Cemîl Bayik di bernameyeke taybet a li Stêrk TV de axivî û têkildarî geşedanên piştî hevdîtina Rêber Apo û şandeya DEM Partiyê nirxandinên girîng kir. Cemîl Bayik anî ziman ku heta niha ti agahî ne ji Rêber Apo, ne jî ji dewletê negihiştiye wan û diyar kir ku di rewşa heyî de dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê şerekî mezin dimeşîne. Bayik got, eger dewleta Tirk bi rastî jî dixwaze xwişk-biratiyê pêş bixe, divê mafên Kurdan esas bigire.
Bayik daxuyaniyên piştî hevdîtina DEM Partiyê ya bi şandeya AKP’ê re û peyamên Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan jî nirxand û destnîşan kir ku nêzîkatiya AKP’ê ne cidî ye.
Temamiya hevpeyvîna bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik re, bi vî rengî ye:
*Piştî tecrîdekî demdirêj bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin pêk hat. Destpêkê hevdîtina malbatê çêbû, piştre jî şandeyeke DEM Partiyê çû Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Di wan hevdîtinan de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê Rêber Apo diyar kir ku ew amade ye di çarçoveya hiqûqî û siyasî de pirsgirêkan çareser bike. Şandeya DEM Partiyê niha jî hevdîtinên xwe bi partî û kesayetên siyasî re didomîne. Hûn vê rojevê çawa dinirxînin?
Her çiqas şande çûbûn gel Rêber Apo jî, tecrîd ranebûye û dewam dike. Di nava şert û mercên tecrîdê de Rêber Apo nikare rola xwe bilîze. Eger dewleta Tirk bi rastî dixwaze pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bibin, di nav wan de pirsgirêka Kurd, pirsgirêka esas e. Ev yek di mehên dawî de jî gelek diyar bû. Ji bo ev pirsgirêk çareser bibe, divê tecrîd bi dawî bibe. Di nav şert û mercên tecrîdê de, daxwazan ji Rêber Apo dikin. Ev yek ne mirovî, ne exlaqî û ne jî hiqûqî ye. Rêber Apo di bin tecrîdeke mutlaq de ye. Di bin tecrîdeke mutlaq de, Rêber Apo wê çawa bikare rola xwe pêk bîne. Yanî ji bo pêk bîne, divê ew şert û merc hemû bên guhertin. Rêber Apo divê bi rengekî azad bikare rola xwe pêk bîne. Rêber Apo dibîne ku Tirkiye û Rojhilata Navîn di pirsgirêkên giran re derbas dibin. Lewma dixwaze van pirsgirêkan çareser bike. Yanî rolekî dîrokî digire ser milê xwe. Dixwaze xizmetekî mezin ji bo gelê Kurd, gelê Tirkiye, gelên Rojhilata Navîn û ji bo mirovahiyê bike. Rêber Apo li ser vî esasî deklarasyoneke ji 7 xalan pêk tê, belav kir. Ev yek ji bo çareseriya pirsgirêkan manîfestoyek e. Di wir de Rêber Apo bi eşkere nêrînên xwe anî ziman. Pir eşkere da diyarkirin ku wê pirsgirêk çawa bên çareserkirin. Dema ku Rêber Apo ev 7 xal diyar kirîn, vê yekê di nava civaka Tirkiyeyê de rehetbûnek çêkir. Vê yekê pêşeroja gelê Tirkiyeyê da diyarkirin. Lewma em dibêjin ev manîfestoyek e. Çawa Rêber Apo, wezîfeya xwe bi vî rengî bi eşkere da diyarkirin, divê dewleta Tirk jî bi eşkere fikir û nêrînên xwe diyar bike. Şandeya ku bi Rêber Apo re hevdîtin kirî, daxuyanî da û got, dewleta Tirk zelal nîne. Çawa ku Rêber Apo ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê çareserî pêş xist, divê dewleta Tirk jî ji bo çareseriyê nêrîna xwe bi eşkere bîne ziman. Dê çi bersivê bidin, dê çi gavan bavêjin, divê diyar bikin. Her kes li benda vê yekê ye. Dewleta Tirk di vir de gavan naavêje, lewma ev yek gumanan çêdike. Divê ev guman rabin.
Di navenda deklarasyonê de, demokratîkbûn heye. Yanî, Tirkiye wê çawa bibe welatekî demokratîk? Heta ku li Tirkiyeyê demokratîkbûn pêş nekeve, pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên din jî çareser nabin. Her kes vê dizane. Her ku diçe jî guhertinên li Rojhilata Navîn çêdibin, van pirsgirêkan hîn mezintir dike. Niha li ser Kurdistanê şerekî mezin diqewime. Ji ber ku ji Hamas destpê kir, ji Hîzbûllah destpê kir û piştre jî li Sûriyeyê rejîma Baas hilweşiya. Şerekî wiha pêş ket ku, êdî gihişte Kurdistan. Li vir Kurdistan wê qedera her kesê diyar bike. Lewma hinek navend hene, li ser Kurdistanê şer dikin. Yanî kê Kurdistan bi dest xist, ew ê encam wergire. Rêber Apo ne tenê pirsgirêkan nîşan dide, çareseriya pirsgirêkan jî diyar dike. Yanî bi vî rengî mesûliyeta xwe ji bo gelê Kurd, gelê Tirkiye, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê pêk tîne. Li beramberî vê yekê divê her kes mesûliyeta xwe diyar bike, dewleta Tirk gav bavêje, lewma şande dibêje guman hene. Eger wiha dewam bikin, wê demê dê guman hîn zêdetir bibin. Pirsgirêka Tirkiyeyê demokratîkbûn e. Dewleta Tirk ti caran ji bo demokratîkbûnê gav naavêje. Ji ber ku eger demokratîkbûn li Tirkiyeyê pêş bikeve, ji her kesê zêdetir Kurd wê sûd ji vê yekê bigirin. Ji bo ku Kurd sûd jê negirin, dewleta Tirk demokratîkbûnê pêş naxe. Eger ku demokratîkbûn pêş nakeve, sedemê vê yekê pirsgirêka Kurd e. Ji ber ku dixwaze Kurdan ji holê rake. Yekê xwedî vê zihniyetê be, demokratîkbûnê pêş naxe. Sedemê ku heta niha li Tirkiyeyê demokratîkbûn pêş neketiye, ev e. Niha Tirkiye gihiştiye qonaxekê, êdî nikare weke berê dewam bike. Ji bo Tirkiyeyê demokratîkbûn şert e. Eger demokratîkbûnê qebûl nekin, zihniyeta xwe li ser vê esasê neguherin û di vir de gav neavêjin, wê tengav bibin û derbeyên mezin bixwin. Rêber Apo di vir de dikeve dewrê, dixwaze Tirkiye gav bavêje da ku dawiya wê mîna ya Osmanî nebe. Ji ber ku rewşa niha ya Tirkiyeyê, mîna rewşa dawî ya Osmanî ye. Ev yek ji bo Tirkiyeyê xeteriyeke mezin e. Rêber Apo di vir de wezîfeya xwe ya dîrokî pêk tîne, dewlet jî divê vê bibîne û li ser vî esasî wezîfeya xwe pêk bîne.
