CDK-F’ê ragihand ku bi armanca parastina ciwanan a ji tiryak û torên sûcan li seranserî Fransayê kampanyayeke seferberiyê ya civakî û berfireh daye destpêkirin.
Di daxuyaniya CDK-F’ê de hate diyarkirin ku tiryak û çetetî tenê pirsgirêkên şexsî nînin, pirsgirêkên cidî ne ku bandorê li siberoja ciwanan, malbatên wan û jiyana civakî ya li taxan dike.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku firotina tiryakê, bikaranîna wan di fealiyetên sûc de û tundî weke nîşaneyeke hêzê ji ciwanan re tê pêşkêşkirin û hate diyarkirin ku ev yek nayê qebûlkirin.
Hat diyarkirin ku kampanya tenê bi şermezarkirina tiryak û çetetiyê re sînordar namîne û armanca astengkirin, bi zane kirin û pêşkêşkirina alternatîfan a ji bo ciwanan hate behskirin.
Di vê çarçoveyê de li bajarên cuda yên Fransayê wê ji bo ciwan û malbatan civînên agahdarkirinê û perwerde bên lidarxistin ku ciwan berê xwe bidin fealiyetên spor, çand, perwerde û civakî.
CDK-F’ê destnîşan kir ku divê dest ji ciwanên ku bi tiryakê ve hatine girêdan neyê berdan û berê wan bê dayîna saziyên destek û tenduristiya pisporan.
CDK-F’ê diyar kir ku ew ê pirsgirêkên di qada civakî de derketine holê, ji nedîtî ve neyê û bang li malbat, ciwan, komele, saziyên jin û ciwanan, mamoste û welatiyan kir ku bi rengekî aktîf beşdarî kampanyayê bibin.
CDK-F’ê îfade kir ku ew ê têkoşîna li dijî torên sûcan bidomîne û got, “Em ê siberoja ciwanên xwe teslîmî rêxistinên sûcan nekin.”

