Pêncşem, 10 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Zextên li ser çapemeniya azad dewam dikin: ‘Bila agahiyên qirêj nekeve şûna heqîqetê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin: Di roja me ya dilşewat de zilm li me kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihçi: Di vê demê de girîng e em bibin hemalê aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê rêveberên Yenî Partî de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê serdegirtina malan: 3 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Zagros dibû Mizgîniya serketinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wasiyeta dayika ku li Garzanê li cenazeyên xwe digeriya: Hestî jî be wan bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê bang li hikûmeta Iraqê kir: Em rêveberiya leşkerî qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di Konferansa Rêveberiyên Herêmî de biryarên girîng hatin wergirtin
Rojane

Di Konferansa Rêveberiyên Herêmî de biryarên girîng hatin wergirtin

Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a DEM Partiyê encamnameya konferansa li Amedê eşkere kir û xwest, statuya Rêber Apo bê diyarkirin û qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê bêne derxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Encamnameya Konferansa Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk hate eşkerekirin ku di 8-9’ê Hezîranê de bi dirûşma “Bi Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ber bi Civaka Komînal ve” hate lidarxistin.

Konferans diyarî Şaredarê berê yê Sêrtê Selîm Sadak û Hevşaredara berê ya Cizîrê Berîvan Kûtlû û “hemû hevrêyên” ku di nava dîroka 47 salan a rêveberiyên herêmî de jiyana xwe ji dest dan, hate kirin.

Encamname bi vî rengî ye:

“Konferansa xwe ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ku me di dîrokên 8-9’ê Hezîranê de bi şiara ‘Bi Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ber bi Civaka Komînal ve’ lidar xist, di serî de ji bo Şaredarê Sêrtê yê serdema borî Selîm Sadak û Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu ku me di demeke nêz de winda kirin; em diyarî hemû rêhevalên xwe yên ku di dîroka me ya 47 salan a birêveberiyên herêmî de jiyana xwe ji dest dane dikin. Di şexsê hilbijiartiyên me yên ku wek rehîn têne girtin û hevalên me yên ku di zindanan de girtî ne, em hemû hevrêyên xwe yên ku têkoşîna aştiyê û azadiyê dimeşînin silav dikin û dixwazin ku herî zû bigihêjin azadiya xwe ya fîzîkî.

Konferansa me; bi tevlîbûna delegasyoneke nêzî 450 kesî ku di nav wan de rêveberiya partiya me, hilbijartiyên me û nûnerên saziyên demokratîk jî hebûn, hatiye lidarxistin. Di konferansa me ya du rojî de, pêvajoya siyasî ya ku em tê re derbas dibin û xebatên me yên birêveberiyên herêmî yên du salên bihurî hatine nirxandin; di ronahiya van nirxandinan de ji bo xebatên ku di serdema bê de divê bi ruh û hişmendiya komînalîteyê werin meşandin pêşniyar hatine derxistin û biryarên girîng hatine girtin. Li gorî vîna delegasyona konferansê, Belgeya me ya Helwestê ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk hat nûkirin; pênaseya rêgezên bingehîn, usûl û esasên xebatê û polîtîkayên girtina kar a rêveberiyên herêmî di çarçoveya hewcedarî û armancên serdema nû de ji nû ve hatin diyarkirin û qebûlkirin.

Em dixwazin di destpêkê de diyar bikin ku li dijî şêwazê rêveberiya yekperest, hişk û navendparêz ku salên dirêj e li Tirkiyeyê bandora xwe nîşan dide, em ê pêşîtiyê bidin demokrasiya herêmî û ji bo ku ev bibe herdemî (û cihê xwe bigire) em ê têkoşînê mezin bikin. Em ê tu carî dest ji daxwaza xwe ya demokrasiya herêmî bernedin. 

VÎNA GEL DESTESERIYA QEYÛMAN TÊK BIRIYE!

