În, 23 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Zurichê wê ‘Konferansa Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûgçe Tatarî: Ev aştî ji bo welêt firsendek e, ne tenê ji bo Kurdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED TUHAD-FED û TUHAYDER’a Semsûrê bertek nîşanî taloqkirina tehliyeyan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî nerazîbûna nîşanî desthilatdariyê da: Pêngavên aştiyê çima tên sekinandin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Hevserokê MATUHAYDER’ê Zekî Kiliç hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Sebahat Bîçer: Ji bo girtiyên nexweş divê gavên mirovî û hiqûqî bêne avêtin
Rojane

Sebahat Bîçer: Ji bo girtiyên nexweş divê gavên mirovî û hiqûqî bêne avêtin

Rêvebera MED TUHAD-FED'ê Sebahat Bîçer diyar kir ku li girtîgehan nêzî 400 girtiyên nexweş hene, rewşa 180 ji wan giran e û got, "Yek ji gavên destpêkê yên dewlet biavêje divê berdana girtiyên nexweş be."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan ên li hemberî girtiyên nexweş dewam dikin. Astengiyên li pêşiya dermankirinê, derengxistina veguhestina ji bo nexweşxaneyê û bernedana girtiyên bi nexweşiya giran li ser mafê jiyanê yê girtiyan gefek e. Rêvebera MED TUHAD-FED’ê Sebahat Bîçer li ser binpêkirina mafên mirovan ên li hemberî girtiyên nexweş ji ajansa me re axivî.

 

‘JI BILÎ NÎQAŞÊN LI SER PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DIVÊ BI LEZ GAV BÊ AVÊTIN’

Sebahat Bîçer destnîşan kir ku berdana girtiyên nexweş ji bazariya siyasî wêdetir mecbûriyeteke mirovî ye û got, “Belê pêvajoyeke çareseriyê hatiye destpêkirin ku zêdeyî du sal in axaftin li ser tê kirin. Lê belê heta niha li girtîgehan liv û tevgerek çênebûye. Ya rast, ji pêvajoyê cudatir divê girtiyên nexweş ên li girtîgehan tavilê bêne berdan. Ji aliyê mirovî ve divê ev bê kirin. Li girtîgehan girtiyên me yên nexweş hene ku di her kêliyê de dikarin bimirin. Girtiyên me hene ku di asta çaremîn de nexweşê kanserê ne. Girtiyên me yên nexweş hene nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe dewam bikin. Lê belê mixabin têkildarî van heta niha çareseriyek nehatiye peydakirin. Malbat bi fikar in, rewşa hevalên me yên li girtîgehan her roj giran dibe.”

‘YÊN CEZAYÊ WAN QEDIYAN E JÎ DÎL RADIGIRIN Û GEFÊ LI WAN DIXWIN’

Sebahat Bîçer ragihand ku girtiyên rewşa wan giran e û cezayê wan qediyan e nayên berdan, îdareyên girtîgehan zextê li wan dike û got, “Mînak Onder Poyraz heye. Li ser kursiyê timî rûniştî ye, nikare tiştekî bike; ji xwe şuştinê heta bi pêwîstiyên bingehîn ên mirovî nikare ti ji wan bike. Hevalên wî alîkariyê pê re dikin, lê belê hîn jî ragirtî ye. Weke wî girtiyên bi nexweşiya giran hene ku 30 sal in girtî ne, divê bêne berdan, lê belê der barê wan tiştek nayê kirin. Li gel ku cezayê li wan hatiye birîn qediya ye nayên berdan.

Girtiyên me yên di asta çaremîn de bi nexweşiya kanserê ne ku di demên dawî de ne. Divê kêliyên xwe yên dawî li gel malbatên xwe derbas bikin, lê belê niha li girtîgehê girtî ne, dîlgirtî ne. Di pêvajoyê de hem ji bo wan hem jî ji bo hevalên ku înfaza wan hatiye betalkirin, tiştek nehatiye kirin. Bi temamî bi kiryarên kêfî yên îdareyê ragirtî dihêlin. Niha ji van re ev yek tê gotin: ‘Em ê heta dawiyê we li vir rabigirin, wê darbesta we derkeve’. Bi gefên bi vî rengî hevalên me dîl digirin.”

‘NÊZÎ 400 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE KU REWŞA 180 JI WAN GIRAN E’

Sebahat Bîçer têkildarî tabloya giştî ya li girtîgehan daneyên dawî eşkere kir û li gel nerazîbûna li hemberî xemsariya rayedaran anî ziman ku divê dewlet gaveke şênber biavêje. Sebahat Bîçer got, “Niha nêzî 400 girtiyên nexwşe hene ku rewşa 180 ji wan giran e. Yanî girtiyên di wê astê de nexweş in ku nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe dewam bikin. Mixabin nayên bihîstin, nayên dîtin û gav têkildarî wan nayê avêtin. Ji pêvajoyê wêdetir ji aliyê mirovî ve divê gav bê avêtin.”

