Akademîsyen û zanyarê siyasetê Toros Korkmaz şerê navbera DYE-Îsraîl û Îranê û encamên wê yên stratejîk ji ANF’ê re nirxand.
Korkmaz anî ziman ku ev şer ji aliyê dema kurt û dema dirêj ve xwedî armancên jeostratejîk in û got, “Ji bo dema kurt armanca xwe dîzaynkirina Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên ewlekariyê yên Îsraîlê ye. Çalakiya terora kor a Hamasê ya 7’ê Cotmehê êrişa herî giran a ji dema damezrandina Îsraîlê û vir ve bû û şoka mezin a ji ber vê yekê rû da pêşî li wê yekê vekir ku hikumeta Netanyahu ya ku mafên mirovan qet ne xema wê ye, ne tenê li ser Xezeyê operasyoneke leşkerî ya qirkirinê bide destpêkirin, her wiha cografya Rojhilata Navîn li gorî daxwazên ewlekariyê yên Îsraîlê dîzayn bike.
Destpêkê Hamas, piştre Hîzbûllah a li Lubnanê û piştre jî rejîma Baas a li Sûriyeyê bûn hedefa Îsraîlê. Hamas û Hîzbûllah hema li ber tinebûnê ne. Rejîma Baas a li Sûriyeyê hilweşiya û li şûna wê rêveberiyek hate danîn ku dernekeve sînorên ku jê re hatiye diyarkirin.”
STRATEJIYA ROJHILATA NAVÎN A DYE Û ÎSRAÎLÊ
Korkmaz bi bîr xist u Îsraîl nêzî bîst sal in li herêmê li hemberî ‘çarçoveya berxwedanê’ ya bi piştgiriya Îranê şerek da destpêkirin û got, “Îsraîlê ne tenê derb li vê xist, dawiya dawî Serokê DYE’yê Donald Trump qanih kir û bi DYE’yê re dest bi operasyoneke leşkerî ya li hemberî Îranê kir. Armanca dema navîn û dirêj a vê operasyona leşkerî lawazkirina Çînê ye ku beşek ji petrola pêwîstiyê pê dibîne ji Îranê werdigire. Operasyona DYE’yê ya li ser Venezuelayê ku Çînê petrol jê dikirî û helwesta DYE’yê ku bi eşkere got wê Çînê nexe nava Latîn Emerîkayê, nîşan dide ku di salên pêş de şerê hegemonya cîhanê yê DYE-Çînê xurtir bibe.”
Korkmaz diyar kir ku rejîma mola ya li Îranê çiqasî lawaz jî bû be, êrişkariya Emerîka û Îsraîlê dikare bibe sedem ku piştgiriya gel a ji bo rejîmê ku ji dest çûbû, jinûve derkeve holê û got, “Diyar e ku rejîma mola ya otorîter a heyî ya li Îranê wê di demeke kurt de hilneweşe. Gelê Îranê yê sekuler ne ji bo xatirê rejîma mola, lê belê hemberî dewletên ku dixwazin Îranê parçe bikin wê xwedî li dewleta xwe derkeve. Divê mirov rewşe nerêxistinî ya dijberên rejîmê jî li vê zêde bikin.”
PÊŞDÎTINA STRATEJÎK A ABDULLAH OCALAN
Korkmaz bi taybetî destnîşan kir ku di nava van şert û mercan de yekane lîderê ku pêvajo rast xwend Rêber Apo ye û nirxandina xwe bi vî rengî dewam kir, “Abdullah Ocalan hem aliyên polîtîkaya êrişkariyê û belavkariyê ya Îsraîlê rast tespît kir, hem jî ji Kurdên li herêmê xwest ku serî li ber welatên lê dimînin ranekin; nehêlin ku emperyalîzma Îsraîl û DYE’yê wan bi kar bînin, di heman demê de xwest di asta herî bilind de ji aliyê siyasî ve xwe bi rêxistin bikin û ji bo demokratîkbûna welatan bikevin nava hewldanan. Ev polîtîkaya rast pêşî li wê yekê vekir ku Kurdên li Sûriyeyê li herêma Rojava bibin xwedî statuyekê û windahiyeke giran nedin.
Di heman demê de li Îranê şeş rêxistinên Kurdan biryara têkoşîneke hevpar dan ku ev yek gelekî li perspektîfa siyasî ya Ocalan tê. Yekane tişta ku gelên Îranê hem ji hegemonya û êrişkariya Îsraîl û DYE’yê hem jî ji rejîma mola ya dijminê jinê, otorîter û zordar rizgar bike, rêxistinbûna navbera gelên Îranê ya li gorî modela Rojava ye ku li pişt wê fikrê Ocalan heye.”

