Çarşem, 21 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Camci: Divê ji bo têkoşîna bi xizaniyê re ‘Komuna Bajêr’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê siyasetmedarên desthilatldariyê bi berpirsyarî tevbigerin û tevkariyê li aştiyê bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê ji bo Komkujiya Gara Enqereyê banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Sermîn Demîrbag cara 8’emîn hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çiyayê Gabarê birîna daran a li derdora qadên petrolê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Komisyona Jinan a KNK’ê: Rejîma Îranê wê nikaribe jinên Kurd rawestîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinan re Na”: Di mehekê de 72 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 çiyagerên ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin hîn nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her şehîdekî destanek afirand û gihîşt şehadetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên azadiyê: ‘Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya pêşengên jin derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ xelata ‘Fîlmê Herî Baş’ wergirt
Çand û Hûner

Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ xelata ‘Fîlmê Herî Baş’ wergirt

Fîlmê "Gava Şitil Mezin Dibin" ku li Rojava hatiye kişandin, di du festîvalên cuda yên fîlman de ku roja Şemiyê li Lugano û Bangkokê hatin lidarxistin, xelata "Fîlmê Herî Baş" wergirt.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di 10’emîn Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan a Luganoyê (Swîsre) de “Xelata Fîlmê Herî Baş û Mafên Mirovan a 2023’yan” ji bo fîlmê “Gava Şitil Mezin Dibin” ku li Rojava hatiye kişandin hate dayîn.

Jûriya Festîvalê der barê fîlmê de ev daxuyanî da: “Fîlmek ku bi derfetên kêm lê bi baweriya teqez bi hêza cewherî ya sînemayê hatiye çêkirin. Fîlm çîrokeke ji rêzê û nayê texmînkirin bi dilxwaziyeke mezin pêşkêş dike û dem û derfetê dide temaşevanan ku karibin li ser rastiya pê re rû bi rû maye fikire, bendewariyên me timî zêde dike. Ev fîlma ku rêwîtiya bav û keça wî ya li herêmeke ku piştî salên dirêj ên şer û wêraniyê dişopîne, bi rêbaza xwe ya li hemberî rastiya însanî û sosyo-aborî ya Rojava ya hemdem, bi berhevhanîneke zirav re vegotina neo-realîst îfade dike. Bêyî ku em xwe bigirin, rasterast dikeve dilê mirov.”

Merasîma xelatdayînê roja Şemiyê hat lidarxistin. Derhênerê fîlm Rêger Azad Kaya ji ber şert û mercên şer û zehmetiyan nikarîbû were Luganoyê.

Her wiha peyama bi vîdeoyê ku Rêger Azad Kaya şandibû jî hate nîşandan. Kaya di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Em bi armanc û hêviya avakirina cîhaneke baş hatin gel hev. Em vê xelatê diyarî sivîlên di şer de hatin qetilkirin û jiyana xwe ji dest dane dikin. Bi taybetî di van demên dawî de bi dehan welatiyên sivîl li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Nexweşxane, navendên binesaziyê, depoyên avê, saziyên sivîl û kargeh hatin bombebarankirin. Em weke Komuna Fîlman a Rojava we silav dikin, ji hemû fîlmçêkerên beşdarî festîvalê bûne re serkeftinê dixwazin. Ji bo vê xelatê em spasiya we dikin û divê em bibêjin ku em gelek bextewar in. Bi hêviya rojên xweş…”

LI BANGKOKÊ JÎ XELAT stendin

Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ roja şemiya borî di “Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Bangkokê” ku mezintirîn festîvala navneteweyî ya fîlman li başûrê rojhilatê Asyayê ye xelata “Fîlmê Herî Baş” wergirt.

NAVNASA FÎLMÊ

Nav: Gava Şitil Mezin Dibin

Cih: Rojava / 2022 / 83 deqîqe

Derhêner: Rêger Azad Kaya

Ziman: Kurdî

Lîstikvan: Ahmet Arîf Hecano, Sîba Mihemed Elî, Mistefa Mihemmed Elî

ARMANCA FESTÎVALA LUGANOYÊ

10’emîn Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan a Luganoyê di navbera 19-29 Cotmeha 2023’yan de pêk hat. Festîval bi armanca bilindkirina hişmendiyê li ser girîngiya mafên mirovan e. Bi vê boneyê bi temaya “Mafên Mirovan” deh rojan nîqaş û nîşandana fîlman hatin lidarxistin. Komîteya Festîvalê li ser çima festîvaleke bi temaya mafên mirovan lidar dixin de ev daxuyanî da: “Armanca me ya sereke ew e ku em girîngiya mafên mirovan ji aliyê raya giştî ya berfireh ve bidin naskirin, binpêkirina mafên mirovan şermezar bikin û cih ji van mafan re bê vekirin ku hurmetê nîşanî van mafan bidin, destekê bidin kampanyayên ku ji bo rûmeta mirovahiyê dixebitin û diyarker in. Ji bo em nîşan bidin bê ka sînema çawa bi domdarî cihê şahidiyê û derfeteke ji bo fikirandinê ye, me cih da filman û pêşbirka filmên metrajdirêj a navneteweyî li dar xistin.”

RÊGER AZAD KAYA KÎ YE?

Rêger Azad Kaya, derhênerê fîlmê Gava Şitil Mezin Dibin, di sala 1992’an de li Agirî ji dayik bûye. Li Zanîngeha Akdenîzê beşa Radyo-Televizyon û Sînemayê xwendiye. Paşê çû Rojava û kurtefîlm û belgefîlm kişand. Paşê fîlmê Gava Şitil Mezin Dibin kişand. Rêger Azad Kaya hê jî li Rojava ye û xebatên xwe yên sînemayê didomîne.

 
YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN LÛGANO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêkên din jî çareser nabin!
Nûçeya Pişt re Li Silopiyayê kargeha zarokan hat lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bakirhan: Desthilatdarî hemû heyîna xwe li ser esasê dijminatiya Kurdan ava kiriye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku desthilatdariyê hemû heyîna xwe li…

Ji aliyê Stêrk TV

Hatîmogûllari: Aştiya Tirkiyeyê firsendek dîrokî ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di axaftina xwe ya Mitînga 1’ê Îlonê Roja…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Nepalê piştî xwepêşandanan serokwezîr îstifa kir

Serokwezîrê Nepalê KP Sharma Oli piştî xwepêşandanên li dijî qedexekirina medya dîjîtal û nelirêtiyê ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?