*Bi rastî jî pêvajoyeke welê ye ku aliyê wê yê şerê taybet, pir zêde li pêş e. Gelek tişt tên gotin, rojane propandayek tê meşandin. Piştî ku Rêber Apo got, ‘ez ji bo çareseriya hiqûqî û siyasî amade me’, wek tevger têkîliyek we bi Rêber Apo, yan jî bi dewletê re, weke aliyê sêyemîn çêbû yan na?
Hetaniha tiştek ne ji dewletê, ne jî ji Rêbertî negihiştiye me. Em jî ji ragihandinê tiştên tên nîqaşkirin, dişopînin. Em dixwazin fêm bikin. Yanî bi fermî tiştek ji me re nehatiye, lewma tişteke ku dest û lingên me girê bide nîne. Dewleta Tirk niha li dijî gelê Kurd û tevgera me, şerekî ji berê hîn mezintir dimeşîne. Her roj jî daxuyaniyan didin, dibêjin me ev qas operasyon kirin, me ev qas girtin, me ev qas kuştin. Yanî ew bi xwe vê yekê îtîraf dikin. Yanî di nêzîkatiya dewleta Tirk de guhertinek nîne. Li aliyekê dibêjin, em ê xwişk-biratî pêş bixin, dîrokeke me ya mezin li ser esasê xwişk-biratiyê heye. Lê li aliyekê jî ti caran li gorî xwişk-biratiyê tevnagerin. Eger bi rastî jî em xwişk-bira ne, eger bi rastî jî ew dixwazin xwişk-biratiyê pêş bixin, wê demê divê mafê Kurdan bibînin. Çawa ji bo gelê Tirk dixebitin, divê bi heman rengî mafê gelê Kurd jî bibînin. Em dibînin ku her tiştê ji bo gelê Tirk pêş dixin, lê belê ji bo gelê Kurd jî her tiştê ji holê radikin. Yanî esas digirin ku gelê Kurd tune bikin. Çi eleqeya vê yekê, bi xwişk-biratî re nîne. Ev tenê xwexapandin e. Yanî bi rastî yekê bixwaze pirsgirêkê çareser bike, xwişk-biratî û wekheviyê pêş bixe, divê siyaseta li hemberî gelê Kurd tê meşandin, bi dawî bîne û zihniyeta xwe biguhere. Firseteke dîrokî derketiye, Rêber Apo dixwaze di zihniyetê wan de guhertinê çêbike. Eger zihniyeta xwe ya heta niha domandine neguherin, wê derbeyeke mezin bixwin. Li Tirkiyeyê hinek kes vê dibînin, yanî dixwazin ew zihniyeta ku Kurdan înkar dike û îmha dike, bidin aliyekê. Lê belê di dewletê de hîna ew zihniyet nehatiye guhertin. Belkî di hinekan de hatibe guhertin, lê belê hinek jî israr dikin. Yanî mirov di pratîkê de jî vê dibîne. Hinek dibêjin ji Rêber Apo hinek peyam, name gihiştine PKK’ê. Tiştek wisa nîne. Di dewletê de jî heta niha çi guhertin nîne. Yanî weke her kesê em jî ji ragihandinê dişopînin û hewl didin rewşê fêm bikin. Dewleta Tirk jî têkoşîna xwe dimeşîne, em jî dimeşînin û em ê bimeşînin jî. Heta ku vê zihniyetê neguherin, şert û mercên Rêber Apo di nav de neyên guhertin, heta ku di meclîsê de komîsyon çênebe, di aliyê qanûnî de pêngav neyên avêtin, em ê jî têkoşîna xwe dewam bikin. Ji ber ku dewleta Tirk rojane bi her çekê bi ser me de tê. Ew bi xwe jî vê diyar dikin. Helbet em ê jî têkoşîna xwe berdewam bikin.
*Bi rastî jî ew deklarasyona 7 madeyî li Tirkiyeyê moral û hêviyek ava kir. Lê bi taybet hikûmeta AKP’ê, Erdogan û hinek rayedarên Tirkiyeyê zimanekî pir jehrî û provokatîf bi kar tînin. Ev ziman Tirkiyeyê ber bi kuderê ve dibe û di nava civaka Tirkiyeyê de li hemberî vê pêvajoyê rewşeke çawa ava kir?
Destpêkê jî min got, dema ku Rêber Apo ew manîfesto îlan kir, vê yekê li ser civaka Tirkiyeyê rehetbûnek çêkir. Yanî vê civakê pêşeroja xwe hinekê dît û nefesek wergirt. Rêber Apo bi şandeyê re hevdîtin kir, jê re got, li parlamentoyê bi partiyan re bicivin, nêrînên wan bigirin, ez dixwazim pirsgirêkên Tirkiyeyê û gelê Kurd çareser bikim, di vî alî de hêza min jî heye. Lewma di aliyê teorîk û pratîk de jî ez dikarim vê yekê pêk bînim û ez bi xwe jî bawer im. Lewma got, herin nêrîn û dîtinên wan hemûyan wergirin û ji bo min bînin. Li ser wî esasî şandeyê li parlamentoyê hevdîtin çêkirin. Ji dervey AKP’ê, partiyên din daxuyaniyên erênî dan. Dibêjin, bi rastî eger dewlet samîmî ye û dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, em amade ne alîkariyê ji bo vê yekê bikin. Yanî di wî alî de pirsgirêk nîne. Ev çi dide diyarkirin, di siyaseta Tirkiyeyê de hinek guhertin pêş dikeve. Lê berê wisa nebû. Zihniyeteke hakim hebû, hemûyan tunebûna gelê Kurd esas digirtin. Lê niha ji axaftinên wan diyar dibe ku ew jî dixwazin ev pirsgirêk çareser bibin. Ev pêşketineke girîng e. Mirov dikare bêje li Tirkiyeyê siyaseteke nû pêş dikeve. Li ser vê yekê nîqaş jî çêdibin. Ev yek erênî ye. Lê dema mirov li AKP’ê dinêre, dema ku şande çû bi AKP’ê re hevdîtinê bike, çi daxuyanî dan, gotin me sohbet kir. Yanî ev qas cidî nêz dibin! Yanî ew şande ji bo sohbetê neçûbû wêderê. Ji vê yekê jî mirov fêm dike ku di armanca AKP’ê de çareserkirina pirsgirêka Kurd nîne, li Tirkiyeyê demokratîkbûn pêşxistin, nîne. Eger di armanca wan de demokratîkbûn û çareserkirina pirsgirêkan hebûya, zimanekî welê bi kar nedianîn, wê cidî nêz biban. Mesele partiyên din cidî nêz bûn, yanî nêrîn, rexne, pêşniyar û gumanên xwe anîn ziman. Lê AKP’ê tenê got, me sohbet kir. Yanî weke ku henekê xwe bike. Lê em li axaftinên Erdogan û rayedarên AKP’ê binêrin, ti eleqe bi çareserkirina pirsgirêkan re nîne. Dixwazin pirsgirêkan hîn kûrtir bikin. Li ser wî esasî daxuyanî didin. Yanî dixwazin feraseteke welê di nava civakê de çêbikin ku ti rê ji bo Rêber Apo û PKK’ê neman, neçar in teslîm bibin û em ê teslîm bigirin, divê çekên xwe deynin. Yanî ji dervey kuştinê behsa ti tiştekî din nakin. Eger di armanca wan de çareserî heba, wê zimanekî welê bi kar anîban? Na, bi kar nedianîn.
