Duşem, 26 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Koçyîgît: Birêz Ocalan bi israr got ku ‘guherîna li Sûriyeyê divê demokratîk be!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya Rojava de Baran Abdî yê ji Kobanê hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîr û Denîzliyê êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Sengeserê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê: Li Kobanê 5 zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan, divê tedbîrên lezgîn bên girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Keziyên hûnandî: Çîroka hêz, evîn û hebûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku destketiyên me werin misogerkirin divê çalakî berdewam bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Darayî ya Başûr wê 500 milyon dînar alîkarî bide Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Ereb ê Şengalê ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandarê HPG’ê Egîd Kelar ji bo Rojava bang li Başûrê Kurdistanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê bi hezaran kes bi navê ‘Şehîd Deniz’ meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ: Kobanê li dijî mirin û tarîtiyê qîrîna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Koyê piştgirî dan berxwedana Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Koyê bazin diyarî kesên ku tevlî alîkariyê dibin dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamşiloyê jinên Ereb li dijî êrîşên gengaz çek rakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rêxistinên Femînîstên Antîkapîtalîst ji bo Rojava peyam

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Wê kiryarên dermirovî ku li dijî şervanên me tên kirin, bê hesab nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê êrişê dibin ser gundên Kobanê, şer dewam dike
Li gundên Kobanê şer û pevçûnên dijwar
Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê êrîşên xwe didomînin
Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê gundê Xirab Îşkê bi obusan bombebaran dikin
Çete bi dronan êrîşî başûrê Çilaxa kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Aldar Xelîl: Dorpêça Kobanê hewldana qirkirinê ye
Rojava

Aldar Xelîl: Dorpêça Kobanê hewldana qirkirinê ye

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl got ku dorpêça li ser Kobanê li dijî hiqûqa navnetewî ye û ev hewldana qirkirinê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Çile 2026 Dema xwendinê: 21 dq.
Parvekirin

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl, piştî ragihandina agirbestê ji aliyê QSD’ê ve li ser rewşa qadê nirxandin kir. Xelîl dorpêça ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên HTŞ’ê ve li ser Kobanê hatiye ferzkirin wekî der-mirovî binav kir û got ku wê êrîş bi Rojava re sînordar nemînin, ev parçeyeke plana herêmî ye.

Roportaja ku me bi endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl re kiriye wiha ye:

Endamê desteya hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl di destpêka axaftina xwe de qala armanca Emêrîka û hikûmeta demkî  ji agirbestê kir û wiha got:

‘’Agirbesta ku hatiye îlankirin QSD’ê nexwest ev daxwaza Emerîkayê bû. Plansaziya wan ew bû agirbest çêbibe ji bo ku girtiyên DAÎŞ’ê derxin û bibin aliyê Iraqê. Li aliyekê din Emerîkî tevî hêzên Koalisyonê di bin zextekê de ne, di raya giştî de ê ku hatiye derxistin de kesî êrîşên ser Rojava qebûl nekir, dema ku wan jî dît ev helwest derket xwestin mijara agirbestê bixin rojevê ji bo rexne û nêrînên dijî wan derdikevin bidin rewastandin, ji bo wê Emerîka ji Şamê daxwaz kir ku agirbest were çêkirin. Lê QSD, YPG û YPJ û tevahî gelê Rojava xwedî amadekariyên xurtin, her çiqas ji agirbest û diyalogê re amade ne, ji bo şer jî amade ne. Ji ber ên ku êrîş dikin ew in û dema agirbest hate îlankirin ji bo ku QSD vê niyeta xwe ya rast û baş derxe agirbest jî qebûl kir.”

