Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Hevberdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol daxuyaniyên Şêwirmendê Sereke yê Serokkomar Ûçûm rexne kir û got, “Divê siyasetmedarên desthilatdariyê bi berpirsyariyeke ku tevkariyê li aştiyê bike tevbigerin.”
Nivîskara sînemayê Gamze Çakan diyar kir ku aştî wê bêhnê bîne ber hunerê jî û destnîşan kir ku bêdengbûna çekan têrê nake, divê jiyaneke azad bê avakirin.
Ji Polen Ekolojiyê Ûmût Şener işaret bi bandora krîza avhewayê kir û ragihand ku avahîçêkirina bê plan, destwerdana li qadên çem û talankirina xwezayê dibin sedem ku lehî veguherin felaketên kujer.
M. Şerîf Camci destnîşan kir ku têkoşîna bi xizaniyê re divê tenê bi pêşwazîkirina pêwsîtiyên bingehîn re sînordar nemîne û diyar kir ku çareserî bi avakirina modeleke piştevaniyê ku welatî rasterast tevlî pêvajoyên biryargirtin û rêveberinê bibin, derbas dibe.
Ji beşdarên Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê akademîsyen Mechthild Exo destnîşan kir ku divê Jineolojî ne weke karekî komeke cuda bê nirxandin, lê weke zanistekê bê dîtin ku her kes karibe bi hev re bi pêş ve bibe û bixe meriyetê.
Mûrat Karayilan şehîdên Rojava bi bîr anî û got, “Ev şehîd nirxên gel e. Şoreşa Rojava berhema şehîdan e. Wezîfeya me, wezîfeya welatparêzan, wezîfeya malbatên şehîdan parastina nirxên şehîdan e.”