Wek ew dibêjin, rê li pêşiya PKK’ê nehatine girtin. Ji bo PKK’ê gelek rê vebûn, niha PKK li pir aliyan dikare tevbigere û kar bike. Yanî divê xefletê jiyan nekin. Niha dibêjin, yan wê teslîm bibin, yan jî em ê wan bi çekên wan ve binerd bikin! Divê baş bifikirin û xelfetê jiyan nekin. Ew ê bixwe binerd bibin. Ev ziman, zimanê şer e. Ne zimanê aştiyê, ne zimanê xwişk-biratiyê û ne jî zimanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan e. Jixwe li gor wî zimanî jî pratîk dimeşînin. Yanî ne wisa ye ku mirov bêje tenê propaganda dikin, di esas de dixwazin pirsgirêka Kurd bi tundî, bi teror û komkujiyan temam bikin. Karê ku dimeşînin hemû li ser wê esasê ye. Axaftinên wan timî li ser mirin û kuştinê ye. Wê çawa bikuje û binerd bike, ji dervey vê tiştek din nafikire û nayîne ziman. Yanî ev ziman xizmetê ji çareseriyê re nake, divê gelê Tirkiye vê bibîne. Rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, yekê bi rastî ji Tirkiyeyê hez dike û welatparêz, divê vê bibîne û li dijî bisekine. Yanî berjewendiyên her kesê di vir de heye. Divê ev ziman neyê karanîn û ev zihniyet êdî bi dawî bibe. Berjewendiyên Tirkiyeyê di vir de ye. Menfeatê AKP jî di vir de heye. Eger wiha dewam bikin, wê winda bikin û bi Tirkiyeyê jî bidin windakirin.
*We got, li gel vî zimanî pratîk û êrîşên wan jî dewam dikin. Bi rojane êrîşî Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Her wiha dixwazin komên çeteyan hemûyan bi ser Rojava de bişînin, dixwazin HTŞ li dijî Rojava şer bike. Li aliyekê jî siyaseta qeyûm dewam dike. Li gorî vê, gelo rewş ber bi ku ve diçe?
Niha, zimanê ku bi kar tînin, zimanê heqaretê ye. Yanî hem heqaretê li Rêber Apo dikin, hem PKK’ê û hem jî gelê Kurd dikin. Dibînin ku pirsgirêka Kurd qedera her kesê diyar dike. Rêber Apo dixwaze li vir rolekî dîrokî pêk bîne. Ewane dixwazin pêşî li vê bigirin. Lewma van heqaretan dikin. Dîsa di pratîkê de qeyûman pêş dixin, kesan digirin, cezayan didin, şer didomînin, kuştinan didomînin, her roj bombeyan li Rojava dibarîne. Evane hemû bi vê armancê tên kirin ku bîr û baweriya gel û şervanan a ji bo Rêber Apo tune bikin. Bi vî rengî hewl didin gumanan jî çêbikin, binêrin Rêber Apo hewl dide hin gavan bavêje, dewleta Tirk berevajî wê yekê tevdigere, Rêber Apo nikare tiştekî bike. Bi vî rengî dixwazin Rêber Apo biçûk bikin û bêbandor bikin, da ku Rêber Apo nekare wê rola dîrokî pêk bîne. Naxwazin gelê Kurd qezenc bike, dixwazin pêşî li vê yekê bigirin. Niha li Rojava bi navê SMO şerekî dimeşînin, ew ne artêşa millî ya Sûriyeyê ye, bi temamî ji Çeçenîstan anîne, ji Kibris anîne, ji Lîbya anîne, ji gelek cihan anîne û di bin wî navî de kiryarên xwe dimeşînin. Di nav de jî Tirk bi xwe hene. Yanî hêzên taybet ên Tirk hene, subay û generalên wan di nav de hene, yanî bi temamî ew vî şerî dimeşînin. Ji bo her kesê bixapînin û kes fêm neke ku Tirkiye vî şerî dimeşîne, wî navî bi kar tînin. Xapandin ji bo Tirkiyeyê karakterek e, çandek e. Di vê yekê de pispor in. Şerê ku niha li Qereqozax, Tişrîn û wan deran dimeşe, ji aliyê Tirkiyeyê bi xwe ve tê meşandin. Di bin wî navî de vî şerî dimeşînin, divê her kes vê bibîne. Hinek agahîne hatine ji me re, hinek subay û generalên Tirkiyeyê jî di vî şerî de mirine. Em nizanin tam, çiqas in, lê belê agahiyên wiha hene.
