Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê, rapora ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Qûbînê ya Êlihê, Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê û Girtîgeha Tîpa M a Êlihê diqewimin bi civîneke çapemeniyê ragihand. Rapora binpêkirina mafan a li avahiya Şaxa ÎHD’ê hate ragihandin ji aliyê Berdevkê Komîsyona Lêkolîna Girtîgehê ya ÎHD’ê parêzer Sînan Îslam Gegîn ve hate xwendin.
Gegîn, diyar kir ku li ser serlêdanan li girtîgehan hevdîtin pêkanîne û wiha got: “Di encama van hevdîtinan de hate dîtin ku di mafên bingehîn ên weke veguhestin, ragihandin û tenduristiyê pirsgirêkên gelek cidî hatine jiyîn. Her wiha îdiayên weke lêgerîna tazî, êşkence û muameleya nebaş, taloqkirina berdanan û sînorkirina hevdîtinan ji aliyê girtiyan ve hate vegotin. Girtiyan di hevdîtinan de anîn ziman ku di mijarên aktîvîteyên têkildarî spor, çand, perwerde û hunerê de nikarin tiştekî bikin. Di mijara lêgerîna tazî û hejmartina li ser piyan giliyên gelek cidî hatin vegotin.”
Gegîn, bi lêv kir ku girtî di ketina girtîgehê de dema sewqên tên kirin de rastî lêgerîna tazî tên û girtiyên ku lêgerîna tazî qebûl nakin dibin qadeke ku kamera lê neyî û êşkence û mûameleya nebaş li wan tê kirin. Gegîn, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Girtiyan ragihandin ku dema hejmartinê de li ser piyan hejmar tê kirin, pêkanîna tekmîla li ser piyan tê ferzkirin, cezayê dîsiplînê li girtiyên van ferzkirinan qebûl nakin, tê birîn, dest deynin ser nameyên wan, di axaftina bi telefonê û hevdîtinên girtî de rastî ferzkirina tekmîlê tên û heke tekmîl neyê dayîn ji van mafên xwe bê par tên hiştin.”
Gegîn bal kişand ku girtî di mijara xwegihandina ava paqij û malzemeyên paqijiyê de jî pirsgirêkan dijîn û wiha berdewam kir: “Hate diyarkirin ku ava ku didin qawişan kêm e û ji bo paqijkirina qawişan jî li hin girtîgehan bi tu awayî malzemeye paqijiyê nayê dayîn, hinekan jî kêm tên dayîn, malbat û parêzerên girtiyan jî diyar kirin ku di xwegihandina girtîgehê de pirsgirêkan dijîn û wesayîteke rast e rast diçe girtîgehê nîne her wiha ji otogara navçeya Qûbînê jî wesayîteke veguhestina giştî ya biçe girtîgehê nîne. Her wiha malbat mesafeyeke 2 kîlometreyan bi meşê diçin. Ev jî dibe mesafeyeke bi rêveçûnê ya 26 deqîqeyan.”
Gegîn têkildarî pirsgirêkên li girtîgehan diqewin de daxwaz û pêşniyarên xwe rêz kirin. Gegîn xwest ku mafê xwegihandina tenduristiyê yê girtiyan were başkirin, mafên aktîvîteyên civakî yên girtiyan neyên astengkirin, sînorkirina pirtûk, kovar û rojnameyan were rakirin û derfetên girtiyan yên xwe gihandina weşanan bên başkirin, îdiayên mûameleya nebaş û êşkenceyan û lêgerîna tazî bi awayekî bibandor bê lêkolînkirin, derbarê kesên eleqedar de lêpirsîn were destpêkirin, pêkanîna hejmartina li ser piyan were bidawîkirin, cezayên dîsiplînê yên li girtiyên li dijî vê pêkanînê derketine bên betalkirin, pêkanîna hucreya yek kesî were bidawîkirin, malzemeyên paqijiyê yên ku pêdiviya girtiyan pê heye bê dayîn, astengiya li pêş xwegihandina ava paqij bê rakirin, zehmetiyên têkildarî veguhestina girtîgehan a malbat, kesên diçin serdanan û parêzeran bê rakirin, biryarên derhiqûqî yên ji aliyê Lijneyên Çavdêrî û Îdarî ve hatine wergirtin demildest bên rakirin û hwd.