Şemî, 24 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karamus: Ji bo Kurd li NY’ê bên temsîlkirin stratejiyeke neteweyî ya hevpar şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ku ev pêvajo bibe ya tevahiya civakê, divê rojnamevan jî tevlî bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofê Sloven Zîzek name ji Rêber Apo re nivîsand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Civak dixwaze tiştên ku li Îmraliyê têne axaftin, werin bicihanîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TUHAY-DER û OHD’ê rapora têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bedlîsê taloqkirina berdanan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Girtiyên Apoyî: Em ferzkirina poşmantiyê û taloqkirina azadiyê qebûl nakin
Rojane

Girtiyên Apoyî: Em ferzkirina poşmantiyê û taloqkirina azadiyê qebûl nakin

Di daxuyaniya li ser navê girtiyan a bi îmzeya Denîz Kaya de nerazîbûn nîşanî ferzkirinên poşmantiyê û astengkirina tehliyeyan hate dayîn. Di daxuyaniyê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û tehliyeya girtiyên nexweş hate xwestin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya bi îzmeya Denîz Kaya bi vî rengî ye:

“Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk deriyê qonaxeke nû vekiriye ku hêviya jiyaneke azad, wekhev û demokratîk a gelên me mezin kiriye. Ji bo pêşketina vê pêvajoyê, bidawîbûna şer û çareseriya siyasî ya demokratîk Rêber Apo gav avêtin û îrade raber kir. Meseleyên bingehîn ên çareseriya demokratîk di nav sînorên polîtîkayên ewlekariyê de girtin, taloqkirina sererastkirinên qanûnî û derengxistina pêvajoyê, îradeya çareseriyê teng dike. Ev ziman pêşiya çareseriyê venake û xeteriya kûrkirina tengasiyê hildigire. Eşkere ye ku aştî tenê bi gotinan na, bi gavên şênber, berpirsyariya beramber û nêzîkatiyeke li ser esasê veguherîna demokratîk dikare ava bibe. Eger dema nû bi rastî jî bibe destpêka veguherîneke demokratîk, pîvana vê ne jinûve nasandina polîtîkayên ewlekariyê ye. Dewlet divê îradeya xweguhertinê ya di aliyê demokratîkbûnê de, bi gava pratîk a şênber nîşan bide.

Îro dewlet û desthilatdarî pêvajoyê ji demê re dihêle û gavên şênber bi hincetên cur be cur taloq dike, ev nêzîkatî ne li gorî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Bi taybetî binpêkirinên mafan ên li zindanan, bê navber taloqkirina tehliyeyan, rewşa girtiyên siyasî bêçareserî hiştin û bi biryarên Desteya Îdare û Çavdêriyê poşmantî li girtiyan ferzkirin, yek ji mînakên herî şênber a vê nêzîkatiyê ye.

Tevî ku dema înfaza qanûnî tejî kirine jî tehliyeya hevalên me tê astengkirin û rewşa wan bi rengekî kêfî tê nirxandin û girêdayî şert û mercên siyasî tê kirin, ev yek nayê qebûlkirin. Şûna ewlekariyên hiqûqî nirxandinên subjektîf digire, mafên girtiyan bi rêya mekanîzmayên îdarî tê sînordarkirin û tehliyeya wan taloqî pêşerojeke nediyar tê kirin, ev yek di warê pîvanên edalet û hiqûqî de pirsgirêkên cidî diafirîne. Divê rewşa girtiyên nexweş û hemû hevrêyên me yên ku tehliyeya wan tê taloqkirin, li ser esasê pîvanên hiqûqî û mafên mirovan were nirxandin. Weke endamên Tevgera Apoyî yên li zindanan em bi eşkere îfade dikin ku em vê nêzîkatiya ku dixwaze îradeya me teslîm bigire, qebûl nakin. Em polîtîkayên poşmantiyê yên ku bi rêya Desteyên Îdare û Çavdêriyê tên ferzkirin û kiryarên ku dixwazin me ji fikrên me dûr bikin, red dikin. Ji bo me azadî ne mafeke ku li gorî erêkirina desteyekê, ferzkirina poşmantiyê yan jî li gorî bendewariyên desthilatdariya siyasî were diyarkirin. Azadî parçeyekî xurt ê rûmeta mirov, jiyana demokratîk û mafên esas ên mirovan e.

Dîroka me ya têkoşînê, dîroka berxwedana li dijî teslîmiyetê û îradeya azadiyê ya li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê ye. Tecrûbeya me ya têkoşîna 50 salî nûneriya kevneşopiya berxwedaneke bi berdêlên mezin hatî raberkirin û lêgerîna azadiyê ya gelê me dike. Ev dîrok, dîroka berxwedana rêxistinî, îdeolojîk û polîtîk jî ye ku li zindanan di bin şert û mercên herî giran de hatiye domandin. Di şert û mercên tarî yên faşîzma 12’ê Îlonê de, bi taybetî berxwedana li Zindana Amedê weke sekneke dîrokî ya li dijî înkarkirin, çewisandina nasname û îradeya gelê Kurd tê bîranîn. Ev kevneşopiya berxwedanê ya li zindanan hatî raberkirin, nîşan daye ku zext û zordarî nikare îradeya mirov teslîm bigire.