Dewleta Tirk dihesibîne ku li Sûriyeyê gavên pir mezin avêtine. Ev jî, xwexapandinekî mezin e. Dibe niha vê propagandayê dikin, yanî welê hesab dikin ku bi rastî hinekî giraniya xwe çêkirine. Lê belê, ev ne rast e. Yanî Tirkiye kişandin pêvajoyekê. Karê ku dixwastin bikin, bi Tirkiyeyê dan kirin, bi Erdogan dan kirin. Di meseleya Hamas û meseleya Sûriyeyê de jî, Erdogan bi kar anîn. Yanî bi vî rengî di navbera Tirkiye û Ereban de jî pirsgirêk çêkirin. Yanî hedefek welê heye. Yanî Tirkiye li Sûriyeyê bi ser neketiye û kes jî welê bi hêsanî Sûriyeyê teslîmî Tirkiyeyê nake. Bi anîna HTŞ’ê ya li ser desthilatdariyê re, planeke cuda hate meşandin. Yanî divê her kes vê bizane. HTŞ ne bi hêza xwe hat ser desthilatdariya Sûriyeyê. Hinekan ew anî ser desthilatdariyê. Yanî Sûriyeyekî nû tê pêşxistin, li ser çi esasê tê pêşxistin, li ser esasê parastina Îsraîlê û sermayeya global. Îsraîl nûneriya sermayeya global û sîstema kapîtalîzmê dike. Parastina Îsralê, ne tenê parastina Îsraîl e, parastina Îsraîl parastina sîstema modernîteya kapîtalîst e jî. Yanî desthilatdariya Baas ne ji bo ku Sûriye bikeve bin xizmeta Tirkiyeyê, hate rûxandin. Ev pêvajo ji bo Tirkiye, rewşeke cidî ye. Ev yek wê di demê pêş de diyar bibe.
Armanca Tirkiyeyê çiye? Dixwaze bingeh û desthilatdariya xwe xurt bike. Bi SMO dixwaze derbe li sîstema xweser a li Sûriyeyê bide. Yanî dixwaze vê sîstemê tune bike. Dixwaze li ser HTŞ’ê giraniya xwe çêbike. Dixwaze HTŞ û SMO’yê li dijî gelê Kurd, gelê Ereb, Suryan û Ermenî bi kar bîne. Da ku li Sûriyeyê, demokratîkbûn çênebe. Kes vê yekê wiha welê hêsan qebûl nake. Yanî mimkun nîne ku Sûriye welê bikeve bin xizmeta Tirkiyeyê. Her kes dizane Tifaqa Îbrahîmî heye. Ev tifaq êdî li Rojhilata Navîn pêş dikeve. Dibe bi temamî rola Tirkiyeyê xilas nebûye, lê rola Tirkiyeyê wek berê nema. Her kes dibêje Îranê derbeyeke mezin xwar. Raste, belkî hevsengî hinekî di aliyê Tirkiyeyê de qulibî. Lê belê, Tirkiyeyê jî derbeyeke mezin xwar. Ji ber ku di NATO de ye, yekîtiya xwe ya Ewropa heye, li ser Rojhilata Navîn desthilatdariyek dimeşand, lê niha ji derve maye. Mesele li Îtalya derbarê Sûriyeyê civînek çêbû, Tirkiye nevexwendin, ji dervey wê hiştin. Yanî wê Sûriyeyek çawa pêş bixin, Tirkiye li dijî wê ma. Yanî wê çi bike ji bo ku li Sûriyeyê hinek di aliyê aborî de derfetan bi dest bixe, eger mimkun be xweseriya heyî ji holê rakin, hinekê cihê xwe xurt bikin. Lê belê nikarin bi temamî li Sûriyeyê bimînin, wê winda bikin. Ji bo winda nekin, gelek digerin. Li dewletên Ereb digerin, Emerîka û Îngilistan digerin. Yanî bi vî rengî dixwazin hinekê li Sûriyeyê siyaseta xwe pêş bixin, giraniya xwe hinekê çêbikin û derbe nexwin. Lê belê ev ne mimkun e. Li Rojhilata Navîn şer gihiştiye Iraqê, Kurdistan, Îran û Tirkiyeyê. Meseleya Kibris jî heye. Mesele çima li Akdenîz şaredarî girtin, ew jî girêdayî meseleya Kibris e. Dixwazin di aliyê Kibrisê de tedbîran bigirin. Li ser vî esasî Tirkiye kar dike, hêvî dike encam werbigire, lê belê ev ne mimkun e.
*Wezîrê Karên Derve, Erdogan û giştî rayedarên Tirk dibêjin me şert danîne pêşiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê. Gelo ew tiştê ku Tirkiye dixwaze pêk bîne, pêkan e ku li wir pêk bîne?
Tirkiye şerekî psîkolojîk-taybet dimeşîne. Yanî wisa dide diyarkirin ku wê di demeke kurt de bi temamî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rake. Dixwaze vêya bi her kesê jî bide qebûlkirin. Eger derfetê bibînin, wê dagir bikin. Li ser firsetan disekinin. Dîplomasî dimeşînin ku astengiyan rakin, da ku bikarin mudaxile bikin. Gefan li ser gefan dixwin. Ragihandina Tirkiyeyê çi dibêje, her roj dibêje îro yan sibe em ê bikevinê. Yanî zexteke wiha li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê çêdikin. Li aliyekê jî dixwazin HTŞ’ê bixin nav liv û tevgerê. Dîsa dixwaze astengiya NATO’yê jî li pêş xwe rake. Dixwaze Ereban îkna bike. Karekî welê dimeşîne ku bikare Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rake. Cihê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji berê xurttir bû. Ev eşkere ye. Yanî li Sûriyeyê ji bo hêza Dûrziyan, Elewiyan, yên li dijî HTŞ’ê gelek hêz hene. Ji bo wan hemûyan Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bingehek e. Ji bo Koalîsyonê jî wiha ye. Her kesê gumanan dikir li ser HTŞ’ê. Niha li wir têkoşînek heye. Bi vê wesîleyê ez wan têkoşeran silav dikim û ji bo gelê me yê Rojava jî silav û hurmetên xwe diyar dikim. Gel û şervan bi hev re li dijî êrîşên dewleta Tirk disekinin. Qehremaniyê dikin yanî. Gel diçe Tişrînê, bi rojane li wir di nava berxwedanê de ye, mirin û her tişt daye ber çavan. Yanî ew jî karekî dîrokî pêk tînin. Dewleta Tirk çi hesab dikir, wê bikevin Minbicê û heta Dêrezorê biçin, bi vî rengî wê Şamê jî bi dest bixin. Hesabê wan ev bû. Lê belê li Qereqozax û Tişrînê li dîwar ketin, nikarin ti gavan bavêjin. Her roj derbe dixwin. Lewma dibe taktîkên nû bimeşîne. Yanî îhtimaleke welê heye. Yanî eger bi vî rengî dewam bikin, dewleta Tirk wê asê bimîne, wê derbên mezin bixwe.
