Nivîsgeha aboriya navçeya Raco û ya navçeya Bilbilê dest danîn ser zeviyê zeytûnan ê dayikeke pîr ku temenê wê 80 salî ye. Her wiha destûr nedan welatiyê bi navê Ehmed Mamo ku zeviyê xwe yê zeytûnan berhev bike.
Li gorî çavkaniyên herêmî aboriya Raco dest daniye ser zeviyê zeytûnan ê dayika bi navê Fîdan Bîlal. Fîdan Bîlal ji gundê Golyê Jêr ê girêdayî navçeya Raco ye. Hevjînê wê Ehmed Arif Hemza wefat kiriye û zarokên wan nîn in. Dayika Fîdan li ser zeviyê zeytûnan xwe xwedî dike û di destê wê de belge hene ku erd mulkê hevjînê wê ye.
Aboriya Raco guh neda qanûn û 22`ê Cotmehê karker anîn nava zeviyê dayka Fîdan Bîlal û zeytûnên wê ji bo xwe berhev kir.
Li navçeya Bilbilê jî aboriya Bilbilê li gundê Qestel ê Bilbilê destê xwe danî ser zeviyê zeytûnan ê Ehmed Mamo û 28 kîsên zeytûnan berhev kir.
Aboriya Bilbilê aniye ziman ku gerînendeyê herêmê biryar girtiye ku dest deynin ser zeviyê Ehmed Mamo û qedexe kirine ku Ehmed Mamo zeytûnên xwe berhev bike. Hîna 140 darên zeytûnan ên Ehmed Mamo nehatine berhevkirin.