Aldar di berdewamiya axaftina xwe de qala hewldanên ku bi rêya dorpêçê dixwazin ser gelê Kobanê ferz bikin wiha anî ziman:

“Kobanê di rewşekê dijwar re derbas dibe, dorpêça ku li ser hatiye ferzkirin ne mirovî ye û di zagonên cîhanê de nayên qebûlkirin. Ew texmîn dikin ku bi rêya vê dorpêçê îradeya gel bidin şikandin û hinek tiştan bi zorê bidin qebûlkirin. Lê ev gelekî ku ji bo azadiya xwe bi salane têkoşîn dike û li ber xwe dide. Ji bo hebûna xwe her şert û mercên zehmet dane pêşiya xwe, ji bo wê ne mumkine ku ev gel li hember ev zexta ku tê kirin serî bitewîne û paş de gav bavêje. Bajarekî ku tu hemû pêdiviyên jiyanê ên sereke ser qut bike tê wateya ku dixwazin wî gelî tune bikin. Ev tê wateya hewildana pêkanîna jenosîdê ye. Gelê Kobanê ji 2014’an de û heta roja îro îsbat kiriye ku ew gelekî berxwedêr in. Ji bo wê armanca wan şikandina vî  gelî ye, lê gele me berê jî kiriye û wê niha jî çi dibe bila bibe wê gelê me dîsa li ber xwe bide.”

Xelîl dîyar kir ku QSD mirovahî ji xeteriyeke mezin xelaskiriye û wiha got:

“Helwesta DYE û Koalisyonê tê zanîn, bi armanca xwe bi cih kirin ya di  herêmê de, di pêvajoya rêjîma Baas û DAÎŞ’ê de bi QSD’ê re hevdîtin kirin û hêzên xwe derbasî herêmê kirin û me bi hev re DAÎŞ’ê tune kir. Hêzên me mirovahî ji xeteriyeke mezin rizgar kir, DAÎŞ ji xwe re dewleteke avakiribû, heke li Reqayê ew dewlet nehatiba hilweşandin wê rewşa Sûriyê û Rojava niha ne wiha bûya, bi saya berxwedan û qehremantiya ku hatiye kirin de DAÎŞ li Baxozê bi awayekî leşkerî têk çû. Her wiha bi saya wê pergala me ya rêveberiyê li cîhanê hat qebûlkirin. 

Ew berxwedaniya ku hatiye kirin qelenê xwedî derketineke cîhanî li Rêveberiya me bû. Lê îro em dibinin di nav van rojên ku êrîş li ser me tên kirin de hemû pêkhate, bawerî û olên heyî xwedî li vê yekê derdikevin û helwesta xwe li hember van êrîşan nîşan didin. Hinek aliyên ku dixwestin tola DAÎŞ’ê ji me rakin hene û yê ku dixwestin rêveberiya me bişkînin jî hene, lê li hember vê dl cîhanê rayeke giştî jî heye. Eger di 2013 û 2014’an de em tene di sînorên  Rojava de bimana wê niha kesî em qebûl nekirina.” 

Di nav axaftina xwe de Aldar qala têkilîyên xwe bi Koalîsyona navdewletî re kir û wiha pê de çû: “Me dît ku Emerîka çawa piştî ku rejîma Baas hate guhertin têkiliyên xwe bi hikûmeta Şamê re çêkirin, têkiliyên xwe bi ew kesê ku wan bir Şamê re çêkirin. Li aliyeke din DAÎŞ’î di destê QSD de ne, dema ku ev têkilî jî xera bû QSD yan wê wan girtiyan berde yan jî wê radestî hikûmeta Şamê bike. Eger ev DAÎŞ’î werin berdan wê rûyê wan eşkere bibe û eger radestî Şamê bikin baweriya wan bi hikûmetê nayê, lê van rêbaza ku wan bibin Iraqê dan pêş. Eger ev gavavêtin wê demê dixwazin berpirsyartiya xwe ya li hemberê Rojavayê Kurdistanê bidin aliyekê. Ev nayê wateya ku me ji vê têkiliyê sûd negirt, me gelek aliyan de sûd girt, lê ew bi xwe ne têkiliyekî stratejik bû. Ji bo wê jî divê em xwe bi wan ve girê nedin. Divê em hêza xwe ava bikin. Niha wan biryar da ku wê DAÎŞ’yan ji vê herêmê derxin ev jî tê wateya ku li vê herêmê şer û pevçûnek heye, ji bo daxwaza xwe ji Şamê kirin ku agirbestê îlan bikin, ji ber di rewşa şer de wê nikaribin DAÎŞ’iyan xwe derxin.

