Pêncşem, 29 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser karkerên madenê ku dimeşiyan Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 sal û 1 meh ceza dane derhênerê Îranî Cafer Penahî 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ahmet Ozer: Bingeha tayînkirina qeyûm tê danîn
Rojane

Ahmet Ozer: Bingeha tayînkirina qeyûm tê danîn

Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer piştî ku hate girtin, di îfadeya xwe de ya li dadgehê sûcdarî red kir û anî ziman ku îdîayên pê têne sûcdarkirin ji bo 'avakirina bingeha qeyînkirina qeyûm e'.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahme Ozer doh bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Îfadeya Ozer a li dozgeriyê derket holê.  Ozer sûcdariyên li wî tên kirin red kir, got ku di gelek saziyên cemaweriyê de xebitî ye û heta niha derheqê wî de tu lêpirsîn an jî teqîbat tune ne. 

Ozer diyar kir ku destwerdana li îradeya gel nayê qebûlkirin û got, “Heft meh in bi rengekî serketî serokatiyê ji şaredariyê re dikim. Ev yek êrîşeke siyasî ye. Desteserkirina îradeya gel e.”

Ozer ragihand ku îdîayên li hemberî wî têne bikaranîn xwe naspêrin delîlan, berhemên wî û karên berê weke sûc têne nîşandan, ku ev yek jî hewldaneke siyasî ye.

Ozer diyar kir ku pêvajoya tayînkirina qeyûm bi rêya medyayê ketiye rojevê û got, “Ev hemû derew, zext, atraksiyonên siyasî ye ku ji bo dûrxistina wî ya ji wezîfeyê têne kirin. Bingeha tayînkirina qeyûm hatiye danîn. Hîn li dozgeriyê bûm nûçeyên li ser tayînkirina qeyûm di A Haber û hwd. de hatin weşandin.”

Têkildarî pirsa derheqê Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî Ozer ev tişt anî ziman: “Remzî Kartal jî ji Wanê ye. Parlamenterê Wanê bû. Em ji heman eşîrê ne. Piştî derketî derveyî welat têkiliya min pê re qut bû. Îdeolojî û fikrên me ne wekî hev in û malbata wî nas dikim. Li Wanê ne. Dema çûm Wanê min sersaxî jê re xwest. Hindik maye ji vê jî encamekê derxînin. Ev tişt tiştên însanî ku dikim.”

Ozer, ji ber konsereke li Esenyurtê jî hate tawanbarkirin. Ozer, têkildarî konserê wiha got: “Me konsereke li dar xistiye. Me ev konser tevî Qeymeqamê Esenyurtê Fatîh Çobanoglû li dar xist. Me bi hev re organîze kir. Konsera ewil tevî qeymeqam, hevjîna wî û 46 komeleyan hate kirin. Bi dehan hunermend hatin gazîkirin. Min di jiyana xwe de tenê yek carê jî Rojda nedîtiye. Min tenê li wir li ser dikê dît. Li cihên cuda stranan dibêje. Bi dehan kes hatine vexwendin lê min nevexwendiye. Memûrên li wir bi vê mijarê re eleqedar bûn. Dê kî were dê kengî were ew diyar dikin. 450 hezar kes hatine mîhrîcanê. Tê gotin ku 3-5 kesên li wir têkildarî Ocalan dirûşm berz kirine. Heke tiştekî wiha hebe bila emniyetê binçav bikira. Min nedît, nebihîst. Heke min bidîta dê mudaxile bikira. 70 – 80 hezar kes li wir in ma ez ê çawa bibînim kê dirûşm berz kiriye?”

Ozer, diyar kir ku dozeke siyasî ye û wiha got: “Ez tevahiya îdiayên tên kirin red dikim.  Di salên 2016 û 2017’an de min ji Dozgeriya Komarê ya Mêrsînê belgeyek girt. Ez hatime guhdarîkirin, dozger bangî min kir. Di wê guhdarîkirinê de tiştek nehatiye tespîtkirin. Got ku ev yek bi awayekî derusûlî hatiye kirin û heke bixwazim dikarim serlêdana sûc bikim. Min jî got ku heke hewce bike ez ê gilî bikim. Dema berê li min hatî guhdarîkirin, tu hêmayên sûc nehatin dîtin, navnîşana min diyar e û gumana rev û xweveşartinê tune ye. Piraniya delîlan hatin komkirin û îxtîmala ku bandorê li delîlan bikim tune ye. Ji ewil dixwazim bêm berdan û heta dadgeriya we digihije qenaeteke din dixwazim bi şertê kontrola edlî bêm berdan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Qeyûm li ser Şaredariya Esenyûrtê hate danîn
Nûçeya Pişt re Ji bo Esenyûrtê banga berxwedanê: Em edaletê li qadan pêk bînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Aldar Xelîl: Em Sûriyeyek nenavendî dixwaz in

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl got, “Em sîstemeke nenavendî ne tenê ji bo Kurdan,…

Ji aliyê Stêrk TV

Mazlûm Ebdî: Me karî dengê xwe bigihînin ker kesî, ji bo peymanan mîsogeriya navnetweyî dixwazin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku ew di hevdîtinên xwe yên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Berfîn Nûrhaq: Piştî ku min PKK nas kir min got, ez dev ji vê têkoşînê bernadim

Berfîn Nûrhaq a ku qala zarokatiya xwe ya beriya Komkujiya Mereşê dike, dibêje ku ‘piştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Spanyayê ji ber karesata trênê sê roj şîn hat ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

‘Ji ber guherîna avhewayê divê rewşa lezgîn a tenduristiya kûreyî were îlankirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?