Hunermend Bermal Çem ku ji qada çand û hunerê beşdarî Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê bû, nîqaşên li konferansê, karên atolyeyê û bandora kombûna jinên ji gelên cuda ji ANF’ê re nirxand.
Bermal Çem diyar kir ku sê rojan di nîqaşan de gelek pirsgirêk û rêyên çareseriyê hate nirxandin. Bermal Çem destnîşan kir ku peyama Rêber Apo ya ji bo konferansê hem moraleke mezin da jinên Kurd hem jî jinên enternasyonalîst.
‘LÊGERÎNA AZADIYÊ YA JINAN HEVPAR E’
Bermal Çem anî ziman ku di konferansê de hatiye nîqaşkirin ku Jineolojî çawa dikare bersivê bide pirsgirêkên jinên Kurd û jinên ji gelên cuda û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Pirsgirêkên jinan, lêgerînên azadiyê yên jinan di radeyekê de hevpar e. Di jiyana kar de jî di nava malbatê de jî zextên li jinan tê kirin hevpar e. Çi li Rojhilat çi jî li Ewropayê.
Jineolojî van jinan digihîne hev. Bi nêrînên cuda û çandên cuda, di çarçoveya azadiya jinê de bi nêrîna jinê û felsefeya jinê nîqaş hatin meşandin.”
Hunermend Bermal Çem destnîşan kir ku divê Jineolojî hîn bêhtir bigihêje qada civakî, ji dayikan heta bi akademîsyenan pirsgirêkên jinan bê nirxandin û li gorî mercên civakî rêyên çareseriyê bêne afirandin.
Bermal Çem got, “Di konferansê de dayikên me jî hebûn, jinên perwerdebûyî jî hebûn. Jinên ji qadên dîplomasî û burokasiyê, jinên hunermend hebûn. Beşên cuda yên jinan tevlî bûn. Jineolojiyê weke sîwanekî her kes hembêz kir. Ez gelekî girîng dibînin ku dengê hemû jinan di vê konferansê de bû yek û her kes bi heman hestê hembêz kir.”
‘YA GIRÎNG EW E KU BIRYAR DERBASÎ PRATÎKÊ BIBIN’
Bermal Çem ragihand ku konferansê ji aliyê hest û fikrî ve jin gihand hev û destnîşan kir ku wezîfeya bingehîn a ji niha û pê ve bicihanîna biryaran e.
Bi dewamî anî ziman ku yek ji karên atolyeyê yên di bin heft sernavan hate meşandin çand û huner bû û got, di vê atolyeyê de hate ragihandin ku divê çanda devkî û dîroka gelan bi rengekî rast bê nivîsandin.
Bermal Çem axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:
“Ya girîng çi ye? Pratîka vê ye. Ji ber ku gelek biryar hatin dayin, karên atolyeyê hate meşandin. Di vî karî de bi heft servanan nîqaş ahte meşandin ku tevahiya civak hembêz dikir. Yek ji van jî çand û huner bû.
Di atolyeya çand û hunerê de gelek mijarên weke çanda devkî hate nirxandin. Ne tenê civaka Kurd gelek gel bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ne. Divê dîroka gelan rast bê nivîsandin. Bi taybetî gelên bê dewlet hîn bêhtir bi vê rastiyê re rû bi rû ne.
Biryarên di atolyeyan de hate wergirtin di çarçoveya armancên Jineolojiyê de kar datîne pêşiya jinan. Ji bo di dema pêş de ev yek derbasî pratîkê bibe divê her kes li qada xw ekar bike.”
‘DIKARE BERSIVÊ BIDE PIRSGIRÊKÊN TEVAHIYA CIVAKÊ, NE TENÊ YÊN JINAN’
Bermal Çem destnîşan kir ku Jineolojiyê jin li dora zanîn, hest û fikrên wan civand û diyar kir ku ev nêzîkatî tenê bi qada zanistî sînordar nîne.
Bermal Çem her wiha anî ziman ku di konferansê de mijara malbatê jî hate nirxandin û bi nêrîna jinê nêzîkatiyeke ku hemû civakê hembêz dike hate nîqaşkirin.
Hunermend Bermal Çem got, “Bi dîtina min Jineolojî li her qada civakê dikare bibe çavkaniyeke ronahiyê. Di vê pêvajoya avakirinê de dikare bersivê bide pirsgirêkên tevahiya civakê, ne tenê yên jinan.”
‘ME JI ZIMANÊ HEV FÊHM NEKIRIBE JÎ ME HEV FÊHM KIR’
Bermal Çem diyar kir ku beşdariya li konferansê ji bo wê cihê kêfxweşî û serbilindiyê bû û anî ziman ku li gel nîqaşan her wiha ji têkiliyên navbera jinan gelek tişt hîn bû.
Bermal Çem bi dewamî got, “Min gelek tişt ji vê konferansê wergirt. Dibe ku ji teoriyê bêhtir ji hestên jinan, ji hevrêtiya jinan wergirt… Em ji jîjan gelî dibin bila bibin, ji zimanê hev fêhm nekin jî ji nêrîn, ji rûniştina li gel hev û ji parvekirinê em hev fêhm dikin.
Carna hest girîng e, ne ziman. Girîng e em bi heman feraseta azadiyê li hev binihêrin. Ji vî alî ve hevrêtiyên bedew afirî. Hemû reng û çandan hev hembêz kirin.
Vê yekê nîşan da ku cîhan homojen û yek reng nîne. Jin her tim gelek reng û gelek çandan temsîl dikin.”
Bermal Çem axaftina xwe bi vê gotinê qedand, “Konferansa Jineolojiyê li jinan hemûyan, li civakê pîroz be. Jin, Jiyan, Azadî.”