Eger wan DAÎŞ’yan dibin Iraq ê, wê deme plansaziyeke wan ji bo Îranê heye, ji bo ku wê plansaziyê ji bo Îran ê bidin destpêkirin divê li Iraqê tevliheviyekê ava bikin. Ji bo vê tevliheviyê ava bikin du rê li pêşiya wan hene. Ya yekem ev çekdarên Şamê berê xwe bidin ser sînorê Iraqê ji bo piştgirî bidin komên tundrew ên ku di hundirê Iraqê de bixebitin. Ya din dema ku li Iraqê DAÎŞ’î hebin wê wan DAÎŞ’iyan di wan rewşên tevlihev de derxin û ew DAÎŞ bibin piştgirê wan komên derve. Eger rewşekî bi vê awayî li Iraqê hate jiyîn tê wateya ku yek li eniyên ku Îran ji bo parastina xwe, xwe dispart wan. Çawa ku ev rewş li Lubanê dan kirin û li Iraqê wê demê plana wan ji bo Îranê jî heye. Mijar ne girêdayî Rojava ye, ev planeke ku li ser hemû herêmê tê meşandin, em jî hewl didin di nav vê planê de xwe biparêzin da ku em di nav vê planê de derbe an jî parçekirinê nejîn. Berovajî wê em hewl didin di nav vê planê de destketiyên gelê xwe biparêzin.

Endamê desteya hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl balê kişand li ser parçebûna Sûriyê u xwedî derketina şoreşê ya ciwanan bi wan gotinan rêz kir: “ Sûriye parçe kirin, Rojavayê Kurdistanê cûda kirin, Siwêda cûda kirin û Berav jî cûda kirin, Şam bûye amûrek û ketiye destê hin aliyên girêdayî dewleta Tirk ên ku naxwazin ne pirsgirêka Kurd çareser bibe û naxwazin ku Sûriyeke hevgirtî bimîne. Bi van êrîşan hevfirtina civakî ê ku bi salan hatibû avakirin hedefgirtin. Li Dêra Zor û Reqa ji 2011’an ve û heta berî ku QSD derbasî wan herêman bibe û salên berî wê jî tu carî nekokiyên bi vê awayî di navber pêkhateyan de çênebûne, lê niha li wan herêman dixwazin dijminatiyekê di naveber wan pêkhateyan de bidin avakirin. Ji bo ev aloztir nebe, YPG û YPJ xeta xwe ya parastinê xistin ber sînora Rojava, ji bo ku rê li pêş lîstokên wan werin girtin. Lê niha yekîtiyeke Kurdistanî çêbû, di asta Kurdistan û cîhanê de piştgiriya ku berê hatibû çêkirin û şehîdên di wê rêyê de hatine dayîn, îro xwedî derketinek ji me re çêbû. Îro Rojava ketiye xeteriyê li her kes ji her derê cîhanê xwedî li vê berxwedanê derdikeve. Dema ku xeta sînor gîhişt Rojava ciwanên kurd ji her aliyên din ên Kurdistanê û derveyî welat berê xwe didin Rojava û cihê xwe di nav vê berxwedanê de digirin.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl  li ser rêveçûyûna îmzakirina agirbestê ev tişt anî ziman:

