Li gorî daneyên Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) di sala 2023’an de 1923 karker li ser kar jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daxuyaniya ÎSÎG’ê ev yek tê wê wateyê ku her roj 5 karker jiyana xwe ji dest didin. Her wiha li gorî daneyên meclîsê, ji 3’ê Mijdara 2002’an û vir ve ku AKP bû desthilatdar, di cînayetên kar de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Di sala 2024’an de hîn mehek neqediya, têkildarî mirina karkeran nûçe belav bûn. Arda Tonbûl ê 14 salî li Buyukçekmece ya Stenbolê li kargeha MESEM’ê ku lê staj didît, ji ber ku serê wî 16 deqeyan di makîneya tewandina por de asê ma, bi giranî birîndar bû. Piştî tedawiya 6 rojan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Li Sûltanbeylî ya Stenbolê ji ber şewata li konteynera li qada kar a ku malzemeyên pola çêdikir, Mûrat Çolak ê 21 salî, Mûhammed Şahîn ê 18 salî û Firat Karadag ê 17 salî jiyana xwe ji dest dan. Heman demê kurê serokkomarê Somalî Mohammed Hassan Sheîkh Mohamûd li Motokûrye Yûnûs Emre Goçer xist û ew qetil kir.
Li Santrala Nukleerê ya Akkûyû ya Mersînê jî karkeran jiyana xwe ji dest dan. Li înşaeta santralê karker ji ber menenjîtê jiyana xwe ji dest dan. Parlamentera DEM Partiyê ya Mersînê û Endama Desteya Berdevkan a TOP’ê Perîhan Koca têkildarî bûyerên li Akkûyûyê ji ANF’ê re axivî.
BÛYE SANTRALA MIRINÊ
Perîhan Koca diyar kir ku wan têkildarî mijarê pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezareta Tenduristiyê kirine, her wiha ji çavkaniyên xwecihî agahî wergirtine û got, “Ji karker û xizmên wan ên li wê derê agahî ji me re tên. Her wiha me pêşnûme pirs pêşkêşî wezaretên tenduristî û kar kirin. Ji ber ku rewşek pêwendiya xwe bi şert û mercên kar ên li wê derê heye. Yanî ya ku bû sedema şewba nexweşiyê, bû sedema mirinê Santrala Akkûyû ye ku bûye bîra mirinê. Li înşaeta santrala nukleerê agahiyên bi heman rengî timî tên. Weke santraleke mirinê hîn jî tê avakirin Em hewl didin vê yekê timî di rojevê de bihêlin. Mixabin 2 karkerên ciwan jiyana xwe ji dest dan. Min bi Odeya Tabîban û tabîbên li Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîfke re hevdîtin kir. Niha em zanin ku karkerek teqez ji ber menenjîtê jiyana xwe ji dest da. Karkerê din jî ne ji ber menenjîtê, lê ji ber rewşeke cuda jiyana xwe ji dest da. Niha 3 hevalên me yên karker li nexweşxaneyê têne dermankirin.”