Li Derya Egeyê, du keştiyên ku koçber li ser bûn û berê wan li Ewropayê bû, noqî binê avê bûn. Di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya yekîneyên Ewlekariya Peravî ya Yewnanistanê, qezaya destpêkê sibeha Duşemê serê sibehê li nêzî Girava Mîllî ya li nêzî Tirkiyeyê qewimî. Hate ragihandin ku keleka koçber li ser bûn û bota polîsên bendergehê ya li dewriyeyê digeriya li hev qelibîn.
Hate ragihandin ku di qezayê de mêrek, 4 jin û pitikek bi giştî 6 kes mirin, 8 kes jî hatin rizgarkirin.
Qezaya duyemîn jî sibeha Duşemê bi 3,7 mîl ê deryayê dûrî peravên Girava Sîsamê rû da. Ji ber ku keleka koçber li ser bû noqî binê avê bû, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Rayedarên Ewlekariya Peravî diyar kirin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dan 5 jê mêr, yek jî ji bû. Hate ragihandin ku 14 kes jî hatin rizgarkirin.
Meha Îlonê li peravên Girava Gavdosê ya li nêzî Gîrîtê kelekeke koçber li ser bû noqî binê avê bûbû û kesekî jiyana xwe ji dest dabû, 25 kes jî winda bûbûn.

