Di raporta ku kovara tipê ya The Lancetê de hat weşandin, hat destnîşankirin ku di senaryoya germbûnê ya gerdûnî de zêdebûna germahiyê ya bi 2°C’î, mirinên salane ya girêdayî germahiyê ne heta 2050’î bi rêjeya % 370’ê ango heta 4.7’an be.
Raporta ku bi sernavê “Hejmara Tenduristî û Guhertina Avhewayê” ye, balê dikişîne ser gefên tenduristiyê yên ji ber guherîna avhewayê, wekî germahiya zêde û ziwabûn, vegirtina nexweşiyan û zexta li ser pergalên tenduristiyê.
Di raporê de tê dîtin ku emîsyonên karbonê yên bi enerjiye ve têkîldar in sala borî gihaşt asteke zêde û hikûmetên ku piştgirî didin sotemeniyên fosil, şîrket û banqe tên rexnekirin.
Li gor daneyên raporê ku li ber çavan raxistiye, di sala 2022’an de di seranserê cîhanê de mirov bi gelemperî 86 rojan rastî germahiyên kujer man.
Di navbera salên 1991-2000 û 2013-2022’an de rêjeya mirina kesên ji 65 salî mezintir ji sedemên germê ji sedî 85 zêde bû.
Li gorî raportê, dibe ku sala 2023’an di dîrokê de bibe yek ji salên herî germ. Ev jî bi xwe re metirsiyên wek zêdebûna ziwabûnê, zêdekirina hejmara kesên ku bi bêewlehiya xwarinê re rûbirû ne, û belavbûna nexweşiyên enfeksiyonê li deverên nû tîne.
Yek ji mijarên ku di raporê de hatiye destnîşan kirin ev e; hewcedariya ku di danûstandinên avhewayê de divê zêdetir li ser tenduristiyê were sekinandin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di bersiva xwe ya ji bo raporê de diyar kir ku tenduristî û jiyana bi milyaran mirovan li seranserê cîhanê di metirsiyê de ye û wiha got: “Mirovahî bi paşerojeke xerab re rûbirû ye.”
Dann Mitchellê ku Serokê Talûkeya Avhewayê ya Zanîngeha Bristolê ya Îngilîstanê ye, bang li hikûmetan kir ku armancên avhewayê bi bandortir bi dest bixin û got: “Hişyariyên tenduristiyê yên der barê guherîna avhewa de hikûmet qanê nekiriye ku bi têra xwe kêm bikin.”