DEM Partiyê ji bo cîbicîkirina biryarên ku di Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya di 8-9’ê Hezîrana 2026’an de hatibûn girtin, giştinameyeke nû ji şaredariyan re şand.
Li gorî vê giştinameyê, tê armanckirin ku di şaredariyên mezin de “Serokatiya Daîreya Parastin û Xurtkirina Zimanan”, di şaredariyên din de jî “Gerînendeya Parastin û Xurtkirina Zimanan” bê ava kirin.
Lê belê ji ber qanûnên heyî di avakirina van saziyan de hin astengî hene. Ji ber vê yekê ji şaredariyan hat xwestin ku ji bo guherînên pêwîst serlêdana fermî ji Wezareta peywendîdar re bikin.
Desteyê, diyar kir ku di dema berdewamiya vê pêvajoyê de divê şaredarî xebatên zimanê dayikê bênavber bidomîne. Bi taybetî hat xwestin ku xebatên ji bo parastin, xurtkirin û belavkirina zimanê Kurdî bê navber bêne domandin.

