekhev were parastin; bi garantiya destûrî, mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî were nasîn û bi vî awayî hewildanên ji bo rakirina neheqiyên dîrokî bên piştgirîkirin.
* Em piştgirî didin hewildanên ku Komara Tirkiyeyê li ser bingeha dewleta azad, demokratîk û hukûqê were avakirin. Herwiha em piştgirî didin daxwaza bicihanîna bêkêmasî ya biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).
* Em piştgirî didin ku aktorên ku di çareseriya vê pirsgirêka pevçûnî de ku bi dîroka Komara Tirkiyeyê re heman temenî ye rol digirin, derfetên muzakerekirina azad û di şertên wekhev de bidin wan. Em herwiha piştgirî didin ku li gorî biryarên DMME û daxwazên Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê, prensîba sûdwergirtina ji mafê hêviyê were pêkanîn.”
Piştî xwendina metna hevpar Ahmet Turk axivî. Ahmet Turk bertek nîşanî polîtîkayên mijûlkirinê yên dewlet û qadên burokrasiyê da û wiha got: “Pêvajoyên aştîyê divê bi gavên şênber werin pêşxistin. Heke em nexwazin êşên hatine kişandin dubare bibin divê em hûmû berpirsyariya mezin û dîrokî ya ketiye li ser me pêk bînin û berpirsyarî bigirin.
Rojnameger û siyasetmedar Çîlem Kuçukkeleş derbarê xebata 1001 Îmzeyên Aştiyê vegot. Çîlem Kuçukkeleş destnîşan kir ku xebata wan ji bo 12ê Îlonê bersiveke û got: “Bi zanebûn me vê dîrokê hilbijart. Vê dîrokê êşên giran hatin jiyîn. Heke me karibiya di 93yan de, di 2013-15an de pêk bianiya niha em li ciheke din bûn. Wê demê me bi hev re nîqaş dikir û diaxivîn. Lê belê divê tiştên em diaxivin tenê li mala me, li kolana me nemîne.”
‘DIVÊ FÊMKIRIN, DIYALOG Û PEYMAN ÇÊBE’
Dîroknas û Nivîskar Alî Bulaç bal kişand ser çîrokê 1001 şevan û wiha got: “Niha jî siyaseta me jî dişibe vê rewşê. Di nav gelek koman de pevçûnên giran hene. 2 sal pêvajoyek heye û ji bo çareseriyan hêja ye. Divê çareserî ji desthilat û siyasetmedaran re neyê hiştin. Divê ewil nexşerêyek hebe. Abdullah Ocalan jî qala Peymana Medîneyê kir. Divê em hev fêm bikin. Ya duyem muzakere ye. Divê daxwaz bên axaftin. Ya sêyem jî peyman e, ew ne Destûra Bingehîn e ku dewlet û rayedar bikin. Civak vê yekê dike. Mîna Peymana Medîneyê.”
“NE 1001, DIVÊ EM BIBIN MILYONAN KES”
Endama Konseya Rêveger ya TÎHVê Şebnem Korur Fîncanci destnîşan kir ku ew ji ber polîtîkayên netewe dewletan neçar mane ku 1001 îmzeyan kom bikin da ku ciwanên me nemirin û got: “Ev lomên desthilatan e ne yê me. 36 hezar mirovên me ne aliyên şer bûn lê ji ber şerê didome jiyana xwe ji dest dan. Ev 2 sal in tu kes namire, ev yek gelek girîng. Divê her kes bigihije mafê xwe. Ne 1001 divê em bibin milyonan kes.”
Dayika Aştiyê Bedîa Gokyuz li ser polîtîkayên cihêkarî û nêzîkatiya li cenazeyan sekinî û got: Zarokên me nedixwestin pênûsê bigirin lê ji ber pênûs têrî nekir û neçar ma çekan girt. Divê gotin û peyamên dayikan bên guhdarkirin û tu kes neyê kuştin. Tevî ku berdelên giran hene lê dîsa jî em alîgiriya aştiyê dikin.
Serokê Komeleyên Elewiyan a Tirkiyeyê Zeynel Abîdîn Koç diyar kir ku ew 3 rûpel nivîs ji bo axaftina xwe amade kiriye û got: “Piştî axaftina Dayika Aştiyê gotinê nabînim ku bêjim. Me heya niha çi berdêl dabin bi heman biryardariyê em ê çi ji destê me were bikin.”