Planên ku ew dixwazin li ser tevahî Sûriyeyê bimeşînin, wê têk biçe. Heger ew plan têk biçe Erdogan nikare desthilatdariyê de bimîne. Ji ber vê wê bixwazin textîkên nû pêş bixin. Ji ber vê pêwîste gel û şervanên wê derê hesabê vê bikin. Ne wisa hêsan e ku Tirkiyê bikaribe wê têkoşînê ji holê rake. Ew ne gengaz e. Yanî, şerekî psîkolojîk û taybet dimeşînin. Him jî pir xurt dimeşînin û dixwazin herkesî bitirsînin ku planê xwe ser bixin. Lewre heta niha li her derê bi zexta şerê psîkolojîk encam girtin. Herkes tirsandin, wisa encam wergirtin. Dixwazin vê textîkê dîsa bimeşînin. Wisa hesab dikin ku wê li wir jî bi vê textîkê encam bigirin. Lê belê dîtîn ku ew textîkê wan encam nagire. Ji bo vê wek min got, dibe ku di textîkên xwe de guhertin pêşbixin. Pêwîste gel û şervanên ku wê derê têdikoşin şiyar bin.
*Di hinek aliyan de şîroveyek wiha jî tê kirin; mesela di sala 2014’an de dewleta Tirk şerê DAÎŞ’ê hewaleyê Kurdan kir. DAÎŞ hemû çek kir, rext kir, amûr kir û şand ser Kurdan. Hemû cihan û bala herkesî çû ser Rojavayê Kurdistanê. Îro jî gelek kes dibêjin ku dewleta Tirk ji bo ew hêzên girêdayî xwe di Sûriyeyê de serwer bike, berê HTŞ’ê da Kurdan. Wê ew li wir hev bixin, ew jî li wê derê bimeşe û wekî we jî got dibe ku Şamê jî bigire. Senaryoyekê wiha gencaz e eceba?
Dewleta Tirkiyê çi pêşdixe? ‘Bila PKK ji wir derkeve û yê ku derva hatine ji wir derkevin.’ Daxwaziyekê wiha dike, ‘lazim e QSD xwe belav bike û ji holê rake.’ Yanî, propagandayekê wisa dimeşînin. Dixwazin vê bi HTŞ’ê jî bidin qebûl kirin. Jixwe SMO jî li ser vî esasî xistin tevgerê. Di bin vê navê de jî dewleta Tirk xwe vedişerê û şer pêş dixe. Yê ku di SMO’ê de cih digirin ne ji gelê Sûriyê ne. Dibe ku kit û mit di tê de hebin. Lê bi giranî ji gelek welatan hatine û di SMO’yê de cih digirin. Maaş û hemû pêwîstiya wan dewleta Tirk dide. Pêwîste gelê Tirkiyê vê bizane. Gelê Tirkiyê birçîbûnê jiyan dike, dewleta Tirkiyê dibêje derfet nîne û nade wan. Dide SMO û wan çeteyan. Xizmeta wan dike. Pêwîste gelê Tirkiyê vê nîqaş bike. Lazim e bêje, ’em di milê aborî de pirsgirêk jiyan dikin, vê derfeta ku dewlet dide wan ji bo çi ye? Çima rizqê me qut dike û dide wan?’ Lazim e vê nîqaş bikin. Em dibînin, mesela Erdogan bi rehetî vê dike. Lewre kes vê nîqaş nake. Lê pêwîste nîqaş bikin. Yanî tiştê ku dikin vedişerin. Ji bo vê dibêjin, ‘bila yê PKK’î derkevin, bila yên biyanî derkevin.’ Halbukî SMO û bixwe biyanî ne. Heta di HTŞ’ê de jî gelek biyanî hene. Hinek fermandar kirin hemwelatî jî. Ne ji gelê Sûriyê ye ne. Yanî yê ku gelê Sûriyê, yê ku ji bo Sûriyê têkoşîn kirin, cane xwe dan, dibêjin bila ew ji wir derkevin. Lazim e herkes vê bibîne.
*Di heman demê de êrîşek li ser projeyê Neteweya Demokratîk heye. Rêbertî hîn şerê Sûriyê nû destpê kir, digot, tîfaqa mezin a Kurd û Ereban. Yanî tîfaqek stratejîk. Ji bo vê jî gav hatin avêtin. Navê wî jî kirin Bakur-Rojhilatê Sûriyê. Dewleta Tirk dixwaze derbeyekê bide projeyê Neteweya Demokratîk. Di vî warî de bang û hişyariyên wê çi ne? Yan jî nirxandina we ji bo vê metirsiyê çi ye? Yanî di vê konaxê de pêwîste helwesta pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Çerkes çawa bibin?
Niha li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Neteweya Demokratîk pêş ketiye. Dîsa Tevgera Şoreşê Jinê pêş ketiye. Yanî ev Bakur-Rojhilatê Sûriyê û gelên ku li wan deran jiyan dikin vê rastiyê jiyan dikin. Ne gengaz e ku wisa bikaribin Neteweya Demokratîk ji holê rakin. Dibe ku armanca wan ev be, lê nikarin vê pêk bînin. Gelê Bakur-Rojhilatê Suriyeyê rê nade vê. Vê jî aşkere tînin ziman. Suryan jî, Ereb jî, Kurd jî tînin ziman. Herkes vê tînê ziman. Li nirxê xwe û şoreşa xwe xwedî derdikev in. Li wir pirsgirêk, ne pirsgirêka Kurd û destkeftiyê Kurdan e. Li wir pirsgirêka Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê heye. Ya gelên ku li wir jiyan dikin e. Pirsgirêka Netewa Demokratîk e. Destkeftiyên ku gel xistiye destê xwe hene. Dewleta Tirkiye bi zanabûn Kurd û destkeftiyê Kurdan derdixe pêş. Yanî ji bo gelên din xwe ji dervayî vê bibînin û xwedî li vê dernekevin. Dixwaze xapandinek wisa pêş bixe û texmîn dikim ku herkes vê fêm dike. Dewleta Tirkiyê dixwaze gelan li ser gelek esasan li hev û du bixe û bike dijminê hev û du. Dixwaze navbera wan de şer derxe û perçe perçe bike. Ji bo desthilatdariya xwe pêş bixe siyasetekê qirêj dimeşîne. Dibêje, ’em siyaseta Osmanî dimeşînin, destpêkê em ê Mîsak-î Mîlî destbixin û Osmanî ku derê dest xistibe, em ê jî dest bixin.’ Vê tîne ziman jî. Vê çawa pêk bîne? Dixwaze vê bi di navbera gelan de dijmintî çêkirin û gelê Kurd tenê hiştînê re pêk bînin. Kurd jî vê dizanin, gelên din jî dizanin. Ji bo vê dewleta Tirk nikare vê siyasetê bimeşîne. Nikare encam wergire.