“Ji bo îmza nwkin hincet didan avakirin. Digot, na, na ka em aniha  îmze bikin û agirbestê bikin..  Ji bo wî ewqasî lez dikir û Colanî dizanibû çi li pêşiya wî ye. Dizanibû çiqasî dost û piştevanê me hene. Dizanibû ser vî şerî israr bike yek ji van leşkeran sax venagere û tev cenaze veger in. Berî ku şandeya me bigihîje Şamê rewşa hewayê ne guncav bû, me nikarî biçûna, roja din çûn. Colanî serê xwe derket û got ‘Ez şer disekinînim’. şandeya me çûn û di encama destwerdana Tirkan de ew yek jî dan sekinandin. Aniha jî ev du roj in dibêjin agirbestê bikin. Me jî got baş e em agirbestê bikin û şevê din dibêjin ka em 15 rojan dirêj bikin. Di van tiştan de tu cidiyeteke wan nîne. Em bixwe ji wan bawer nakin. Ew dema dibêjin agirbest ji aliyekî ve keşf û amadekariya xwe dikin.

Aldar xXelîl balê dikşîne li ser êrîşên derûnî ku HTŞ’ê didin meşandin û wiha pêde çû:

“Ji bo moral û motivasyona gel bişikînin û êrişên hovane dikin, şerê derûnî didin meşandin û ji aliyekî din zexta li ser xwe kêm bikin û hinekî demê bidin derbas kirin, bi xelkê bidin jibîrkirin û dîsa êrîşên xwe bidomînin. Lê heke em yekîtî û hevgirtina xwe bidin nişandan, ew neçar in, wê derewa ku ji bo xwe çêdikin pêk bînin û vê agirbestê mayînde bikin.”

Aldar Xelîl derbarê agirbestê û israrkirina projeya neteweya demokratik wiha anî ziman:

 “Ev agirbest xwe dispêre çi? Xwe dispêre entegrasyonê. Di warê entegrasyonê de em cidî ne ku entegrasyon pêk bê. Ji 10’ê Adarê vir ve em vê dibêjin. Bila entegrasyon pêk bê, me xwe ji Sûrî tu carî qut nekiriye. Lê em dibêjin doz û mafê me yê Kurdan jî heye. Em dibêjin bila mafê me misoger bibe. 

Bila em Ereb, Asûr, Suryan, Keldan, nekevin nava nakokiyan de û nekevin nava şer. Em û gelên heremê wekhev û wekî xwişk-birayan bijîn. Ev ne sedemê şer e. Sedema şer, ev aliyan ku dixwazin me tune bikin. Bi sala ye hin derdorên ku di aliyê bîrewerî, hişmendî nikaribûn şerê ramana me bikin, di rojên wisa ku di bin bandora şer de, derûniya mirovan li gorî şer diguher e, û êrişkirina li ser projeya me nayê pejirandin. Em ji projeya xwe ne poşman in. 

Projeya neteweya demokratîk e. Projeya xwişk-biratiya gelan e. Projeya azadiyê ye. Em di roja teng de dev ji projeya xwe berdin, wê demê ev tê wateya ku em xwe tune dikin. Tu yê bêjî qey sedema êrîşan xwişk-biratiya gelan e. Dixwazim vê bêjim çawa xwişk-biratî dibe sedema êrişan? Ya ku dibe sedema tunebûnê, dema ku tu xwe li ser gelê kêleka xwe ferz bikî dibe sedema tunebûnê. Li Elmanyayê Hitler çi ji Cihûyan kir? Kiryarên komkujiyên ku li ser wan pêk hatin, yek sedem jî ev hişmendî bû. Hişmendiya redkirina jiyana hevbeş e. Mînakên wê di dîrokê de gelek in. Niha em mînake ke demokratîk ava dikin. Me demokratîkbûyîn çi ye û ne çi ye rêxistin kir. Herkes divê binêrin miletê Kurd tev rabûye piyan bajarê xwe diparêzin û xwedî li destketiyên xwe derdikevin. Binêrin Kurd, leheng in. Çima ev lehengî çêbû? Ev bi sala ye li ser vê xebat tê kirin. Ev pergala demokratîk ya ku me çêkir, ev rêxistinbûyîna ku hat avakirin, hemû hişmendiya xwe parastinê ya rewa ye. Binêrin miletê me di rojên şer de xwedî li Rojava derdikevin. Ev ne wisa yekî hat bi xêra xwe ji me re kir. Îro heke berxwedaniyek tê kirin encama wê têkoşînê ye. Lê hinek alî di rojên wisa de hewl didin berê civakê bidin deverên şaş. Ev proje, proja hebûna me û azadî rûmeta me ye. Metirsî ev e ku civak di mêjiyê xwe de bin bikeve ne di şer de. Li ser vê dixebitin dixwazin di mêjiyê mirovên me de binkeftinê bidin çêkirin. Lê em bawerin ew miletê ku, ewqasî şehîd dan, dîsa jî xwedî li şoreşê derdikevin û di kolanan de nobeda xwe digire. Miletê Kobanê ewqasî di nava dorpêçê de ye û gavekî paş de navêje. Bajarên din aliyê Cizîrê 24 seatan di nav parastinê de ye, ev a encama vê projeye ye.”

