Teorîsyen û fîlozofa Hindistanî Gayatri Chakravorty Spivak diyar kir ku ew piştgiriyê dide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ji Rêber Apo re nameyek şand. Nameya Spivak ji Heyeta Îmraliyê re hate şandin.
Gayatri Spivak di nameya xwe de anî ziman ku tevî şert û mercên rehîngirtina Rêber Apo ya ku bi salên dirêj e berdewam dike jî ew ji xweragiriya Rêber Apo bandor bûye û got ku ew banga Rêber Apo ya têkildarî wekheviya zayendî ya civakî girîng dibîne. Gayatri Spivak diyar kir ku Qanûna Çarçoveyê îhtimala azadiya Rêber Apo xurt dike û destnîşan kir ku meseleye rastîn ew e ku wê civakeke demokratîk çawa were avakirin.
Di nameyê de ev yek hatine gotin:
‘’Birayê min ê Ezîz Abdullah Ocalan,
Ew demeke dirêj e xweragiriya we ya li hemberî rehîngirtina demdirêj û ya carna jî di bin tecrîdê de derbas dibû, bandorê li min dike. Her wiha banga we ya têkildarî wekheviya zayendî ya civakî jî bandorek li min kir. A niha jî Qanûneke Çarçoveyê heye ku ev yek îhtîmala azadbûna we xurttir dike.
Pirsgirêkên me yên rastîn jî a niha dest pê dikin. Ji ber ku we li şûna nêzîkatiya cure proto-netewperest a xwe diparêze, rêya tevlihevtir û berdartir a hebûna demokratîk pêşniyar kir. Ji bo vê yekê jî hewceyî bi pergaleke perwerdeyê ya ku zarok di demên pêş de dema ku dengên xwe bidin paradoksa demokrasiyê fêm bikin û pêşxistina nêzîkatiyeke epîstemolojîk a berdewam armanc dike, heye: ji bo xwe azadî û ji bo însanên din jî wekhevî û ji bo cîhaneke adiltir daxwazeke xurt.
Ez jî ev nêzîkî 60 salan e hewl didim vê yekê bikim; Li Zanîngeha Kolombiyayê li gel dayîna dersên Edebiyata Ewropayê li gel giregiran; her wiha li gel kesên bêax û xwendin û nivîsandinê nizanin û yên qaşo ‘destnedayî’ ji bo zarokên gelê xwecihî li dibistanên seretayî li gel binbeşên civakê dixebitim. Hin kesên din fêrî hilberîna zanînê dikin; lê belê ji me hin kes neçar in fêrî fêrbûnê bikin.
Bi taybet roja îroyîn gelekî girîng e ku zarok fêrî daxwazkirina civakeke adil bikin; ji ber ku cîhan ji ber guherîna avûhewayê û hişê çêkirî bi şikestineke mezin re rû bi rû ye.
Birayê min ê ezîz ez baştirin daxwaz û niyazên xwe pêşkêşî we dikim.
Bi rêz û hurmet.’’
GAYATRI CHAKRAVORTY SPIVAK KÎ YE?
Gayatri Chakravorty Spivak kî ye?
Gayatri Chakravorty Spivak di 24’ê Sibata 1942’yan de ji dayîk bûye, fîlozof û bîrewereke Hindistanî ye ku bi xebatên xwe yên di warên weke teoriya edebî, teoriya postkolonyal û binçandî tê naskirin. Gayatri Chakravorty Spivak a ku bi taybetî bi xebata xwe ya bi navê ‘’Gelo Bindest Dikarin Biaxivin?’’ tê naskirin, têkiliyên di navbera dagirkerî, nûnertiya desthilatdarî û hilberîna zanînê de bi perspektîfeke rexneyî lêkolîn dike. Di xebatên xwe yên akademîk de li ser mijarên weke femînîzm, hizra dekolonyal û newekheviya civakî jî disekine.