*Ez dixwazim derbasî mijarekê din bibim. Niha Şerê Cihanê ya Sêyemîn heye. Navenda wî jî Rojhilata Navîn û Kurdistan e. Di Şerê Cihanê ya Yekemîn de Sykos-Picot hate mohrkirin û ser vê erdnîgariyê hate mohrkirin. Di encamê de Kurdistan bû çar perçe, lê Rojhilata Navîn jî perçe perçe bû. Niha Şerê Cihanê yê Sêyemîn de, taybet di şerê Sûriyê de diyar bû ku peymana Sykos-Picot jî hilweşiya. Yanî peymanekê nû destpê kir, jê re dibêjin, ‘peymanê Îbrahîm’. We jî di axavtina xwe de anî ziman. Şer li Fîlîstînê destpê kir. Piştre Lûbnanê dewam kir. Bi hilweşîna rêveberiya Baas’ê ya Sûriyeyê dewam kir. Gelek tişt nîşan didin ku ev yek ber bi Îranê ve diçe. Lê merheleyekê din heye, ew jî Iraq e. Di wê derê de him modernîteya kapîtalîst nav hewldanê de ye, him jî hêzên herêmî yên wekî dewleta Tirk di nav hewldanê de ne. Rewşa niha, rewşa Îran û Iraqê wê çawa bibe û hûn çawa dinirxînin?
Rast e, di Şerê Cihanê ya Yekemîn de Rojhilata Navîn hate rêxistinkirin. Kurdistan perçe perçe bû. Ereb perçe perçe bûn. Li ser vê pergalê, pergalekî cihanî hate damezrandin. Yên ku li Rojhilata Navîn desthilatdariyê pêşxistin, niha bi destê xwe jî radikin. Yanî yên ku berê çêkir jî ew bûn, yên ku ji holê radikin jî ew in. Ji bo çi radikin? Heya Şerê Cihanê ya Sêyemîn xizmetî wan dikir. Yanî ji bo pergala kapîtalîst modernîte xizmet dikir. Lê belê ew êdî temenê temam kirin. Him ji bo pergala modernîteya kapîtalîst asteng in him jî ji bo gelên Rojhilata Navîn asteng in. ji bo vê ev rejîm ji holê radibin. Şerê Rojhilata Navîn di navbera modernîteya kapîtalîst û dewlet-netewan de çêdibe. Di vî şerî de êdî ew dewletên statukoparêz tesfîye bûn. Pergala modernîteya kapîtalîst her ku diçe di rojhilata navîn de gavên nû davêje. Ew şerê ku gihîşt Sûriyê û Sûriyê hilweşiyê, ev tenê hilweşîna Sûriyê nîne. Ev hilweşîna Rojhilata Navîn e. Ew pergalê ku di Şerê Cihanê ya Yekemîn de pêşxistibûn hildiweşe. Ji bo vê Rojhilata Navîn de guhertinek pir esasî pêş dikeve. Hilweşandina Sûriyê hilweşînên din jî wê pêş bixe. Sûriyê bingeha wan e. Lewre dema Rojhilata Navîn hat rêxistinkirin li ser Sûriyê hate birêxistin kirin. Destpêkê Îngîlîz ketin Sûriyê û piştre navbera wan de peyman çêbû, Îngîlîz derketin û Fransa ket tê de. Hîna wisa di Ereban de sînor nediyar bûn. Dewlet hîn ava nebûbûn. Li Sûriyê destpêkirin. Li gorî wî Lûbnan, Urdun, Sudî Erebîstan, Iraq çêkirin. Yanî di bingeha van dewletan de Sûriyê heye. Sûriyê hevsengiyê û ji bo hevsengiyê hêzêkî esasî ye. Ji bo vê digotin, ‘bê Sûriyê aşitî çênabe.’ Çima, lewre perçebûnê ku çêbûn li ser Sûriyê pêşketin. Niha Sûriyê hildiweşê, teşê girtina ku li Sûriyê çêbû jî hildiweşe. Ev tişt wek zelzeleyek e. Ne ku wisa tenê xwestin li Sûriyeyê desthilatdariyê biguherînin. Ew ê wisa dewam bike. Hinek tînin ziman jî. Hîna kevir li cihê xwe rûneniştine. Niha ber bi ku ve tê? Ber bi Iraq, Îran û Kurdistanê ve tê. Li vir rola Kurdistanê derdikeve pêş. Wisa çarenûsa herkesî didin diyarkirin. Hinek navend hene, taybet ser Kurdistanê disekînin. Dibînin ku kî Kurdistanê bigire gel xwe, wê bikaribe bi riya Kurdistanê teşêdayînek esasî çêbike. Ji ber vê ev dibe şerê Kurdistanê. Ji ber vê ev şer li ser Sûriyê, Irak, Îran û Tirkiyê jî bandor dike. Niha şer digihîje Îran û Tirkiyê jî. Ev li ser wan tirsekê mezin çêdike. Rêber Apo ew guhertinên ku li Rojhilata Navîn çêdibe dibîne, di vir de dixwaze ji bo hemû gelan rolekê dîrokî bilîze. Wisa diyar e tiştê ku li Sûriyê pêk tê, wê li Iraqê jî pêk bînin. Hinek nîşane hene ku wek Sûriyê dixuye. Çawa li Sûriye rolekê dan Tirkiyê, dixwazin li Iraqê jî rolekê bidin. Yanî bi vî şeklî dixwazin Tirkiyê ji bo armancê xwe bişoxilînin. Erdogan, AKP dibêjin em xeta mîlî esas digirin, ew hemû derewin. Tu eleqeya wan mîlîbûnê nîne. Wisa berdewam bike, wê Tirkiyê wek dewleta Osmanî bikin qurban. Ev aşkere ye. Rêber Apo dixwaze di Tirkiyê de demokratîkbûn pêşbixe, ji bo ku Tirkiyê ser gelan nebe bela. Ji bo gelên herêmê ji dagirkeriya Tirkiyê xilas bin. Pêwîste herkes vê wisa fêm bike. Ne ku dixwaze dagirkeriya Tirkiyê xurt bike, dixwaze wî ji holê rake. Ji ber ku tenê demokratîkbûn dikare pêşiya wî bigire. Di Tirkiyê de demokratîk pêşbikeve, herkes dikare nefes bigire. Ji ber ku Tirkiyê li Sûriye û Iraqê jî dagirkeriyê dimeşîne. Li Lîbya û gelek cihên din jî pêş dixe. Pêşiya wê encex demokratîkbûn dikare bigire. Ji bo vê karê ku Rêber Apo dike, karekî girîng e. Diyar e, dixwazin li Iraqê jî hin tiştan pêş bixin. Îhtîmal e, li Iraqê hinek perçebûn jî pêş bikeve. Lewre hin gav berê avêtibûn. Dewleta Iraqê têk çûbû. Paşê li ser navê saziyan hinek kar kirin. Lê belê, hîn jî li Iraqê mirov nikare bêje dewletek avabûye. Yanî, gelek perçebûn tê de tê jiyandin. Yanî şerekî din wekî ya Sûriyê li Iraqê pêşbikeve Iraq nikare vê rake. Ev ê li Iraqê perçebûnê pêş bixe. Yanî, Tirkiyê di Iraqê de gelek hêzan birêxistin dike. Herkes jî vê dizane. Iraq bi Tirkiyê re peymanek çêkir. Lê belê, ez texmîn dikim ku Iraq fêmkir Tirkiyê li Sûriyê çi kir? Tirkiyê derbe li herkesî da, taybet li Îran û Rûsyayê da. Bi hev re li Astana kar dikirin. Ew xapandin û derbeyê mezin li wan da. Herhal Iraq niha ji bo xwe encam jê derxistibe. Heger dernexistibe bixwe mirina xwe çêdike.
