Çarşem, 14 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Civîna gel: ‘Divê Abdullah Ocalan bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Desteya Aştî û Siyasîbûnê divê dest bi kar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Cella Yildirim ê krîza dil derbas kir li girtîgehê hate vegerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tehliyeya du girtiyan dîsa hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kariane Westrheim: Çareseriya demokratîk a meseleya Kurd bi kêrî civaka Tirkiyeyê jî tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bavê rojnamevanê girtî Ahmed Polad bang: ‘Ahmed bi tenê nehêlin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulsum Elvan: Aştî tenê bi edaletê, rûbirûbûnê û têkoşîna jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partiyê qetilkirina kedkarên Çapemeniya Azad şermezar kir
Rojane

DEM Partiyê qetilkirina kedkarên Çapemeniya Azad şermezar kir

Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi daxuyaniyekê êrîşa dewleta Tirk a li dijî kedkarên Çapemeniya Azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir û got, “Em bang li rayedarên navneteweyî dikin ku li dijî van êrîşên qirêj dengê xwe bilind bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 2 dq.
Parvekirin

Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê têkildarî qetilkirina kedkarên Çapemeniya Azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, daxuyanî da.

Daxuyaniya DEM Partiyê bi vî rengî ye:

“Me bi xemgînî bihîst ku rojnamevanên çapemeniya azad Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan vê sibehê ji ber êrîşa SÎHA’yê ya Tirkiyeyê di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirrînê de hatine qetilkirin, ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bûye.

Rojnamevanên çapemeniya azad Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji 8’ê Kanûna 2024’an ve li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê êrîşên Tirkiyeyê û komên çeteyan û berxwedana li dijî van êrîşan dişopand û nûçe belav dikirin. Bi saya xebatên wan ên pîroz raya giştî hînî heqîqetan dibû û geşedanên li Rojava bi awayekî rast dişopand. Wan berxwedana jinên Rojavayî digihandin temamê cîhanê.

Di vê qonaxa dawî de desthilata AKP-MHP’ê dest bi polîtîkayên nû ya qirkirinê kiriye. Hêzên desthilata AKP-MHP’ê niştecihên sivîlan bombebaran dikin û heta niha gelek sivîl ji ber van êrîşan hatin qetilkirin. Em baş dizanin ku ev hedefgirtina rojnamegeran jî êrîşeke rêxistinkirî ye û balafirên Tirkiyeyê bi zanebûn rojnamevan hedef girtine. Ji ber ku rojnamevanên Çapemeniya Azad êrîşên li ser gelê Kurd û gelên Rojava dixistin rojevê û pêşî li nûçeyên derew digirtin, bûn hedefên balafirên Tirkiyeyê. Bi vê hedefgirtinê hat xwestin ku sûcên şer ên li Rojava tên kirin bên veşartin û pêşî li bertekên navneteweyî yên li hemberî polîtîkayên dagirkirinê bê girtin.

Ev êrîş li dijî hiqûqa navneteweyî û mirovahiyê hatiye kirin. Em vê êrîşa qirêj lanet û şermezar dikin. Em bang li rayedarên navneteweyî dikin ku li dijî van êrîşên qirêj demildest dengê xwe bilind bikin û van qetlîaman bisekinînin.

Bila bê zanîn ku ev êrîşên qirêj dê nikaribin têkoşîna gelê Kurd, têkoşîna jinan û têkoşîna rojnamevanên Çapemeniya Azad sist bikin. Têkoşîna Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dê li erdê nemîne. Çapemeniya azad dê bi biryardarî û têkoşîneke mezin li ser şopa wan li pey heqîqetan be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk piştgiriya çeteyên DAÎŞ’ê dike’
Nûçeya Pişt re Qetilkirina rojnamevanan li ser sînorê Qamişloyê hate şermezarkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rita: Dixwazim bibim qasida modela jiyana nû ya li Rojava

Rita anî ziman ku piştî kurê wê tevlî nava refên enternasyonalîst bû, Şoreşa Rojava û…

Ji aliyê Stêrk TV

2 rojnamevan hatin girtin

Ji rojnamevanên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komara Tirka Eskîşehîrê de hatibûn binçavkirin 2 jê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rastiya tundiya li dibistanan û berpirsiyariya desthilatdariyê

Êrîşên li ser dibistanên Riha û Mereşê yên ku ji aliyê sûcdarên di temenê zarokatî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Hamayê 3 kes hatin kuştin, li Idlibê 2 mirinên bi guman

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ciwanan li Til Temir û Zirganê banga naskirina Kurdî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Bawer Agir li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?