Partiya me di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de qeyûm careke din rûbirûyî têkçûneke mezin kiriye. Tevî her spartina mercên neyeksan, fêlbazî û hewldanên desteserkirinê (gasp), partiya me bi 78 şaredariyan û bi gelek destkeftiyên birêveberiyên herêmî yên ku di çarçoveya Hevpeymaniya Bajêr de bi dest xistine, encameke di ser bendewariyan re bi dest xistiye.

Qeyûm, ne tenê her wekî parçeyekî polîtîkayên zorê yên dewletê, lê belê lêgerîna avakirina li-dij-hegemonyayê bû. Ji ber vê yekê qeyûm, stratejiyeke rêveberiyê bû. Têkçûna vê stratejiyê ya ku armanc dikir bi rêya şaredariyan razîbûna civakê bigire û civakê ji lêgerîna azadiyê dûr bixe û serdestiyê ava bike; ji girtina şaredariyan wêdetir, bûyereke siyasî ye ku daxwaza guherînê ya civakê li ser sindoqan nîşan dide. Encamên hilbijartinê, dilsoziya gelê Kurd a bi vîna xwe-rêveberiyê re nîşan daye. Ji ber vê yekê vîna gel, projeya hegemonîk a ku di şexsê qeyûman de ketibû dewrê pûç kiriye û şandiye selika çopê ya dîrokê. 

Unsurên dewletê yên derveyî norman ku nekarîn têkçûna xwe ya giran a li pêşberî gel qebûl bikin, hem ji bo helwesta xwe ya dijminane ya li hemberî gel hem jî ji bo zirarê bidin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên me domandin. 

Tevî zihniyeta qeyûm, di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de geşedanên dîrokî qewimîn. Bi hewldan û tempoya awarte ya mîmarê pêvajoyê Birêz Abdullah Ocalan, di nava çend mehan de gavên giring ên ku li cîhanê mînakên wan nîn in hatin avêtin. Pêvajoya ku sal û nîvek li pey xwe hişt, ji îro pê ve bendewarî û hêviyên derbarê derbasbûna qonaxa aştiya pozîtîf de gihandine astekê. Ji bo vê yekê, di serî de divê mercên xebat û ragihandinê yên azad ên Birêz Abdullah Ocalan werin dabînkirin û statûya wî were diyarkirin. Li dû hev, di çarçoveya qanûna giştî (yasaya çarçoveyî) de qanûnên azadî û entegrasyona demokratîk werin derxistin û bikevin jiyanê; gavên ku pêdiviya wan bi serastkirina qanûnî nîn e bi lez werin avêtin û piştre bi rêziknameyên nû werin palpiştkirin. Di vê çarçoveyê de, paşvekişandina qeyûmên heyî bi biryarek îdarî û piştre wekî ku di rapora dawî ya Komîsyona Demokrasî, Biratî û Pişgiriya Neteweyî ya TBMMê de hatiye diyarkirin, betalkirina (îlga) tayînkirina qeyûman a li ser bingeha Madeya 45an a Qanûna Şaredariyan a Hejmar 5393an elzem e. 

DI QANÛNA ŞAREDARIYAN DE HEVSEROKATÎ WERE NASKIRIN

Hevserokatî, yek ji mînakên herî bihêz e ku sedema hebûna me rengê siyasî digire. Destpêka pêkhatina azadiyê, ketina jiyanê ya paradigmaya azadîxwaziya jinê ye. Şertê yekem ê şoreşgerî û sosyalîstbûnê, prazîtekirin û pêkanîna paradigmaya azadîxwaziya jinê ye heya rîçikên herî zirav ên jiyanê. 

Di serê destketiyên jiyanî û rêveberiyê yên paradigmaya azadîxwaziya jinê de hevserokatî tê. Pêkanîna hevserokatiyê ya ku têkoşîna me ya azadiyê pêşengiya wê kiriye, bi demê re ji bo piraniya pêkhateyên demokrat, sosyalîst û şoreşger bûye mînak; qadeke berfireh a belavbûnê bi dest xistiye û tevî hinek sînoran ji aliyê dewletê ve jî bi qanûnî hatiye naskirin. Bi vî aliyê xwe, hevserokatî hem di qada îdeolojîk-siyasî de, hem di xeta têkoşîna civakî de û hem jî di çarçoveya têkoşîna li dijî dewletê de destkeftiyeke mezin e. 