*Hûn vê ji bo mutabaqata di navbera hikûmeta Sudanî û Tirkiyê de çêbû dibêjin, ne wisa?
Rast e ji bo wê dibêjim. Niha ew mutabaqat hîn xetertir e. Lewre her tişt xistin xizmetê Tirkiyê. Tirkiyê li ser wê mutabaqatê gelek pêngav avêtin, baregehên xwe yên leşkerî avakirin. Karê xwe yê îstîxbaratê xurt kir. Dîsa nav Tirkmen, Baas’î û DAÎŞ’ê de gelek karê xwe, saziyên xwe pêşxistin. Vê mutabaqatê xizmetê vê kir.
*Di vê pêvajoyê de Îran pir derbe li ser hev xwarin. Niha li Iraqê hewl dide. Gelo hinek nirxandin tê kirin û dibêjin ê herî zêde wenda kir, Îran bû. Ecebe rastî jî Îran dest û lingên wî hatiye girêdan û nikare gavekê bavêje yan ev xapandinek e?
Yanî, temam hinek derbe xwarin. Herkes jî dibîne. Bawerim Îran jî vê dibîne. Çiqas derbe xwaribe jî Îran bixwaze dikare xwe biparêze. Rolê Iraqê ji bo Îranê ji berê zêdetir girîng e. Lewre Hamas û Hizbullah derbe xwar û li Sûriyê jî Baas ket şûnde, rewşa Iraqê ji bo Îranê hîn girîngtir bû. Îran zû bi zû destê xwe ji Iraqê nakşîne. Mirov dikare vê bêje. DYA, Îngîltere û Îsraîl ew jî dixwazin pêngavê ku avêtin li Iraqê jî berdewam bike. Tirkiyê jî dixwaze ji vê sûd bigire. Çawa ku li Sûriyê sûd wergirt, dixwaze li Iraqê jî sud wergire. Vê herkes fêm dike. Şer li Iraqê wê pêş bikeve û mezin bibe. Di vir de çi encam derkeve mirov tam nizane. Lê belê, tiştê ku mirov bîne ziman heye. Temenê netew-dewletê temam bû. Êdî hevsengiya di navbera wan de xera bûye. Ew êdî nikarin li hemberî sermayeyê global bisekînin. Wisa êdî nikarin statukoya xwe biparêzin. Yan di vir de wê lihevhatinê ji bo xwe esas wergirin, yan jî wê derbeyên mezin bixwin. Ji bo Îran jî, ji bo tirkiyê jî ev derbasdar e. Mirov dikare vê bêje.
Rêber Apo dema li ser pirsgirêka Kurd bi M. ALî Birand re roportaj kir, got ‘ez dixwazim muxatabek bibînim. Ku bikaribim pirsgirêka Kurd bi riya siyaseta demokratîk çareser bikim.’ Li ser vî esasî Rêber Apo heta roja me xebat meşand. Di vê de gelek gav avêtin û israr kir. Mesela Turgut Ozal re ket diyaloxê. Li ser vî esasî gelek agirbest pêşxistin. Turgut Ozal ji bo pirsgirêk di milê siyasî û demokratîk de çareser bibe, xwest hin gavan bavêje. Ji bo vê Turgut Ozal kuştin. Piştî wê jî Rêber Apo israr kir. Mutabaqata Dolmabahçe hate pêşxistin. Di vê mutabaqatê de demokratîkbûna Tirkiyê esas wergirtibû. Ne tenê îro vê tîne ziman. Erdogan dît pêvajoya ku Rêber Apo pêşxist, bi mutabaqata Dolmabehçe re gihîşt konaxekê din. An êdî ji bo pirsgirêk di aliyê demokratîk de çareser bibe wê gav bavêta, yan jî wê li dijî wê bisekîniya. Lê di zihniyeta Erdogan de guhertin çênebû. Dixwest ku Kurd ji holê rabin. Ji bo wê çi kir, masa xera kir. Nehîşt ku ew gav bên avêtin. Nehîşt ku pirsgirêk di milê demokrasî û siyasetê de çareser bibe. Pêşiya wê girt. Pêwîste herkes van nîqaş bike. Mesela ji bo çi ew masa hat xerakirin? Yanî di Dolmabehçe de Rêber Apo pir tiştê mezin dixwest? Na, tiştên pir maqul û temamî jî li ser demokratîkbûna Tirkiyê dixwest. Ji bo çi ew masa xera kir û şer pêşxist? Ji bo çi plana çokdanînê xistin dewrê? Pêwîste ev hemû werin nîqaş kirin. Wek min got Rêber Apo bi M. Ali Bîrand re xwest muxatabek bibîne û pirsgirêk çareser bike. Di vî alî de yek alî agirbest pêşxistin. Dîyalog pêşxist û israr kir ku ew hemleyê ku li 15’ê Tebaxê pêşketiye bisekîne. Yanî çek rawestin, pirsgirêk di bingeha hûqûqî û siyasî de werin çareserkirin. Ji ber vê jî Rêber Apo got, ‘hêza min di aliyê teorîk û pratîk de heye. Ez pirsgirêkê dikarim bînim wê bingehê. Dive dewlet jî role xwe pêk bîne.’ Vê aşkere got, Rêber Apo tiştek cuda nabêje. Rêber Apo ji mêj ve dibêje. Hemû karê ku dimeşîne ji bo vê ye. Tiştê ku berê gotiye dibêje. Dibe ku tiştê ku niha dibêje hîn xurtur be, lê tiştekî nû nîne. Pêwîste herkes wisa fêm bike. Rêber Apo ji aliyê xwe de pêngav avêtin. Dewlet û AKP wê çi gavan bavêje? Herkes benda vê ye. Heta niha çi gav neavêtin. Erdogan çi hevdîtîn nake. Heyetê ku hevdîtîn kir jî got, me sohbet kir. Axavtinê ku Erdogan dike jî ne ya çareseriyê ye. Behsa kuştin, mirin û şer dike. Temamî desthilatdariya xwe esas werdigire. Demokratîkbûna Tirkiyê esas wernagire. Pêwîste herkes vê bibîne. Rêber Apo di israrê ku dike de rolêkî dîrokî pêk tîne. Em li gel wî ne. Pêwîste herkes ji bo vê kar bike. Li Tirkiyê hemû demokrat, sosyalîst, ê ku dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe, yê ku Tirkiyê hez dikin pêwîste kar bikin, ne ku gumanên xwe derxin pêş. Bila gumanê wan jî hebin, lê pêwîste ji bo Tirkiyê demokratîk bibe kar bikin. Yanî, demokratîkbûna Tirkiyê xizmetî herkesî dike. Pêwîste herkes ser vî esasî erka xwe ya dîrokî bilîze. Banga min ji bo herkesî ser vî esasî ye.