Huquqnas û nivîskar Gokhan Çakir bal kişand ser keda Serokê MHPî Devlet Bahçelî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Heya mafê hêviyê pêk neyê pêvajo pêş nakeve. Çawa ku Tirkiye destê xwe yê alikariyê da Tirkên li Qibrisê divê heman awayî bide Kurdên li Kobanê jî. Kurd û Tirk nikarîn bi awayekê şînên xwe jî bijîn. A asayî ew ku rayedar, walî, midûrên emniyetê jî serdana şînan (Bîranînên Şehîdên Tevgera Azadiyê) bikin. Divê mîna zarokên Tirk, Fars, Ereb zarokên Kurdan jî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Nexwe ev pirsgirêk çareser nabe.
Neviyê Şêx Seîd Kasım Firat di peyama şandiye de li ser şer û peyamên destpêka avakirina komarê de sekinî û got: Di Lozanê de mafê Kurdan hatin redkirin. Em zilma heyî qebûl nakin. Em dixwazin bi mafên xwe bijîn.
Nacî Sonmez da zanîn ku li cihê ku çek di dewrê de ne demokrasî pêş nakeve. Têkiliyên exlaqî, civakî, mirovî zirarê dibînin. Karê zehmet ew ku di pêvajoyên aştiyê de van texrîbatan dermankirin e. Ji bo çareseriyan divê hev fêmkirin û hevgirtin hebe.”
Nivîskar û lîstikvan Kerem Firtina bi dîmenekê peyam şand û wiha got: “Divê li şûna polîtîkayên şe tevgerên aştiyane werin pêşxistin. Divê bi awayeke mirovî, rûmetî, kêfxweşî û aramî jiyan were domandin.”
Parlamenterê HDPê yê Stenbolê yê berê Musa Pîroglû destnîşan kir ku şer herî zêde li ser civakê bandorên giran ava dike û got: “Yên ji şer sax dimînin astengdar dibin û heya dawîya xwe wisa dimînin.
Nûnerê Elewiyan Patrak Estukyan bi çîroka Şivan û Dikandar bal kişand ser şerê ji ber sedemên biçûk dest pê kirine û got: “Heya em sedemên şer nepirsin em ê nikarin xwe bigihînin çareseriyan.”
Dîroknas Mehmet Bayrak li ser peyamên ji bo çarseriya pirsgirêka Kurd ji reyedayên dewletê re şandiye parve kir û got: “Di dema xwe de di sala 1933yan de Celadet Bedirxan bi munasebeta 10emîn salvegera avakirina Komarê ji Mustafa Kemal re name şand û wiha got, ‘Gelê Kurd û Tirk bi demên dirêj hevkariyeke dîrokî raber kirine. Derveyî naskirina mafên her du aliyan tu rêbaz agirê li Kurdistanê mezin bûye venamirîne.’ Helbestvan Nazim Hikmet jî di sala 1962yan de salek beriya mirina xwe nameyek ji rayedaran re şandiye û wiha gotiye: “Serdestên avakirina komarê de cih girtine mafê Kurdan înkar kirin. Her du gel jî azadiyê, mafên xwe dixwazin. Nivîskarê Yaşar Kemal jî di sala 1992yan wiha gotiye: “Ne pêkan e 15 milyon Kurd dest ji mafên xwe berdin. Tu hêz nikarin bi kuştinan van mirovan ji mafên wan dûr bixin. Ma em ne xwişk birayên 1000 salî ne. Em bi dijminatiyê nekevin sedsala 2yemîn a komarê.
Nivîskar Mehmet Gurses da zanîn ku ew bi tevlibûna vê kampanyayê kêfxweş e û wiha got: “Bêyî ji bîr kirina bûyerên berê divê jiyana nû were avakirin.
Dayika Aştiyê li ser polîtîkayên cihêkarî û nêzîkatiya li cenazeyan sekinî û got: Zarokên me nedixwestin pênûsê bigirin lê ji ber pênûs têrî nekir û neçar ma çekan girt. Divê gotin û peyamên dayikan bên guhdarkirin û tu kes neyê kuştin. Tevî ku berdelên giran hene lê dîsa jî em alîgiriya aştiyê dikin.
Hevşaredarê Amedê yê li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin Selçuk Mizrakli bi vîdeoyê tev li civînê bû û anî ziman ku divê dengê saziyên sivîl tev li pêvajoyê bibin û bi çalak rol bigirin.
Hiqûqnas û Nivîskar Levent Göker bi peyama şandiye civînê bal kişand ser sepanên derveyî demokratîk û wiha got: “Komar 100 salên derbasbûyî de bi awayeke demokratîk nehat birêvebirin û îro jî ya diteyise ji ber vê bandorê ye. Polîtîkayên înkarê û yekparêziyê aloziyên heyî kûr kirine. Îro berdana çekan derfet dide ku komara demokratîk were avakirin.”
Xebat bi banga piştgiriya aştiyê bi dawî bû.

