Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Zubeyîr Aydar anî ziman ku temsîliyeta Kurdan a li Neteweyên Yekbûyî mafek e û got, “Vî mafê desteserkirî dixwaze li wan bê vegerandin.”
Parlamenterê LFI Arnaud Saint-Martin rastgiriya tund weke dewamiya nijadperest û otorîter a neolîberalîzmê pênase kir û piştgirî da banga enternasyonalîzmê ya Rêber Apo. Arnaud Saint-Martin got, “Ev yek di heman demê de ew nêzîkatî ye ku em jî wê diparêzin.”
Ji beşdarên Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê Meral Çîçek got, divê lêkolîn veguherin polîtîkayên pratîkî û bi rêxistinên jinan re karekî hevpar bê meşandin.
Ji beşdarên Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê Bermal Çem anî ziman ku jinên ji çandên cuda di lêgerîna azadiyê ya hevpar de gihîştin hev. Çem got, “Jineolojiyê weke sîwanekî her kes hembêz kir.”
Rêveberê MEBYA-DER’ê Nûrî Salgucak anî ziman ku goristanên gerîla yên li Şirnexê bi salan qedexe bûn hatine xerakirin û xwest, ji nû ve bêne avakirin û destûr ji serdana malbatan re bê dayin.
Hevserokê Şaxê Amedê ya SES’ê Mehmet Nûrî Ûlûs bal kişand ser pirsgirêkên têkildarî mercên fîzîkî, personel û randevûyê yên li nexweşxaneyan û got, divê xizmetên tenduristiyê bê pere, bi kalîte û welê bin ku her kes karibe xwe bigihînê.

