În, 20 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karamûs: Divê Newroz li her qadê bi ruhê yekîtiya neteweyî bê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed ji Newroza dîrokî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hebûna Êzidiyan û mifteya destûrî ya bêderî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê di greva birçîbûnê de ye daket 42 kîloyan, pirsgirêkên tenduristiyê giran bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya îmzeyan a navneteweyî ya ji bo mafê hêviyê û rakirina tecrîdê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Amed ji Newrozê re amade ye: Peyama Rêber Apo wê bê xwendin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrhaq Ararat: Herî zêde ciwan bi heqîqeta Newrozê zanin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newrozên destpêkê yên Tevgera Apoyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Beriya Newrozê serdana Şehîdgeha Mihemed Karasungur hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hecî Ehmedî bi bîr anî: Mîrasa wî rêya têkoşînê ronî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Newrozê ya Hevpeymaniya Rojhilat: Yekîtî pêk hat, serkeftin nêzîk e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Akin: Tehamula gelê Kurd ji bo mijûlkirinê nema ye
Rojane

Akin: Tehamula gelê Kurd ji bo mijûlkirinê nema ye

Parlamenterê Partiya DEMê Îbrahîm Akın destnîşan kir ku gelê Kurd êdî li benda gavên berbiçav e û got: “Tehamula gel ji bo mijûlkirinê nema ye. Gel wê wan tiştên ku tên dirêjkirin, paşguhkirin û li gorî daxwaz û dema desthilatê tên kirin, qebûl neke.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Sibat 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Piştî êrîşên sê hefteyên dawî yên li ser Rojava, Kurd ketin qonaxeke nû. Hem xwedîderketina gelê Kurd li daxwaza yekîtiya neteweyî, hem jî berxwedana li dijî dijwariya êrîşan nîşan da ku di pêvajoya nû ya Rojhilata Navîn de divê biryarên gelê Kurd bên girtin.

Li Tirkiyeyê jî di dema êrîşên li ser Rojava de, helwesta hin beşên muxalif ku gihîşt asta dijminatiyê, nîşan da ku di navbera Kurdan û wan de şikestinek çêbûye. Parlamenterê Partiya DEMê Îbrahîm Akın, geşedanên li Rojava û pêvajoya nû ji ANF’ê re nirxand.

‘NİYETA HTŞ’Ê  BI TEVAHÎ TUNEKIRIN BÛ’

Akın diyar kir ku ew êrîşên HTŞ’ê yên li ser Rojava wekî “ji nû ve dîzaynkirina herêmê” dibîne û wiha got: “Wekî tê zanîn, di du hefteyên dawî yên sala 2024’an de li Sûriyeyê desthilatdarî bi lez guherî; HTŞ bi piştgirî û pejirandina hêzên rojavayî rêveberî girt destê xwe. Di Adara 2025’an de jî bi ‘Peymana 10’ê Adarê’ ya di navbera rêveberiya demkî ya Sûriyeyê û HSD’ê de, li ser gelek mijaran ji mafên Kurdan bigire heta rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lihevkirinek pêşîn çêbibû. Ji bo pêkanîna vê peymanê jî heta dawiya sala 2025’an dem hatibû diyarkirin.

Di vê navberê de HTŞ, ji bo ku destkeftiyên Kurdên Sûriyeyê bi tevahî tune bike û rastiya civaka demokratîk a li Rojava bêbandor bike, di nav hewldaneke berdewam de bû. HTŞ di destpêkê de berê xwe da taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê û armanc kir ku bi komkujiyekê hebûna Kurdan tasfiye bike. Berteka raya giştî ya cîhanî û çalakiyên Kurdan ên li çar aliyê cîhanê, rê li ber komkujî û nîyeta tunekirinê ya HTŞ’ê girt.

Hêzên ku dixwazin herêmê ji nû ve dîzayn bikin, bi destê HTŞ’ê hewl dan rêveberiya demokratîk a li Rojava bi tevahî tasfiye bikin û di 18’ê Rêbendanê de peymaneke ku teslîmiyeteke bêşert ferz dikir, danîn ber wan. Lê HTŞ di vê de jî bi ser neket.

Encama ku îro hatiye bi dest xistin, ji bo Kurdan ji tiştê ku dixwestin û heq dikirin paşdetir e. Lê tevî vê yekê, Kurdan careke din nîşan da ku ne li Sûriyeyê ne jî li herêmê nabe ku ji hevkêşeyê  bên derxistin. Rastiyek heye ku her çend rewşa heyî ya li Sûriyeyê li pey armancên Kurdan mabe jî, îro li Rojhilata Navîn bêyî Kurdan avakirina tu hevkêşeyek ne pêkan e. Ev destkeftiya herî mezin e.”