Tevî êşkenceyên giran, sepanên tecrîdê, binpêkirina mafan û her cure mekanîzmayên zextê jî, zindî hiştina ramana azadiyê, îro jî yek ji xalên bingehîn ên têkoşîna me ye. Em wekî berdewamê vê mîrateya dîrokî, dizanin ku ti mekanîzmaya zextê nikare ramanên me û îdîaya me ya azadiyê ji holê rake.

Mîna berê, îro jî li hemberî her cure nêzîkatiyên ku teslîmgirtina vîna me armanc dikin, em sekna xwe ya biryardar diparêzin. Kevneşopiya berxwedana zindanan a ku di ti demê de serî ji polîtîkayên zext û teslîmiyetê re netewandiye, ji niha û şûn ve jî di biryardariya berdewamkirina têkoşîna azadî û jiyana birûmet de ye. Ev biryardarî ne sekneke takekesî ye; nîşaneya berpirsyariya me ya beramberî bîra gelê me, dîroka têkoşînê û siberoja demokratîk e.

Azadiya Rêberê me, yek ji mijarên bingehîn ên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e ku nayê taloqkirin. Çareseriya meseleya Kurd a bi rêyên demokratîk û avakirina aştiyeke mayînde, bi avakirina mercên jiyan û xebata azad a Serok Apo re pêkan e. Bi rakirina astengiyên li ber xwe îfadekirina azad a ramanên wî û rola wî ya çalak di pêvajoyê de pêkan e. Ne avakirina azadiya fizîkî û mercên jiyana azad a Rêberê me û nenaskirina statuya wî ya siyasî û hiqûqî, bi bendewariyên çareseriya demokratîk re nakokî çêdike.

Ji bo pêşveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, divê di bingeha azadî, demokrasî û hiqûqê de gavên şênber werin avêtin. Divê mercên azadiyê yên Rêberê me werin avakirin, binpêkirinên di zindanan de werin bi dawî kirin, girtiyên nexweş di zûtirin dem de werin berdan û ji bo girtiyên ku bi rengekî keyfî azadiya wan tên astengkirin gavên şênber bên avêtin.

Em diyar dikin ku, aştî û çareserî bi hewldanên yekalî birêve naçe. Divê dewlet jî berpirsyariyê bigire ser milên xwe û astengiyên hiqûqî û siyasî ji holê rake. Aştî û çareserî di zemînekî ku aliyek her dem gavê diavêje û aliyê din jî pêvajoyê taloq dike de, pêşve naçe û mayînde nabe. Çareseriya demokratîk pêwîstî bi berpirsyariya dualî û vîna şênber dibîne.

Wekî berxwedêrên zindanan, em ê li her dera ku lê ne parastina ramanên xwe, nasnameya xwe û vîna xwe ya azadiyê dewam bikin. Bi hêza ku em ji dîroka têkoşîna xwe digirin, em ê xwedî li hesreta azadî û demokrasiyê ya gelê xwe derkevin. Em ê li hemberî polîtîkayên zext, tecrîd, gef û şikandina vînê sekna xwe biparêzin û ji bo pêşketina aştî, çareseriya demokratîk û jiyana azad em ê dengê xwe bilindtir bikin.

Banga me ji bo gelê me û raya giştî ye: Ji bo ku aştî di gotinê de nemîne, çareseriya demokratîk bibe veguherîneke rastîn a civakî û bêhiqûqî bi dawî bibin, divê gavên şênber werin avêtin. Divê binpêkirina mafan a di zindanan de bêne çareserkirin, azadiya girtiyên nexweş bê misogerkirin, berdan bi sepanên keyfî neyên astengkirin û bi avakirina mercên jiyan û xebata azad a Rêberê me re azadiya wî ya fizîkî bê misogerkirin.

Em wekî berdewamên dîroka têkoşînê ya nîv sedsalî û kevneşopiya berxwedana zindanan, di daxwaza xwe ya azadî û demokrasiyê de bi israr in. Em careke din diyar dikin ku vîna me nikare bê teslîmgirtin, ramanên me bi zextê nikarin ji holê werin rakirin û kevneşopiya me ya berxwedanê nikare bê jibîrkirin.

Em ne ferzkirinên poşmaniyê, ne polîtîkayên şikandina vînê û ne jî taloqkirina azadiyê qebûl nakin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê me û siberoja demokratîk a gelên me, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Bi hêza ku em ji kevneşopiya berxwedana zindanan digirin; em ê daxwaza xwe ya azadî, demokrasî û aştiya birûmet bi avakirina civaka demokratîk re mezintir bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 24’Ê COTMEHA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Malbatan ji bo çûna Îmraliyê careke din serlêdan kirin

Malbat û wasîyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi daxwaza hevdîtinê careke din serî li…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi dron û mûşekan êrîşî Taxa Tasluce ya Silêmaniyê kirin

Bi dron û mûşekan êrîşî Taxa Tasluce ya Silêmaniyê hate kirin. Hemdemê van êrişan şewateke…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 20’Ê HEZÎRANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Karamus: Ji bo Kurd li NY’ê bên temsîlkirin stratejiyeke neteweyî ya hevpar şert e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo ku ev pêvajo bibe ya tevahiya civakê, divê rojnamevan jî tevlî bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Fîlozofê Sloven Zîzek name ji Rêber Apo re nivîsand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 24’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?