Aldar Xelîl  qala bûyîna mînaka demokrasi ya Rojava kir û da zanîn ku berxwedaniya Rojava yekîtiyek da avakirin û wiha bilêv kir:

“Em dibêjin êdî bes e, bila lîstokên bi vî rengî bêpîvan û nerast neyên kirin û sînorên xwe bizanibin. Herkes bizanibe wê Rojava bibe mînakek, bixwaze û nexwaze  Rojava mînaka demokrasiyê ye Rojhilata NAvîn e. Dîsa ya ku Sûriyê ava bike tecruba Rojava ye. Wê di Kurdistanê de bibe mînaka hevgirtina gelan. Di 2013’an me xwest kongreya neteweyî bikin, ewqasî partiyên cuda hatin gel hev me bi mehan xebat kir, me nikaribû kongreyek neteweyî ya yek helwest çêkira. Lê vê berxwedaniya Rojava yekîtiyek wisa çêkir ku sînorên partiyan derbas kir. Pir hêz hene ku nedixwestin yekîtiya Kurd çêbe. Lê Rojava ev yek da çêkirin. Yek derdikeve û dibêje we mala me xira kir, çi bû çi ji serê me hat? Me ji xwe re tiştek çêkiribû ev siyaseta we vê xira dike. Ez jî dixwazim vê bêjim, kê çêkir, te çêkir ev tecrube? Te Rojava çêkir, te Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêkir, te YPG-YPJ’ê çêkir? Jixwe ev yek bi destê te ba, ji 2011’an û vir ve tiştek çênedibû. Esasen me xwe nespartiba xwik-biratiya gelan, me xwe nespastiba neteweya demokratîk Rojava çênedibû. Yê ku Rojava kir Rojava ev tevger e. Dîsa ya ku Rojava kir Rojava ev proje ye. El Şera li cem xwe anî û xwe bi opozîsyona Sûriyeyê ve girêdabû, xwe bi planên Tirk û Qatarê. Colanî niha xwe wek welatparêz û parazvanê destketiyên Rojava dibi,ne. Heke me jî wek wan bikiriba Rojava çênedibû. Rojava aniha di destê DAÎŞ’ê de ba.”

Aldar Xelîl di axaftinê xwe de bang a xwedîderketina miras û nirxê şehîdan kir û domand:

“Di bin navê agirbestê de, di bin navê qaşo siyasetê de xwedî li Rojava derdikevin ev siyasetên erzan nedin meşandin. Em her tim alîgirê yekîtiyê ne, lê bila ew ê wisa erzan nayên qebûlkirin. Ev mîrasek e, xwîna şehîdan e, keda miletekî ye. Bi salan e têkoşînek hatiye dayîn û berhemên hatiye dayîn, li ser wan hêsirên timsahan nebarînin. Berovajî wê em tev yekîtiya xwe xurt bikin, em tev Rojava biparêzin. Parastina Rojava bi êrîşa li ser projeya Rojava pêk nayê. Parastina Rojava, daketina qadê ye û helwestdayîna li hember van çeteyan e.

