Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê binpêkirinên mafên zarokan ên di 6 mehên destpêka salê kom kir. Li gorî rapora ku hatiye amadekirin, di nav 6 mehan de bi giştî 344 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Ji van zarokan 326 ji ber sedemên ku dikaribûn pêiya wan bê girtin, 18 jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane.
Hejmara zarokên ku rastî sûcên zayendî, tundî û birîndarkirina giran hatine 224 e, lê hejmara giştî ya zarokên ku mafê wan ê jiyanê hatiye binpêkirin û mexdûr bûne wekî 568 hat qeydkirin.
PÊŞNIYAR
Di raporê de pêşniyarênbingehîn û hiqûqî wiha hatin rêzkirin:
“*Ewlehiya Dibistanan, Asayîşa Derdorê û Bêçekbûn: Divê ji bo pêşîgirtin ketina çekên wekî tifingên nêçîrê yên bêyîv û kêran ji bo saziyên perwerdeyê kontrolên fîzîkî û x-ray werin danîn; divê cezayên li dijî çekdarbûna kesane werin girankirin.
*Divm Sepanên MESEM’ê Werin Rawestandin: Divê sepanên MESEM’ê ku zarokan di karên giran û xeternak de didin xebitandin werin rawestandin; qadên pîşesazî û înşaetê divê ji aliyê desteyên şopandinê yên têkel û serbixwe ve werin kontrolkirin.
*Ji bo Zarokên Karkerên Çandiniyê yên Demsalî Parastina Giştî: Divê pêvajoyên veguhastina malbatan werin qeydkirin; veguhastina bi wesayîtên bêewlehî divê bê qedexekirin û li qadên bicihbûnê divê kreşên mobîl ên mecbûrî werin avakirin.
*Hişyariya Pêşwext û Piştgiriya Psîkososyal: Divê di demên ezmûnên mîna LGS/YKS’ê de li dijî zexta akademîk, kadroyên rênîşanderiyê yên li dibistanan werin zêdekirin; ji bo di nav 48 saetan de mudaxeleyî malên zarokên ku naçin dibistanê an jî qeyranê radigihînin divê ‘Torên Agahdarkirina Rîska Pêşwext’ werin avakirin.
*Mîmariya Bajarî û Hewzayên Avê Divê Bibin Xwedî Standardên ‘Dostên Zarokan’: Divê DSÎ, Rêyên Bejahî û şaredarî neçar bimînin ku qenalên avdanê, gol û qadên çeman bi çeperên panelên bilind ve bigirin.
*Di Mirinên Gumanbar ên Zarokan de Divê Dawî li Bêcezabûnê Bê Anîn: Di hemû bûyerên ku wekî ‘mirina gumanbar’, ‘li malê qezaya bi çekê’ an jî ‘ketina ji balkonê’ derbas dibin de divê pişt plana îstîsmara veşartî ya nav malê, tundiya sîstematîk û şantaja sîber bi hûrgilî bê lêkolînkirin.”
568 BINPÊKIRINÊN MAFAN
Di berdewamiya raporê de ev tişt hatin parvekirin: “Daneyên 568 binpêkirinên mafên zarokan ên şeş mehên ewil ên sala 2026’an nîşan didin ku li Tirkiyeyê sîstema parastina zarokan di rewşeke (ku piştî bûyer pêk tê pêvajoya edlî dide destpêkirin) û polîtîkayên giştî yên pêşîgirtinê, rîsk-pêşbînîkirin û parastinê bi awayekî giştî pêk nayên. Ji bo ku mafên jiyan, tenduristî û ewlehiyê yên zarokan bi kêmasî werin parastin; şert e ku saziyên dewletê, daraz, sîstema perwerde û tenduristiyê, rêveberiyên herêmî û civaka sivîl bi lezgînî polîtîkayeke parastina zarokan bixin meriyetê.”

