Pêncşem, 27 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Erbaş: Zemîna muzakereyê ya demokratîk êdî destpê kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon wê di 1’ê Kanûnê de bicive û girtekên hevdîtina bi Rêber Apo re bixwîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulîstan Kiliç Koçyigît banga rabûna li dijî komkujiyên Elewiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Olûç û Çandar: Divê deriyên sînor ên bi Rojava re werin vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PKK ji bo paşerojeke azad ava bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê ciwanan bi meşaleyan dîrok nivîsandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PKK’ê nasnameya Kurd a azad afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Ereb: PKK cewhera mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Hevalê Masîro di berxwedana Kobanê de bi roleke girîng rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê hîn bêhtir xwedî li nirxên PKK’ê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan li Stockholmê li dijî tundiyê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê ji jinan çalakiyên şevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di salekê de 110 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Sarya: Jinên ku DAÎŞ têk birin serî li ber HTŞ’ê natewînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolanên Elmanyayê careke din bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Filistînê di 2 salan de 33 hezar jin hatine kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Aldar Xelîl: Projeya Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeyê yekane projeya guncaw e
Rojava

Aldar Xelîl: Projeya Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeyê yekane projeya guncaw e

Aldar Xelîl bûyerên li herêmên peravê yên Sûriyeyê nirxand û anî ziman, ku gel rêveçûna heyî qebûl nake, lewma dadikeve qadan. Aldar Xelîl got, projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekane proje ye ku ji bo çareseriyê li Sûriyeyê tê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 53 dq.
Parvekirin

Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl bûyerên dawî yên li Sûriyeyê nirxand. Aldar Xelîl anî ziman, ku gel rêveçûna heyî qebûl nake, lewma dadikeve qadan û got, projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekane proje ye ku ji bo çareseriyê li Sûriyeyê tê.

Di demên dawî de di serî de li Humsê û li gelek deveran li hember Elewî, Ermen û pêkhateyên cûda bi destê hêzên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê êrîş tên kirin. Derbarê vê yekê de agahiyên ku gihîştine ber destê we çi ne?

Wek tê zanîn wek roja îro salek li ser êrîşa ku ji Idlîbê destpê kir û ber bi Helebê ve diqede. Di encama wê êrîşê de ew hêzên ku hêdî hêdî ji Idlîbê dest bi êrîşê kirin, di roja 8’ê Kanûnê de gihîştin Şamê.  Yanî salek diqede. Di vê salê de gelê Sûriyeyê roja destpêkê wekî şahî kêfxweşiya xwe anîn ziman. Gotin ev rejîm piştî 61 salan êdî rûxiya. Hêviyek çêbû ku Sûriye ber bi pergalek demokratîk, aramiyê ve biçe û Sûriyek nû were avakirin. Lê mixabin vaye salek diqede lê hîn jî Sûriye di nava alozî û pirsgirêkan de ye. Ji roja ku rejîm rûxiya û heta niha rojek jî derbas nebûye ku însanên ji civaka Sûriyeyê yên ji pêkhateyên cuda nehatine revandin, kuştin û mafên mirovan nehatibe binpêkirin. Ev li hemû deverên Sûriyeyê pêk hatin. Ev nîşaneyeke nebaş e. Çawa ku gelek 14 salan şoreşê bike û 14 salan di nava aloziyeke mezin de bijî, daxwaziya wî ji bo azadî û demokrasiyê be, lê di encamê de piştî wê qaşo bê gotin va pêşketin çêbû û va guhertin çêbû, lê di encamê de dîsa alozî berdewam dikin. Di dema berê de pirsgirêka gelê Sûriyeyê bi rejîma wî re hebû. Yanî rexne li ser rejîmê bûn. Her kesî digot, “Ev rejîm despot e, zilimkar e, îradeya gelên Sûriyeyê nasnake, pirsgirêkên Sûriyeyê bi rengê demokrasiyê çareser nake û azadî tineye”. Rexne hebûn. Ji bo vê gel digot bila ev rejîm bê guhertin. Aniha rewş berovajî bûye, êdî welê lê hatiye ku ne tenê mijara rejîmê di rojevê de ye. Têgehên nû ketin rojeva gelên Sûriyeyê. Ev têgehana ne tiştên wisa berê bi rengekî xwezayî normal nedihatin gotin. Mînak ez bêjim, şerê di nava pêkhateyan de, yanî şerê di nava mezheban de û şerê di nava baweriyan de tiştên welê di nava Sûriyeyê de çênedibûn. Her çiqasî pirsgirêkên me û rejîmê hebûn jî, lê wek pêkhateyên hundirê Sûriyeyê, mesela rejîm Elewî bû û pirgirêkên nava Sûriyeyê de ti kesî negot ew Elewî ye û wan hedef nedigirtin. Yanî jî ti kesî nedigot Sunnî wisa wisa ne û êrîşî wan nedikir. Yanî ti kesî nedigot Suryan wiha ne û yên din wiha ne. Lê niha? Lê mixabin tabloyek pir xirab çêbû. Bi hatina vê hikûmeta nû yan jî em bibêjin hikûmeta veguhêz çi kir? Hem pratîka wê rejîmê berdewam kir, wek rêveberiyeke navendî û destpot. Ji aliyê din ve tiştekî nû da afirandin. Ew tişta nû çi ye? Hişt ku ew mirovên Sûriyeyê li ser nasnameyê hesab ji hev bixwazin. Mirov bibêjin tu Kurd î, tu Elewî yî, tu Durzî yî, tu Sunnî yî, tu Suryan î, tu Erman î û tu çi yî, li gor wê hesab ji te bê xwestin. Ev ne li gorî çanda gelên Sûriyeyê ye. 

Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ev bûyerên ku rû dane wek pevçûnên mezhebî bi nav dike. Gelo ev pevçûnên mezhebî ne bi rastî? Van êrîşan kê/kî geş dike û jêderka van êrîşan ku dere?

Ev bûyerên ku te pirsî. Tiştên li Humsê çêdibin, ev saleke tên jiyîn. Ev ne tiştekî nû ye. Lê tiştê cûda çi ye? Di vê salê de gelên Sûriyeyê piştî 14 sal berê ew alozî, tevliheviyan û rewşa awarte gel hêvî dikir ku dema ev guhertin çêbû herî kêm rewşa wî ya jiyanê sererast bibe û pêwîstiyên wî yên jiyanê werin sererastkirin. Karibe bi rengekî ewle di mala xwe de û di gundê xwe de tevbigere û bijî. Lê çi pêk hat? Gel dît ku ne di aliyê aboriyê de pirsgirêk hat çareserkirin, ne di aliyê nasnameya wî ya siyasî de pirsgirêk hatin çareserkirin, ne di aliyê îradeya wî ya civakî de pirsgirêk hatin çareserkirin û hem jî ewlehiya wan tineye. Yek ji malê didkeve ti nizanî di nîvê rê de hat revandin, xortek derdikeve tu lê dinêrî winda bû. Zilamek derdikeve wisa. Mirov pê dihisin ku ewlehiya ku piçek jî hebû çû. Ev vê dide diyarkirin. Ev salek derbas bû. Gel çi kir? Gel bi awayekî aştiyane daket kolanan, ne çek pê re heye, ne bombe pê re heye û ne jî tiştek din pê re heye. Tenê ev gel çi kir? Daket kolanan û bang kir; “Em mafê xwe, jiyaneke aram dixwazin. Em dixwazin ewlehî çêbibe. Em dixwazin derfetên jiyanê ji me re bên afirandin. Em di rewşeke zehmet de ne.” Gel tiştekî pir xwezayî got û daxwaz kir. Dema ez vê dibêjim, mebesta min ne ew e ku ez vî alî digirim an jî aliyên din. Na. Mebesta min ev e; li Sûriyeyê gerek azadiya ramanê, azadiya îfadekirinê, daxwazin xwe bîne ziman û azadî hebe. Divê serbest be. Ma ji bo çi em li dijî Beşar rabûn? Ma ne me digot ji ber azadiya ramanê tineye. Ev gel vaye salek qediya û dibîne ku her roj mirov tên kuştin, revandin û tên windakirin. Mirov dikevin rewşa asta birçîbûnê. Ji bo vê wê gel bi awayekî xwezayî daxwazên xwe bîne ziman. Heke daxwazên xwe neyne ziman ma wê çi bike? 