Ez dixwazim miletê me vê yeke bizanibe; şerek li ser me tê meşandin, şerekî wisa ye ku dixwazin me dûrî stratejiya me bikin. Em xwedî stratejiyekin û binkeftina Rojava tê wateya binkeftina Bakur, Başûr û Rojhilat. Tê wateya tecruba demokrasiya Rojhilata Navîn. Serketina Rojava; serketina Bakûr, Başûr û Rojhilat e  Kurdistanê  serkeftina demokrasiye ye. Niha jî ev çend car in dibêjin agirbest lê dîsa jî di nav agirbestê de êrîşan dikin. Aliyên ku dixwazin pêvajoya li Bakurê Kurdistanê xira bikin. Ya li vir bi hev re girêdayî ye. Divê dewleta Tirk vê yekê bizanibe heke şer ewqasî pêşbikeve hûn ê jî zirarê bibînin. Û Tirkiye pêş nakeve û li Tirkiyeyê demokrasi çênabe. Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê jî çareser nabe. Ev tê wateya ku 50 salên din jî heman pêvajoyê ji nû ve bijî. 

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl axaftina xwe bi dawî kir:

“Banga me ji Tirkiyeyê re ev e: Hewceye Tirkiye bizanibe roleke erênî li  Sûriyê bilîze. Ev yek konsepteke giştî ye. Îsraîl, Emerîka û hinek welatên Ewropayê û hêzên herêmî jî di nav de ne. Û ev plansazî li ser Lubnanê, Sûriye, Iraq, Îranê û Tirkiyeyê ye. Tirkiye li Parîsê ev plansazî erê kir. Heke bidome piştî Îranê wê plansazî li ser wê be jî. Hêzên derve ji xwe re plansaziya xwe datînin û meriv dibîne û dibêje ka Greenland jî bidin min. Serokê Venezûelayê ji mala wî derxistin û bir. Ew û hevjîna wî tev birin. Yanî  Trump tê naskirin. Li vir jî plansaziyeke wisa bike û bêje ka tu jî vê yeke bike, mirov dikare wateyê bide û mirov bêje ev Trump e. Lê dewletên heremê û Kurd û ne Kurd, ev plansazî li ser we teva ye. Ne li ser me tenê ye. Herkes hişyar be li ser vê plansziyê û bila bizanibin ku Rojhilata Bavîn derbasî qonaxeke din dibe  û hewceye em hişyar bin. Miletê me jî dît ev hov in, ev ji demokrasiyê, ji xwişk-biratiyê fam nakin. Heke ew di şer de ewqasî israr dikin û tevî ku em ji nirxên xwe bawerin jî lê dema ew şer bixwazin em ji bo wê jî amade ne. Miletê me vê dibêje.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê êrişê dibin ser gundên Kobanê, şer dewam dike
Nûçeya Pişt re MXDŞ: Bicîhkirina çeteyên DAÎŞ’ê bo Nînowayê ji bo Êzidiyan û hemû gelan xetereke mezin e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Zanîngeha Kobanê şehîdên Bendava Tişrînê û Qereqozaxê bi bîr anîn

Li Zanîngeha Kobanê ji bo bîranîna şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê û Qereqozaxê çalakiyek hate lidarxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Mêşên hingiv ji bo xwe ji parazîtan biparêzin, xwe ji hev vedigirin

Zanyaran tespît kirin ku mêşên hingiv di dema gefa parazîtan de xwe ji hev vedigirtin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Dawî li tecrîda Îmraliyê bînin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan wiha got: “Heke hûn asayîbûnê bixwazin, wê demê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Ciwanê ku her du lingên wî felc in tevlî seferberiyê bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

YPJ: Em li dora destketiyên xwe yên şoreşê bibin yek

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo Rojava kampanya alîkariyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji ber hewaya sar zarokek din jî jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?