Feî Lîû ku endezyarek bijîjkî li Zanîngeha Bijîşkî ya Wenzhoû ya li Çînê ye, dibêje: “Me xwest ku potansiyela bikaranîna hêsiran a ji bo tespîtkirina nexweşiyê nîşan bidin. Diyar bû ku ev yek pêkane, dilop dikare pencereyek ji zanyaran re veke ku li tevahiya laş binêrin.”
Li gorî lêkolîna hatî kirin, mîna gilêza dev û mîzê, hêsir jî ji pirtikên piçûk ên bi peyamên hucreyî dagirtî ne.
Ger zanyar bikaribûna van peyamhilgirên mîkroskopî bişopînin, ew dikarin agahiyên nû li ser tiştên ku di hindurê laş de diqewimin pêşkêş bikin. Lê berhevkirina têra xwe ji van pirtikan ku jê re exozom têne gotin, zehmet e. Ji ber ku ya ji çavan diherike berevajî şilava ji parçeyên din ên laş e.
Ji ber vê yekê tîma Lîû ji bo ku pirtikên hêsiran bigirin rêyek nû peyda kirin. Li gorî wê destpêkê lêkolîner hêsirên beşdarên lêkolînê kom kirin. Piştre, tîmê hêsirên komkirî li amûrek bi du membranên nanoporoz zêde kir. Di nav çend kêliyan de, teknîka bi kar hatî dihêle ku molekulên piçûk xwe bidin paş û pirtikên ji bo analîzê bimînin.
Encaman çavdêriya zanyaran; tîmê dît ku cûreyên cuda yên nexweşiya çavên zuwa şopa xwe yên molekulî di hêsiran de dirijînin. Her wiha hêsir dikarin alîkariya bijîjkan bikin ku bişopînin bê ka şekirê nexweşekê çawa pêş dikeve.
Niha jî hevkarê lêkolînê Lûke Lee ku endezyarek bîoengîneer ê li Zanîngeha Bijîjkî ya Harvardê ye dibêje ku zanyar dixwazin ji bo delîlên nexweşiyên din û hem jî depresyon an stresa hestyarî hêsiran vekolin. Lee dibêje “Ev tenê destpêk e” û “Hêsir tiştekî ku me bi rastî lêkolîn nekiriye îfade dike.”