Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) û Komîteya Amadekar ya Çalakiyên 8’ê Adarê, li bajarê Kerkûkê li cihê ku jina şoreşger, siyasetmedar û pêşeng ya Kurd Firyal Silêman (Zelal Zagros) lê şehîd bûyî, starta çalakiyên 8’ê Adarê hate dayîn. Jinan soza xwe ya têkoşîn û şopandina rêya jinên şoreşger û pêşeng nû kirin.
Merasîm ewil bi meşê dest pê kir û piştre bi xwendina daxuyaniya RJAK’ê bi dawî bû.
Daxuyaniya RJAK’ê wiha ye:
“Em bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî, em ber bi şoreşa jinan gavan diavêjin’ 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Sed û şêst û heft sal berî niha li New Yorka Emerîkayê 40 hezar jinî ji bo ku rewşa wan a xebatê baştir bibe, greva birçîbûnê ragihand. Daxwaza wan jinan kêmkirina saetên xebatê, wekheviya di xebatê de û destûra dayiktiyê bû. Di kargehekê de ku hin jinan dest bi greva birçîbûnê kiribû, berpirsê wê kargehê ji bo ku dengê jinan qut bike, deriyê kargehê li ser wan dada û agir dada kargehê. Di vê bûyera dirindane de 129 jin bi zindî hatin şewitandin. Piştî 53 salan ji vê bûyerê, Clara Zetkin û hevalên wê vê rojê dikin Roja Jinan a Cîhanî.
8’ê Adarê rojek e ji rojên têkoşîna me jinan, lê belê êş û azar û berxwedana jinan tenê ji 8’ê adarê dest pê nake. Em vê têkoşîna jinan wek berdewamiya wê têkoşîna jinan a hezara salan dibînin. Em ê bi dirûşmeya ‘sedsala 21’an sedsala jinan e’, em ê heyfa kolekirina jinan hilînin ku bi hezaran salan e li ser jinan tê kirin.
Her çend 8’ê Adarê wek rojeke sembolîk a jinan hatibe diyarkirin jî, em ê li ser vê bingehê di hemû rojên salê de têkoşîn û berxwedana xwe pêşve bibin. Wekî ku Rêber Apo di vê mijarê de dibêje, ‘Berî her tiştî ez danîna 8’ê Adarê wek roja jinan wek tiştekî cihê rexneyê dibînim. Şerteke jiyanê ye ku hemû roj jinane bin û bêhna azadiya jinan jê were. Lê belê her wekî ku rastiya 8’ê Adarê nîşanî me dide, tu cih û hebûneke jinan di jiyanê de tune ye. Ev yek radeya kûrahiya wê koletiyê nîşanî me dide ku bi ser jinan de hatiye ferzkirin. Ev mijar ji bo min bûye warekî kar û xebatê ku ez her ku diçe zêdetir li ser wê kûr dibim. Ez bi xwe tu carî vê mijarê wek mijareke cuda ji şer û têkoşînê nabînim.’
Di sedsala 21’an de jinan bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadiyê serkeftin bi dest xistin û mora xwe li vê sedsalê dane. Di roja me ya îro de hem li cîhanê hem li Kurdistanê ew jinên ku ji bo fikra azadiya jinan tê dikoşin, bi rêbazên serkutkirinê tên destgîrkirin û wan dixin zîndanan. Li dijî jinan şerekî berdewam heye ku tê de jin, civak, jîngeh û siruşt dibin armanc.
Lewma em silavên xwe ji wan hemû jinan re dişînin ku li zîndanên Tirkiyeyê ji bo azadî û bidestxistina mafên xwe ketine birçîbûnê. Her wiha em di kesayetiya Zeyneb Celaliyan, Wirîşe Muradî û Pexşan Rojhilatê de silavên xwe ji wan hemû jinan re dişînin ku li Îranê hatine zîndanîkirin. Em dibînin ku kuştina Jîna Emîniyê bû sedema serhildana jinan li Îranê. Piştî vê serhildanê girtin û îşkence û îdamkirin li ser jinên azadîxwaz bi awayekî berbiçav zêde bûye. Em dibînin ku qirkirina jinan berdewam dike, bi taybetî li welatên Efxanistan, Sûdan, Etiyopya û Filîstînê di nav çend mehan de bi hezaran jin hatin kuştin.
Sîstema mêr-dewlet li hember têkoşîna azadiya civakê bûye asteng û jinên pêşeng dike armanc. Me di komkujiya Parîsê de dît ku jin tên armancgirtin. Di van demên borî de jî li Kerkûkê Firyal Silêman Xalit hate qetilkirin.
Şerê Cîhanê yê Sêyem hem di asta cîhanî û herêmî de û hem di asta Kurdistanê de bûye şerekî giştî. Me îsal li dijî Şerê Cîhanê yê Sêyem û li dijî qirkirina jinan û civakê biryar da ku em têkoşîna xwe bilindtir bikin û bi vî awayî pêşwaziya 8’ê Adarê bikin. Têkoşîna jinên Kurd ew yek nîşanî hemû dinyayê daye ku ji bilî jinan kes nikare jinan biparêze. Jinên gerîla bi coş û vîneke bêhempa û bi fedakariyeke mezin hem çiyayên Kurdistanê û hem hemû destkeftên me diparêzin. Pêwîst e em jî vîn û baweriya wan ji xwe re bikin sembol û em xwe û mafên xwe li hember hemû êrişan biparêzin.
Em wek jinên Kurdistan armanca me ye serekî ew e ku em lêpirsînê li ser qetilkirina wan jinên pêşeng bikin ku ji hêla mêr-dewlet û dagirkeran ve li Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê û Cîhanê hatine armancgirtin. Êrişên li ser jinan her ku diçin zêdetir dibin. Îsal di 18’ê meha çileyê de li Kerkûkê jineke çalakvan û şoreşger Firyal Silêman Xalîd bi awayekî pir nemerdane û dirindane hate qetilkirin ku hemû jiyana xwe ji bo azadiya jinan û gelê Kurd û hemû civakê feda kiribû. Wê bi eşqa heqîqeta jiyana azad zêdetirî 30 salî bê navber têkoşîneke qehremanane meşand. Em wek hevrêyên şehîd Firyal Silêman Xalîdê soz û peymanê didin ku em ê wê xetîreya ku Şehîdê bilind kiribû, her tim bilindtir bikin. Em ê tu carî nehêlin ku alavê wê xetîreyê vemire. Em îsal destpêka çalakiyên 8’ê Adarê ji bo bibîranîna şehîd Firyalê li Kerkûkê û li cihê şehîdbûna wê radigihînin.
Em dizanin ku armancgirtina şehîd Firyalê bi wê mebestê bû ku ji bo têkoşîna azadiya jinan astengiyan çêkin. Lê belê li vir, li cihê şehîdbûna şehîd Firyalê heta ku em armanc û xewnên şehîd Firyalê û hemû jinên azadîxwaz pêk tînin, em soza bilindkirina têkoşînê didin. Ew tawanên ku sîstema mêr-dewlet li cîhan û Kurdistanê li dijî jin, zarok, civak û siruştê pêk anîne, em wan şermezar dikin. Em di wê baweriyê de ne ku şoreşa jinan rêya çareseriyê ye û dubare em 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.