Di demên dawî de êrîşên sîstematîk ên zihniyeta mêrsalar, dewletparêz, desthilatdar û zordar ên li ser paradigmaya azadîxwaziya jinê û destkeftiyên têkoşîna me ya ku di vê rêyê de berdêlên mezin dane, zêde bûne. Em ê li dijî van êrîşana helwesteke pasîf an jî reaksiyonel nîşan nedin. Berovajî vê, ji ber ku sîstema hevserokatiyê destkeftiyeke mezin û jêneveger a têkoşîna me ye, em ê wê li Tirkiye û Rojhilata Navîn bînin nav her qada jiyanê. 

Di qonaxa nû de ya ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re dest pê kiriye, em rûbirûyî berpirsiyariyeke dîrokî ne ku bi qanûnên azadî û entegrasyona demokratîk demokrasiya herêmî bihêz bikin û di hemû qanûnan de naskirina sîstema hevserokatiyê dabîn bikin. Banga me ji bo TBMMê û saziya siyasetê ev e ku di serî de Qanûna Şaredariyan, li hemû qanûnên ku pêwendiya wan bi siyaseta demokratîk û demokrasiya herêmî re heye, sîstema hevserokatiyê were naskirin. 

BI ŞAREDARIYA CIVAKA DEMOKRATÎK EM Ê JIYANÊ BI RÊXISTIN BIKIN

Demokrasî, panzehîra navendparêziyê û nêzîkatiyên dewletparêz e. Lê belê metodolojiya ku dê demokrasiyê watedar û jiyanî bike, hûnandina wê ya ji herêmê û ji binecih ve ye. Ji ber vê yekê şaneya bingehîn a demokrasiyê komûn e. Mekana îdarî û rêveberiyê ya komûnê jî şaredarî ne. Bêguman ne mimkûn e ku mirov komûnê tenê bi şaredariyan sînor bike, lê şaredarî û di wateya berfireh de birêveberiyên herêmî yên demokratîk, di hûnandina jiyana komînal a di nav civakê de û di avakirina civaka demokratîk de xwedî roleke pêşeng in.

Şaredariya civaka demokratîk, şaredariya gel e. Kirina siyaset û xizmetê bi hev re li gel gel e. Jiyanîkirina demokrasiyê ya ji herêmê ye. Destpêka demokrasiyê ji herêmê dibe û şaredariya civaka demokratîk namzed û daxwazkarê pêkanîna vê yekê ye. Pêşxistina tevgera şaredariya demokratîk; di serî de jin, ciwan, astengdar, gelên xwedî nasnameyên cuda û bawerî, rêxistinbûna hemû beşên civakê li ser bingeha hewcedariyên wan, wezîfe û berpirsiyariya birêveberiyên herêmî ye. Perwerde, ziman, çand, tenduristî, aborî û ekolojî di serê van hewcedariyan de tên. 

Şaredariya Civaka Demokratîk, di serdema nû de ji bo me nexşeya rê ya bingehîn e. Ku em ê vê rêyê li ser kîjan rêgez û kesan ava bikin, bi vîna hevpar a ku di konferansa me de derketiye holê teşe girtiye. Em ê destkeftiyên serdema borî bi biryardariyên xwe yên serdema nû re bînin cem hev û bi xurtî bibin bersiv ji bendewariyên gel re. Em ê hilweşîna ku serdema heşt salan a desteseriya qeyûman ava kiriye tamîr bikin û telafîkirina salên windakirî pêk bînin. 