‘HINCETÊN YÊN KU LI DIJÎ PÊVAJOYÊ DERDIKETIN PÛÇ BÛN’

Akın anî ziman ku ev peyman ji bo Tirkiyeyê girîng e û bahaneyên hin derdoran ên li ser mijara Sûriyeyê vala derketine:

“Li hemberî avêtina gavên ji bo aştî û civaka demokratîk a ku Tirkiye bi xwe pêdivî pê dibîne, mijara Sûriye û HSD’ê ya ku hin derdoran wekî bahane bi kar dianîn, êdî ji holê rabûye. Bi rastî saziyên Kurdên Sûriyeyê ku ji destpêkê ve ji bo Tirkiyeyê ne gef bûn, êdî nebûne hincet. Divê êdî herkes berê xwe bide hewcedariya aştiya hundurîn û demokratîkbûna Tirkiyeyê. Van geşedanan hemû hincetên hêzên ku aştî nedixwestin, pûç kirin.”

‘PIRANIYA ÇEPGIRÊN TIRKIYEYÊ LI DIJÎ ÊRIŞÊN HTŞ’Ê BERTEK NÎŞAN DA’

Derbarê nêzîkatiyên hin beşên muxalif û çepgir ên li Tirkiyeyê ku dijminatiya Kurdan dikin, Îbrahîm Akın ev nirxandin kir:

“Nirxandina hemû muxalefetê bi vî rengî ne rast e. Piraniya beşên çep, sosyalîst û sosyaldemokrat bi rengekî zelal diyar kirin ku êrîşên li ser Kurdan nayên qebûlkirin. Gelek partî, rêxistin û saziyên civaka sivîl di vî alî de helwest girtin. Her wiha, helwesta erênî ya partiya muxalefeta sereke (CHP) di hevdîtinên me de û di daxuyaniyên wan ên ji bo çapemeniyê de hat dîtin. Yanî divê em bibêjin ku gelek sazî û partiyên çepgir û demokrat bi peymana dawî re hatine asta ku parastina statû û hebûna Kurdan dikin. Çawa ku em ji xeletiyê re dibêjin ‘xelet’, divê em ji rastiyê re jî bibêjin ‘rast’.

Di xala ku em gihîştinê de gelê Kurd êdî li benda gavên berbiçav e. Tehamula gel ji bo mijûlkirinê nema ye. Ew ê wan polîtîkayên ku li gorî daxwaza desthilatê tên dirêjkirin û sistkirin, qebûl nekin. Gelê Kurd li dijî êrîşên li ser hebûn û mafên xwe, dibe ku cara yekem e ku bi vî rengî li ser asta neteweyî û navneteweyî bertekeke bihêz nîşan dide. Fikra yekîtiya neteweyî di nav Kurdan de ji her demê zêdetir e. Divê her kes vê bibîne û bi dilsozî nêzî hevkêşeya aştî û biratiyê bibe.

Di vê dema kaotîk de, ji bilî mezin kirin û bihêzkirina zemînên têkoşîna hevpar û yekbûyî çareyek din nîn e. Em ê bi hev re vê yekê bidomînin.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Paul Stich: Çareseriya ku Kurd û kêmneteweyan li derve dihêle wê mayînde nebe
Nûçeya Pişt re Karkera depoya Migrosê ya di berxwedanê de: Em ê qet şertên koletiyê qebûl nekin!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk li Efrînê 2 kes revandin

Hate zanîn ku dewleta Tirk nêzî hefteyekê li Efrînê 2 kes revandin.

Ji aliyê Stêrk TV

HSK’ê der barê dadgeha ku biryara Zeydan dabû lêpirsîn da destpêkirin

Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) derheqê dadgeha têkildarî Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan…

Ji aliyê Stêrk TV

Cezayên giran li aktîvîstên Kurd hatin birîn

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) û Radyoya Ferdayê, daraza Îranê cezayên giran…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Amed ji Newrozê re amade ye: Peyama Rêber Apo wê bê xwendin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karamûs: Divê Newroz li her qadê bi ruhê yekîtiya neteweyî bê pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Piştî êrişa li ser Durziyan Îsraîlê li binesaziya hikumeta demkî xist

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nûrhaq Ararat: Herî zêde ciwan bi heqîqeta Newrozê zanin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?