Cografya Botanê nêzî 7 sal in bê navber tê talankirin. Li vê cografyayê ku dar têne birîn, maden tê derxistin, lêgerîna petrolê lê tê kirin û bendav têne çêkirin, metirsî li ser jiyana mirovan û sewalan heye. Ji ber vê talanê av gemarî dibe, giha şîn nabe û germahî zêde dibe. Herî zêde jî Şirnex dikeve bin bandora vê yekê. Koçberî li ser xelkê Şirnexê tê ferzkirin. Şêniyên ku çavkaniya xwe ya esasî ya debarê sewalkarî ye, ji ber qedexeyan nikarin sewalên xwe bibin zozanan ku biçêrînin. Xelkê Şirnexê ji bo warê xwe neterikîne li ber xwe dide. Ev talankarî li bajarên din jî belav bûye. Ji bo rawestandina vê talanê wê 9’ê Îlonê çalakiyeke mezin bê lidarxistin.
Çalakiya herî girseyî ya demên dawî ya li dijî talanê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk wê di 9-10’ê Îlonê de li Şirnexê pêk were. Piştî daxuyaniya ku saet di 13:00 de li navenda Şirnexê li Qada Cûmhûriyetê bê dayin, wê heta derveyî bajêr meşek bê lidarxistin. Li dû meşê girse wê li wesayitan siwar bibe, derbasî herêma Bestayê bibe û şevekê li qadê çalakiya nobedê lidar bixe. Ji bo meşê û nobedê bang tê kirin. Dayikên Botanî ji bo çalakiya ku wê du rojan dewam bike bi armanca piştevaniyê dest bi amadekirina nan kirin.
Endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Ahmed Başak bang li civakê kir ku li hemberî talanê êdî bêdeng nemîne û bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kir ku xwedî li xwezayê derkeve û beşdarî çalakiyê bibe.
Ahmet Başak işaret bi madenkarî û talankirina xwezayê ya li Şirnexê kir û anî ziman ku ji bo gelê herêmê şert û mercê jiyanê zehmet bûye.
‘LI BAJÊ QADEKE JIYANÊ NEHIŞTIN’
Başak diyar kir ku hem xwezayê hem jî mirovan zerareke mezin dîtin û got, “Xezaya Şirnexê xera kirin. Ji bo xelkê Şirnexê ne li binê erdê ne jî li ser rûyê erdê tiştek nehiştin. Hingî madenê derdixin çiya nehiştin, daristanên me dibirin. Li cihên ku sewal nekarîn bêne xwedîkirin mirov kêm bûn. Li quntara çiyê gund hebûn; sewalkarî dikirin, bi vî rengî debara jiyana xwe dikirin. Ji van gundan heta bi navçveyê darên fêkî gelekî zêde bûn.. Mirovan berhemên hildiberandin bi hev diguhertin û bi vî rengî debara xwe dikirin. Li quntara çiyayê Cûdî gund hemû niha vala bûne. Piştî ku gund vala bûn mirov neçar man ku koçî metropolan bikin. Li wir jî hemaliyê dikin, xizan in. Li vê derê kêm mirov mane, ew jî mirovên extiyar in ku nikarin hilberînê bikin.”
‘WALÎ BI BIRYARÊN QEDEXEYÊ DIBE SEDEMA TALANÊ’
Başak ragihand ku berê li Çiyayê Cûdî bax û baxçe gelek bûn, lê belê îro ji ber madenê av çikiya ye, gundî nikarin zeviyên xwe bi têrkerî biçînin û got, “Her waliyên têne vê derê 15 rojan carekê biryara qedexeyê dide. Mirov ne dikarin biçin nava baxçeyên xwe ne jî dikarin sewalên xwe biçêrînin. Biçin jî di bin kontrola wan de neçar in piştî çend saetan vegerin. Derdora Şirnexê tijî qereqol e. Ji Qilabanê heta bi Xirbikê Bestayê li her derê qereqol çêkirine. Ev ocaxên madenê jî, birîna daran jî ji bo çêkirina qereqolê dibin bahane. Yên ku daran dibin, ya qereqolê çêdikin, ya jî rê çêdikin. Ocaxa madenê ya Suleyman Bolunmez a li Cûdî ji bo qereqolê rê çêdike. Ava gundan qirêj kirin. Ji bilî gundiyan koçer jî êdî nikarin biçin zozanan. Mirov hemû ji vê talanê zerarê dibînin. Hevsengiya xwezayê bi temamî tine kirin. Ruhê xakê kuştin.”
Başak destnîşan kir ku divê her kes li ber vê talanê rabin û got, “Li Cûdî, li Bestayê bi her awayî talan kirin. Li vê derê gundî, gel, her kesên li bajaran jî divê li ber vê talanê rabin. Em li hemberî vê yekê çalakiyan dikin, lê belê divê her kes piştgiriya vê pêvajoyê bike. Li Stenbolê, li Rojava dema ku şewat rû dide, dar tê birîn em li ber radibin, lê belê dema li Kurdistanê ev dibe, her kes xwe kor, kerr û lal dike. Dixwazin Kurdistanê bike weke çolê. Em ê li ber vê yekê rabin û divê ev deng hîn zêde bibe, çalakî zêde bibe.”
‘DIVÊ HER KES BEŞDARÎ ÇALAKIYÊ BIBE’
Başak ragihand ku li bajêr birîna daran pênc sal in bê navber dewam dike, ev yek zerarê dide gel û hawirdorê û got, “Ji ber vê birîna daran germahî zêde bûye, heywan birçî û tî mane. Ji gelek aliyan ve gelek zerarê dide. 5 sal in ev talan bê navber dewam dike. Her roj girantir dibe. Divê em hemû li ber vê yekê rabin. Lewma ji bo xwedîderketina li dar û xwezaya xwe em band dikin.”