Bi vê armancê di serdema nû de, em bi girtina bingeha vîna ku konferansa me derxistiye holê, careke din beyan dikin ku me rêgeza tevlibûna demokratîk wekî têgihîştina xwe ya rêveberiya bingehîn qebûl kiriye. Bi qebûlkirina ku gel di pêvajoyên biryargirtinê yên meclîsên şaredarî û giştî yên parêzgehan de subjektiya resen e, em ê di serî de xebatên budçeya beşdar, komûnan ava bikin; bi rêya meclîs û konseyên bajaran mekanîzmayên biryargirtinê yên bi gel re çalak bikin. Em ê têgihîştina civakeke ku nayê birêvebirin lê rasterast beşdarî rêveberiyê dibe mezin bikin. 

Pratîzekirina têgihîştina şaredariyê ya ku pêşîtiyê dide rêxistinbûnên komûn û kooperatîfan, piştgiriya van xebatan dike û belav dike jî, yek ji armancên bingehîn ên vê serdemê ye. Bi têgihîştina “komûn şaredarî ye, şaredarî komûn e”, em ê her şaredariyekê wekî komûnekê bi rêxistin bikin. Em ê têgihîştina birêveberiya herêmî ya ku hemû beşên civakê xwe di nav de dibînin, xwedî gotin û biryar in, bi kesayet û nêzîkatiyeke komînalîst bi pêş bixin. Em ê şaredariyan ne tenê wekî saziyên ku xizmetê hildiberînin, lê di heman demê de wekî qadên demokratîk ên ku pişgiriya civakî û jiyana hevpar lê tê rêxistinkirin ava bikin. 

Dema ku krîza aborî ya kûr a ku Tirkiye tê de ye û pirsgirêkên aborî yên ku şaredariyên me rûbirû ne werin ber çavan, şêwazê rûdana meqam, post û amûrên ku têne bikaranîn li ser civakê giringiyeke hîn mezintir bi dest dixe. Konferansa me vîneke zelal derxistiye holê ku hemû hilbijiartiyên me di jiyana xwe û pratîka xwe de baldarîya herî mezin bidin van tiştan; çavkaniyên şaredariyê bi awayekî çalak, berdar û ji bo berjewendiya gel werin bikaranîn. 

Bi taybetî di serî de nifşê ciwan, pirsgirêkeke giran a bêkarî û îstihdamê heye. Zext û bendewariya civakî ya ku ev rewş diafirîne, pirî caran li ser şaredariyan kom dibe. Bersivdana van bendewariyan bi rêbazine wekhev, adil û şeffaf, berpirsiyariya bingehîn a birêveberiyên herêmî ye. Ji ber vê yekê, di pêvajoyên girtina kar a li şaredariyên me de em sîstema pişkê (kura) êdî wekî rêgezeke bingehîn qebûl dikin. Em armanc dikin ku hemû hemwelatiyên ku daxwaza îstihdamê dikin, li gorî wekheviya fersendan a li ser bingeha lîyaqetê werin nirxandin û ji bo her kesî pêvajoyên adiltir werin meşandin. 

Ji tespîta ‘Ziman hilgirê çandê ye’ tevgeriyan, em ê xebatên zimanê dayikê û çandê di hemû herêman de bixin nav jiyanê. Ji aliyekî de dema ku em bi têgihîştina şaredariya pirzimanî xizmetê pêşkêş dikin, ji aliyê din de em ê beşdariyê li parastin, pêşxistin û veguhastina zimanên herêmî bo nifşên paşerojê bikin. Li herêman em ê çalakî û xebatên ku resenî û xweseriyên  çandî yên gelan li ber çavan digirin pêk bînin. Em ê ziman û çanda gelan bidin geşkirin, di xala veguhastina vê mîrasa çandî bo nifşên paşerojê de em ê berpirsiyariya dikeve ser milê xwe bînin cih.

BI RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ YÊN DEMOKRATÎK EM Ê BIGIHÊJIN CIVAKA KOMÎNAL!