GIRTIYÊN NEXWEŞ ÊN DIVÊ BI LEZGÎNÎ WERIN BERDAN

Abdullah Ateş- Tîpa S a Îdirê – Ji sedî 90 ê mejiyê xwe nîne

Abdulmenaf Aytaç- Tîpa H a Erzîromê- Kansera Tîroîtê

Abdurrahim Demir- Tîpa F Edirneyê- Nexweşê giran ê dil

Ahmet Çelik- Tîpa T a Tarsûê- Felç, Parkinson

Ali Tetik- Hejmara 2 a Îzmîrê- Kanser

Botan Karsu- Van YGC- Kanser asta 4. (Rapora xwe ya nikare li girtîgehê bimîne, heye)

Bülent KOÇ- Tîpa T a Bûrhaniyeyê -Kanser

Cemil İvrendi- Tîpa S a Kirşehîrê- Nexweşê giran ê dil

Cengiz Sinan Halisçelik- Tîpa S a Samsûn Çarşamba- Kanser

Devrim Ayık- Tîpa S a Antalyayê – Rewşa xwe krîtîk e (Rapora nikare li girtîgehê bimîne heye)

Dılşad Şengül- Girtîgeha Jinê ya Bunyan – Ziyana li organên hundirîn

Dicle Bozan- Girtîgeha Jinê ya Bunyanê- Lingekî xwe hatiye jêkirin

Ekrem Baydoğan- Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê- Nexweşê MS

Emin Gurban- Ereğli YGC- Nexweşê dil, xisara li mejî

Emin Aladağ- Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1’ê ya Xarpêtê- Felça beşekê

Emrah Nebioğlu- Tîpa R a Metrîsê– Rapora xwe ya ‘Ji sedî 94 astengdar e’ heye

Ergin Aktaş- Tîpa R a Metrîsê- Herdu destên wî nîne

Fatma Tokmak- Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê- Nexweşa dil (Rapora xwe ya ‘nikare li girtîgehê bimîne’ heye)

Gîyasettin Sevmiş- Girtîgeha Hejmara 2 a Dûmlû – Nexweşê dil, mejiyê xwe xitimiye

Gülazer Akın- Girtîgeha Jinê ya Bunyanê- Kansera malzarok

Habip Boğa- Hejmara 3 a Îzmîrê- Nexweşê Şîzofrenê

Hatice Çakmak- Girtîgeha Jinê ya Alanyayê- Kanser

Havva Ak- Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê- Kanser

Hayati Deniz Kaytan- Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê- Tumora mejî

İbrahim Oruç- Tîpa S a Antalyayê- Di tasa serî de platîn heye (Rapora xwe ya ‘nikare li girtîgehê bimîne’ heye)

İsmail Tamboga- Tîpa T Hejmara 2 a li Amedê- Kanser

Jiyan Erdinç- Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê- Astengdar

Leyla Baran- Girtîgeha Jinê ya li Amedê- Kanser

M. Emin Özen- Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê – Du lingên xwe hatiye jêkirin

M. Sait Yıldırım- Tîpa F Hejmara 1 a Îzmîrê- Nexweşê dil

M. Tahir Avcı- YGC Hejmara 1 a Sîncanê- Nexweşê dil, felç

Mehmet Salih Filiz- Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê- Kanser

Melek Akgün- Girtîgeha Jinê ya Bunyanê- Bi rapora, ji sedî 82 astengdar e

Naime Encü- Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê- Tumora Çav

Önder Poyraz- Girtîgeha bi Hejmara 1 a R a Xarpêtê- Felç

Pınar Tikit- Girtîgeha Jinê ya Sîncanê- Tumora di mejî de

Reşit Uyar- Beşîkduzu ya Trabzonê- Kanser

Sabri Yavuz- Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Sîncanê- Kansera Prostat

Sami Çiftçi- Tîpa L a Gîresûın Espiye- Şîzofrenê giran

Sekvan Becerikli- Hejmara 2 a Îzmîrê – Felç û nexweşiyên din

Semire Direkçi- Girtîgeha Jinê ya Sîncanê – Kanser

Şefika Kandar- Girtîgeha Jinê ya li Amedê- Felça beşekê

Veysel Tıkaç- Tîpa Tokatê- Nexweşiya giran a dil

Yucel Kaya- YGC a Hejmara 1 a Sîncan a Enqereyê- Çavekî xwe winda kiriye

Hasip Şîmşek- YGC a Hejmara 1 a li Amedê- Nexweşê hepatît a giran

Abdullah Zoraslan- Girtîgeha bi Hejmara 1’ê ya Xarpêtê

Turgut Çelik- Bi nexweşiya dil û tansiyona bilind

Murat Duruk- Tîpa F a Hejmara 1 a Kocaeliyê- Kanser

Civan Boltan- YGC Bolû- Milê wî yê rastê ji enîşkê û ber bi jêrê bi 10 cm nîne. Li tasa serî 9 parçeyên şarapnelê yê 9 mm hene, dibe sedema xwejibîrkirinê. Çavê xwe yê çepê anbîne. Sendroma Raynaudê pê re heye. Li herdu çongên wî gelek parçeyên şarapnelê hene, çonga xwe timî diêşe û diwerime.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Zurichê wê ‘Konferansa Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Hêzek wê tevlî artêşê bibe, ya din jî asayîşê pêk bîne

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku Rêber Apo di hevdîtinê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Trump: Êrîş wê hîn bêhtir bêrehm bin

Trump têkildarî êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê daxuyaniyek nû da û got, "Di halê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Cizîrê û bajarokê Dergûlê ya Şirnexê hêzên dewleta Tirk bi ser malan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Zurichê wê ‘Konferansa Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tûgçe Tatarî: Ev aştî ji bo welêt firsendek e, ne tenê ji bo Kurdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 23’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hawarî: Eger gelên Sûriyeyê mafên xwe misoger nekin dibe ku sedsalek ji dest biçe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?