*Pirsa min a dawî ev e; nêzîkatiya Erdogan li hemberî însîyatîfa ku Rêber Apo girtiye li ber çavan e. Lê belê du roj berê Dewlet Bexçelî got, em ê yan li ser vê axê wek xwîşk û bira jiyan bikin, an jî em ê ji Anatoliya werin qewitandin. Metirsiyek wiha jiyan dikin. Lê belê em li vê rewşê mêze dikin, heger wisa sivik nêzî Rêber Apo bibin û bi kerameta gelê Kurd were lîstîn, PKK’ê wek bixwazin binaxbikin û bêjin kulma me yê hesin jî heye. Ew konjektora jeopolîtîk a Rojhilat Navîn jî heye. Ecebe cuda tercîha Kurdan jî nîne?
Min di nirxandina xwe de jî got, rewşa PKK’ê jî ji berê pir pir baştir e. Berê gelek rê jê re girtîbûn. Niha ew rê jî ji PKK’ê re vebûne. Pêwîste Tirkiyê hesabên şaş neke. Yanî lazim e nebêje, ew pir tengavbûne, ez dikarim xwe bidim qebûlkirin. Ev ji bo wan mirin e. Ji berê zêdetir derfeta Kurdan û PKK’ê heye. Niha gelek hene dixwazin bi PKK’ê re peywendî çêkin. Derfetên ku me dixwest ew bidin PKK’ê, niha dixwazin bixwe bidin. Bila herkes vê bizanibe. Heger Tirkiyê wisa pirsgirêkê çareser neke, alternatîfên PKK’ê yên pir xurt jî hene. Wekî dibêjin dest û lingên PKK ne girêdayî ye. Herkes li ser PKK’ê hesaban dike. Bila Tirkiyê vê bizanibe. Dewleta Tirkiyê lazime bi berpirsyarî tevbigere. Rêber Apo hesabê hemû gelan dike, tenê ya Kurdan nake. Yanî, ji bo mirovahiyê dixwaze erkê xwe pêk bîne. Dixwaze vê bi Tirkiyê bide kirin. Heger Tirkiyê di vî alî de gav neavêje, alternatîf gelek in. Hem jî herkes bixwe nêzî PKK’ê dibe. Alternatîfên PKK’ê zêde bûne. PKK dikare van bikar bîne. Wê çaxê Tirkiyê xisarê bibine. Em naxwazin Tirkiyê têkeve vî halî. Rêber Apo dixwaze bi navendê Tirkiyê re vê pirsgirêkê çareser bike. Gelek navend dixwazin peywendî pêşbixin. Dixwazin Kurd û PKK bînin gel xwe. Li ser Rojhilata Navîn siyasetê dikin. Ez di vir de şiyar dikim, lazime nekevin xefletê. Bahçelî heger vê dibêje hinek rastiyan dibîne û ji ber vê dibêje. Tiştê ku Behçelî dibêje dişibe dema dawiya Osmanî. Di dema avakirina Tirkiyê de Mistefa Kemal ji bo Tirkiyê çawa xetere dît û fêmkir ku bi Kurdan re tîfaq neke nikare ji vê derkeve. Ji bo vê Kurdan re tîfaq kir. Ji Kurdistan destpê kir û xwe bi tîfaqan ji xeterê derxist. Tiştê ku wek konjekturel hebû jî destûr dida. Meseleyên Sovyet jî hebûn. Li vir encamp girt. Yanî Tirkiyê ji xeterê derxist. Niha Bahçelî jî dibîne ku êdî xetere ber bi Tirkiyê ve tê. Heger alîkariyê ji Kurdan wernegirin wê pir mezin wenda bikin. Derdê Bahçelî Tirkiyeyê û gelê Tirk e. Wê çawa bike ku wan bide jiyandin. Ew jî bi tîfaqê gel Kurdan dibe, wekî din nabe. Yê ku ji herkesî zêdetir li hemberî Kurdan sekinî Bahçelî ye, lê heger îro wisa diaxive ji ber vê ye. Ji ber ku wî xetere dîtiye. Ji bo vê dibêje, bi şer tiştek qezenc nabe, bi aşitî çareser dibe. Vê rast dîtiye. Mesela hinek li Tirkiyê nîqaş dikin. Dibêjin heger pirsgirêkê aşitî tê nîqaşkirin, wê çaxê şer heye ku aşitî tê nîqaşkirin. Cihê ku şer nebe, çi hewceye aşitî were rojevê. Wê çaxê şer heye ku aşitî tê nîqaşkirin. Êdî hin tiştan qebûl dikin. Êdî neçar dibin qebûl dikin, ji dil qebûl dikin ez nizanim. Lê bila gelê me bizanibe ku êdî rewşa PKK, Rêber Apo û gelê Kurd ji berê xurtir e. Derfet zêdetir in. Lê belê pêwîste kes xwe sist neke. Ev şert e. Pêwîst e kes di bin bandora şerê taybet û derûnî de nemîne. Yanî, di hinek ragihandina Tirkiyê de propaganda tê kirin. Ew ji bo herkesî bixepînin û di serê herkesî de tevlîhevî çêkin, tên kirin. Pêwîste kes guhê xwe nede van tiştan. Pêwîste guhê herkesî li Rêber Apo û Tevgera me be. Bixwe, Rêbertî û Tevgerê bawerbin û ser vî esasî bikevin tevgerê. Baweriya min gelê Kurd heye. Gelê Kurd polîtîk e, rêxistinkiriye û gelek tiştan fêm kiriye. Gelek tiştan ji hev derdixe û şerê taybet nikare bandor li ser wan çêke. Dîsa jî pêwîst e mirov şîyar be û têkoşîna xwe sist neke. Heger ew hemleyê ku me ji bo Rêbertî pêşxist, xurt bikin dibe ku em zehmetî bikşînin, lê em ê pir mezin qezenc bikin. Em ê bi mirovahî jî mezin bidin qezenckirin.