Îro di bingeha krîzên li Tirkiye û Rojhilata Navîn de navendparêziya zêde heye. Nexme ku di dîroka bi hezarên salan a van waran de navendparêzî îstisna ye, desantralîzasyon (adem-i merkeziyetçilik) rêbaz e. Pêdivî bi rûyeke nû heye ku navend û herêmê ji nû ve bifikire, têkiliyên wan bi nêrîna li ser kevneşopiya qedîm a van waran mînak bide, demarên ku dê paradigmaya civaka demokratîk jiyanî bikin vebike. 

Çarçoveya ku ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Birêz Abdullah Ocalan di dîroka 27ê Sibata 2025an de xêz kiriye, xwedî mohreke dîrokî ye derbarê derbaskirina paradigmaya serdestiya netewe-dewletparêz û siyaseta demokratîk de. Stratejiya siyaseta demokratîk, zemîna avakirina paradigmaya civaka demokratîk e. Kevirên vê zemînê jî dikarin bi têgihîştina birêveberiyên herêmî yên demokratîk werin hûnandin. Birêveberiyên herêmî yên demokratîk, her rola xwe ya pêşeng û avaker bilîze, civaka demokratîk ava dibe. Geşkirina demokrasiya herêmî û destûra bingehîn a demokratîk jî bi entegrasyona demokratîk mimkûn e. Bi entegrasyona demokratîk, pêkhatina formulasyona dewlet+demokrasî, di heman demê de dê bibe zemîna yekîtiya komînal a gelê Kurd û gelên herêmî. 

Ji bo vê yekê bêyî gîrokirin û eglekirina demê divê gavên qanûnî werin avêtin. Ji bo pêşveçûna demokrasiya herêmî, rakirina şerhên  di Şarta Xweseriya Herêmî ya Ewropayê de û nûkirina ruhê ‘demokrasiya herêmî’ ya Destûra Bingehîn a 1921ê elzem e. Bi vê nûkirinê re transformasyona rêveberiya giştî ya Tirkiyeyê ber bi pêkhateyeke desantralîst ve dê derfetê bibîne û rê bide veguhastina rayeyê ji rêveberiya navendî ber bi birêveberiyên herêmî ve. Dîsa rakirina şerhên di Şarta Xweseriya Herêmî ya Ewropayê de, derxistina Qanûna Birêveberiyên Herêmî yên Demokratîk û Qanûna Civaka Sivîl a Demokratîk, dê di bicihhatina paradigmaya civaka demokratîk de û di çûna dîrokê ya paradigmaya serdestiya netewe-dewletparêz de roleke diyarker bilîze.

Bi van ramanan, em dixwazin Konferansa me ya Birêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a ku me bi şiara ‘Bi Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ber bi Civaka Komînal ve’ lidar xistiye, di avakirina civaka demokratîk de tevkariyê li gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kobanê bawername hatin belavkirin: ‘Em ê bi zimanê xwe bigihijin xeyalên xwe’
Nûçeya Pişt re Rewşa tenduristiyê ya Mahşad Keşani nebaş bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ferhan Hec Îsa: Me di hevdîtinan de dorpêça li ser Kobanê nîqaş kir

Hevserokê kantona Firatê Ferhan Hec Îsa têkildarî civîna Helebê ya bi berpirsên hikumeta demkî re,…

Ji aliyê Stêrk TV

Komxebata Jineolojiyê: Em li dijî tundiyê têkoşînê bilind dikin

Derya Aydin di komxebata Jineolojiyê de wiha got: "Em rû bi rûyê gelek şêwazên cuda…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevşaredarê Dersimê: Em ê îradeya xwe teslîmî hêzên dagirker nekin

Hevşaredarê Dersimê Cevdet Konak ê ku wezîfeya wî hatî xespkirin, wiha got: “Em ê îradeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Zagros dibû Mizgîniya serketinê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Zextên li ser çapemeniya azad dewam dikin: ‘Bila agahiyên qirêj nekeve şûna heqîqetê’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aydin: Di roja me ya dilşewat de zilm li me kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Mihçi: Di vê demê de girîng e em bibin hemalê aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?