Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) 18’ê Adara 2014’an biryar da ku mehkûmkirina Rêber Apo bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê bêyî derfetê berdana bi şert, li dijî xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Li gel ku DMME’yê hikum da ku cezayê li Rêber Apo hatiye birîn divê li gorî ‘mafê hêviyê’ ji nû ve bê nirxandin û 10 sal di ser vê biryarê re derbas bûne jî hîn gavek nehatiye avêtin. Komîteya Wezîran ku saziya biryardanê ya Konseya Ewropayê ye, di rûniştina meha Îlonê de salek dem da dewleta Tirk ku ‘mafê hêviyê’ sererast bike. Nûnerê Amedê yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Parêzer Mûrat Aba li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û got, “Ev maf ji bo wê yekê tê dayin, ku kesekî girtî piştî demekê dikare bê berdan.”
TIRKIYE GAVÊ NEAVÊJE
Aba anî ziman ku ji bo bicihanîna ‘mafê hêviyê’ Tirkiyeyê ti gaveke erênî neavêtiye û got, “Mixabin li Tirkiyeyê ‘mafê hêviyê’ nayê bikaranîn. Komîteya Wezîran piştî 10 salan di Îlona 2024’an de salek dem da hikumeta Tirk. Di ser vê biryarê re jî çar meh derbas bûne, lê hîn nirxandinek nîne. Ya rast divê hiqûqnas meseleyeke hiqûqî ya weke ‘mafê hêviyê’ nîqaş bikin ku ev yek pênaseyeke hiqûqî ye. ‘Mafê hêviyê’ bêyî cudahiyê divê ji bo her kesî bi cih bê anîn. Ji ber ku yek ji aliyên meseleya ‘mafê hêviyê’ Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gûrban û Civan Boltan e, ewqasî tê nîqaşkirin. Konseya Ewropayê li gel ku vê rewşa li Tirkiyeyê dibîne jî sererastkirinekê nake û timî demê dide Tirkiyeyê, yan jî tenê dibêje ev rewş nayê qebûlkirin û cihê fikaran e. Daxwaza me ya bingehîn ew e ku Tirkiye ya dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewropayê mewzûat û qanûnên xwe jî li gorî pîvanên Yekîtiya Ewropayê sererast bike. Ji aliyê hiqûqî ve jî divê li gorî hiqûqa mirovan be, li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê be. Tirkiye naxwaze vê pêk bîne. Em hiqûqnas dibêjin, ev yek nabe bi vî rengî bê nirxandin, divê ‘mafê hêviyê’ hebe.”
EV PIRSGIRÊK PIRSGIRÊKEKE CIVAKÎ YE
Aba destnîşan kir ku desthilatdariya AKP’ê hewl dide ‘mafê hêviyê’ weke amûreke zextê ya polîtîk bi kar bîne û got, “Li Tirkiyeyê bingeheke xwe ya hiqûqî nîne ku ‘mafê hêviyê’ neyê naskirin. Tirkiye dem bi dem vê qertê bi kar tîne. Mixabin pêkanîneke Yekîtiya Ewropayê jî li ser Tirkiyeyê nîne. Ji ber vê yekê jî Tirkiye van biryaran bi cih nîne. Divê rûspî, rêxistinên civakî yên sivîl û hiqûqnas ‘mafê hêviyê’ di rojevê de bihêlin. Ev maf mafekî gerdûnî ye. Divê mirov dubare bikin ku ev mesele meseleyeke civakî ye û ev yek ji civakê re bê ragihandin. Jİ bo naskirina vî mafî divê em bi rengekî topyekûn bixebitin.”