Piştgiriya rewşenbîr, nivîskar, fîlozof û ramangerên naskirî ya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dewam dike. Yek ji kesayetên sereke yên çep a Îtalyayê fîlozofê Marksîst Franco Berardi ji bo Rêber Apo bi sernavê “Di tarîtiya serdema me de tu şewqa hêviyê ye” nameyek gihand Heyeta Îmraliyê. Nameya Berardi bi vî rengî ye:
“Apo yê dilovan,
Ji bo peydakirina hevokên rast bi gelek caran ceriband, lê belê ev qet hêsan nebû. Di ciwantiya xwe de bi demkurtî hatim girtin; ji ber vê jî zanim ku peyamên bi vî rengî gelek caran retorîk û vala tê guhê mirovan.
Weke ku tu jî baş zane, li Îtalyayê û tevahiya Rojava bendewariyên têkildarî paşerojê gelekî tengav e. Stratejiyên berê yên çepgiriyê, ji bo rawestandina pêla êrişkarî û nefretê ya li her derê kêm dimîne ku ev pêl weke encamek ji têkçûna çîna karker a li seranserê cîhanê bilind bû.
Di nava salên dirêj ên ragirtina xwe de tu bi wê wêrekiyê tevvgeriya ku stratejiya têkoşînê ya tevgera Kurd a demokratîk jinûve bifikire, binirxîne. Dûrketina ji siyaseta neteweperestiyê û li ser esasî nasnameyê, di dîroka tevgerên rizgariyê de werçerxeke dîrokî ye.
Di salên xwe yên tecrîdkirî de te karîbû stratejiyeke têkoşînê ya li gorî sedsala 21’ê biafirîne. Ji ber vê yekê mirovên li çar aliyên cîhanê qîmetê didin azadî û edaletê, te weke referans û rêberekî dibînin. Di nava tarîtiya serdema heyî de tecrûbeyên de yek ji çavkaniyên ronahiyê yên kêm e ku dike ku em bi hêviyê li paşerojê binihêrin.”

