Hin mirov hene; Dema ku em wan dibînin dilê mirovan germ dikin. Enerjiyeke wisa li derdora xwe belav dikin ku mirovan dikişînin nav wê enerjiya xwe. Dema ku min cara ewil Azad dît, min enerjiya wî ya xwerû yekser dît. Wê gavê derfet çênebû ku ez wî nas bikim û li gel biaxivim ji ber ku ez neçar bûm ku herim, lê belê wî karî tesîrekê li ser min çêbike. Piştî demekê min ew li cihekî din dît. Bi vî awayî ji min re bû derfet ku ez vî hevalê ciwan û dilgerm nas bikim. Di kêliyên vê hevnasînê de Heval Azad tim min matmayî dihişt. Dema ku pê hesiyan Azad ji gelê Ereb e bi rastî jî matmayî mam. Sedema vê yekê jî ew bû ku Azad gelekî xweşik bi Kurdî diaxivî. Dema ku ez pê re dixivîm, min hizra vê yekê nedikir.
Min ji Azad pirsî bê ka ew çawa dikare ew qas xweşik û xwerû bi Kurdî biaxive, ji min re got; ‘’Ji min re zêde ne zehmet bû, min gelekî hizra wê yekê dikir, gelo çawa dibe ku em zimanê gelê ku em bi salan bi hev re dijîn, hîn nebûne. Ew zimanê me diaxivin, em çima hînî zimanê wan nabin. Ev yek bi sînorên me yên ku di mejiyê me de hatine afirandin ve têkildar e. Lê belê em tim bi hev re dijîn, piştre mesafe kete di navbera me de. Şoreşa Rojava ev sînor ji holê rakirin. Dema ku min biryar da ku tevlî bibim, li gorî min vê yekê têrê nedikir, min ji xwe re got hewe ye ez xwe fêrî zimanê gelê Kurd jî bikim û hemû sînoran ji holê rakim.’’ Van gotinên Azad ên jidil gelekî bandor li min kiribûn.
Rast digot, gelên Mezopotamyayê bi salan e bi hev re dijîn û tu caran di navbera wan de pirsgirêk çênebûn. Ya ku dibe sedema derketina pirsgirêkan û gelan ji hev vediqetîne, ma ne zîhniyeta netewedewletê bi xwe ye? Ev zîhniyet îro bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêbertî ku bi Şoreşa Rojava re pêk hat, ji holê rabû. Yên ku weke Heval Azad ji vê paradîgmayê bawer dikin, van sînorên di dil û mejiyê xwe de ji holê radikin û berê xwe didin çiyayên Kurdistanê. Li gel dildarên vê paradîgmayê, bi hev re li çiyayan jiyaneke nû ava dikin. Wêrekbûn û sadebûn û hizra Heval Azad, careke din nîşanî me da ku hêza PKK’ê çi qasî mezin e. PKK’ê hemû bedewiya mirovan dianî li ba hev û baxçeyekî gelan ava dikir. Heval Azad jî yek ji wan bû. Di temenekî ciwan de gelek tişt dîtibû û jiyabû, lê van tiştan dilê wî mezintir kiriye û bûne sedem ku kesayeteke pir hêja li cem peyda bibe.
Heval Azad dema ku ji zilma tarî ya DAÎŞ’ê re şahidî dikir, dît ku ev çeteyên hov dixwazin Rojhilata Navîn di tariyê de bihêlin û ji her tiştê xweşik ên mirovahiyê re dijminatiyê dikin. Şervan û rewşenbîrên weke Ebû Faysal jî nas kiribûn. Sekna wan bandoreke mezin li Azad dike û di dilê xwe de cihekî mezin ji van şervanên qedîm ên ku ji bo wan şer dikin re vediqetîne. Bi vê awayî çîroka tevlîbûnê ya Azadê ciwan, wêrek û jêhatî destpê dike. Heval Azad di demeke kurt de adapteyî jiyana çiya dibe. Ev yek bala hemû hevalên wî dikşîne. Bi nêzîkatiya xwe ya sade û jidil re di dilê hemû hevalan de cih digire. Bi îdeolojî û felsefeya Rêbertî re xwe pêş ve bir û ev yek di jiyana xwe de jî nîşan da. Di jiyanê de gelekî li ser hûrguliyan disekinî û bi jêhatîbûna xwe pirsgirêk çareser dikirin. Bi Modernîteya Demokratîk re tim hewl dida ku xwe di taybetmendiyên gerîla de pêş bixe. Heval Azad pêwîstiyên vê yekê dizanî û gelekî li ser taktîk û şêwazê kûr dibû û di heman demê de xwe ji aliyê bîrdoziyê ve jî pêş dixist.
JIYANEKE JI MINBICÊ BER BI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ VE
Gerîla û huner ev her du hêmanên xweşik gelekî li hev tên û Heval Azad jî yek ji wan kesan bû ku kesayeta xwe di nava van hêmanan de ava kiribû. Heval Azad bi qasî taybetmendiyên xwe yên şervantiyê bi kesayeta xwe ya hunerî jî bal dikişand. Tembûra wî tim di destê wî de bû û li her derê ji hevalên xwe re dibû sedema coş û moralê. Dema ku min jê pirsî, tu çawa ev qas tiştan bi hev re dikî? Ji min re got; ‘’Partî ji bo herkesê ku dixwaze xwe bi pêş ve bibe derfetan ava dike, ya girîng ew e ku em bizanibin wan derfetan bi kar bînin, partiyê di vê mijarê de gelekî alikariya min kir. Min ev derfet baş bi kar anîn û jê îstîfade kirin. Ma gerîla ne ew kes e ku hemû xweşikiyan di xwe de dihewîne?’’ Heval Azad ev hemû xweşikî li ba xwe kom kiribûn.
Dema ku li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyonên dagiriyê destpê kirin, Heval Azad tim dixwest ku tevlî vî şerî bibe. Dixwest bi hevalên xwe re li ber xwe bide û dagirkeran ji vê xakê derxîne. Her tim li ser taktîkan kûr dibû, ruhê fedaî yê vê pêvajoyê tim hîs dikir. Bi vî ruhî derbasî herêma Zapê ya Rojava bû. Jiyana Heval Azad ji Minbicê heya çiyayên Kurdistanê lêgerîna jiyaneke azad bû. Bi têkoşîna xwe bû şervanekî pêşeng, di heman demê de ji gelê Kurd û Ereb re bû Egîdek, bû hêvî û şervanekî wêrek. Heval Azad li Zapê bû Egîd û di vê têkoşînê de bû nemir.