Bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî, Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Windakirine ya li Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER), li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî ya navçeya Yildirimê bernameya mewlûdê hate lidarxistin.
Gelek kes tevlî bernameyê bûn. Pankarta bi nivîsa “Şehîdên me rûmeta me ne” û “Tekoşîna wan rêya me ronî dike” û wêneyên Rêber Apo û şehîdên têkoşîna azadiyê li salona bîranînê hate daleqandin.
Bername bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Pişte ji bo şehîdan dua hatin xwendin û bi dayîna xwarinê bi dawî bû.