Êrîşî gel kirin. Gelo ne li Humsê bûya li bajarekî din bûya wê ev êrîş pêkanîbana. Wê ev nêzîkatî jê re kiribana. Ev dide diyarkirin ku ev hêza ku îro hikûmeta veguhêz xiistiye destê xwe ne xwedî hişmendiyeke demokratîk e. Êdî ev bûyer pir bi êş in û em dibînin ku ev wijdanê hemû Sûriyeyiyan hejand. Em ferqê naxin nava pêkhateyan û divê cudatî di navbera pêkhateyan de tinebe. Dema ti bibîne yek hêz di destê wî de ye û êrîşê dike. Wê çaxê metirsiyan çêdike. Gelo Sûriye ber bi ku ve diçe? Rewşeke pir bi aloz e û wê bibe sebebê parçebûnê. Berê yekîtiya gelên Sûriyeyê li dijî rejîmê hebû. Bes niha bi van hewldanan ev rejîm wê çi bike? Wê gelên Sûriyeyê xwe bi xwe bera hev bide. Yanî ew Sûriyeyê parçe dikin. Civaka Sûriyeyê parçe dikin. Nahêlin em tev bi hev re wek hevgirtî û wek hemwelatiyê welatekî bi hev re bijîn û her tim parçebûnê dixin nav. Ev tiştên ku li Humsê çêbûn nîşaneya çûyîneke ber bi xerabiyê ve ye. Ne çûyîneke ber bi başiyê û erêniyê ve ye. Wexta ku dibêjin mezhebî wê çaxê dibe xwediyê wan mezheban ku xwe bi xwe li hev bixin. Yanî mînak, du mehzebên cuda ne û ew xwe bi xwe li hevdu bidin, wê çaxê tê bibêjî heta radeyekê wsa ye. Bes ev ne wiha ye. Hêzên hikûmetê bi xwe mirovan bi rêxistin dikin û êrîşî pêkhateyekê dikin, êrîşî mezhebekê dikin. Ev bûyerên siyasî ne, helwestên siyasî ne. Endama wê ber bi vê ve diçe. Em jî her tim vê dibêjin; ey hikûmeta li Şamê ku niha hikûm dike. Ev tiştên ku ti dike wê bibin sebeb ku şerê mezhebî derkeve. Hums ji roja ku Sûriye hatiye avakirin û heta niha kengî li Humsê Elewî û Sunniyan li hev dane. Dibe ku weke takekes, pirsgirêkên wan bi hevdu re hebin li hedu bidin û pirsgirêka wan derkevin. Lê bi hatina we re ev tişt çêbûn. 14 salan li dijî rejîm Beşar gel şer dikir, lê ti carî li Humsê gelê Elewî û Sunnî bi hev neketin. Yanî eşîrên Sunnî û pêkehateya Elewî ne di vê astê de bûn. Dibe ku hinekan êrîşî berprisyarên rejîmê kiribin, dibe prîşî berprisyarên îstîxbarat û ewlehiyê kiribin. Li ser nasnameyê ev cara yekem e tê kirin. Sebaba wê jî ne mezheba wir e. Divê wisa neyê dîtin ku Sunnî tev vî karî dikin. Gelê Sunnî jî gelekî Sûriyeyê ye,  welatparêz e, dixwaze welatê xwe bi rengekî demokratîk bi rê ve bibe. Ew jî gelekî ji bo yekîtî û hevgirtina Sûriyeyê hişyar e. Bila hikûmet li ser hestên Sunniyan siyasetê neke. Em jî Sunnî ne. Sunnî li Sûriyeyê pir in û demokrat in, laîk in û sosyalîst in. Gelek îro yên zane di nav wan de derketine. Îro li Sûriyeyê beşeke mezin Sunnî ne. Lê ev hikûmet meseleyê bike meseleya Sunnî û Elewî ev lîsteke bêpîvan e û nayê qebûlkirin. Jiber ku ev pirsgirk ji ber vê hikûmetê pêk hatiye. Ne ji ber pêkhateyan pêk hatiye. 

Kî li pişt vê pêvajoya paqijkirina etnîkî ya ku li Sûriyeyê hatiye destpêkirin e, û çi berjewendiyen wan hene? Hûn pêşveçûna komkujiyên weha çawa şîrove dikin, nemaze piştî hevdîtina Trump-Colani?

Colanî piştî ku Trump dît, xwest ji Trump re vê bibêje; “Min pirsgirêkên Sûriyeyî tev çareser kirine û pirsgirêk li Sûriyeyê nemane.” Heke bê bîra we, beriya ku biçe Washingtonê, hevdîtina şandeya me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Colanî û hikûmeta wî re çêbû. Wê çaxê bi devkî her tişt erênî nîşan dan. Wekî ku hemû tişt tên çareserkirin û qebûl dike. Ji bo çi? Ji bo biçe Washinghon û bibêje va pirsgirêk tinene. Çû û bi rastî jî wisa ji Trump re got. Got, “Me bi giranî prisgirêkên xwe çareser kirine, diyalogên me hene û em çareser dikin.” Metirsiyên wî ev bûn; dema biçe Washingtonê û pirsgirêk hebin dibe ku Trump piştgiriya wî neke yan jî tiştên ku ji Trump dixwaze mînak rakirina cezayan û hwd. erênî nêzîkatî çênebin. Lê temam çû, vegeriya û tiştên bû, bû. Daxwazên wî pêk hatin an pêk nehatin mijareke din e. Lê niha dixwaze çi bike? Dixwaze serweriya xwe û hikme xwe bi zorê li ser civakê ferz bike. Ne tenê li Humsê, heta li herêmên me jî ji Şêxmeqsûd bigire heta digihêje Dêrazorê li hemû deveran alozî derxistin. Yanî wekî ku bibêje; “Va çûm Washingtonê, min destûr ji Trumê girt û Trump tiştekî berovajî ji min re negot. Êdî biryarên ku hatine dan ez ê li ser kêfa xwe tiştan bikim.” Yek ji wan tiştan çi ye? Ji ber ku berê nêzîkatiyên wan ên li peravê hatibûn rexnekirin. Lê niha piçekî wek rehetiya xwe dît. Wek bibêje, “Temam e. Ew pêvajoya zehmet min derbas kir. Êdî ez ê li gorî kêfa xwe bikim.” Wek serbestiyekê ji bo xwe dibîne. Lê xwe dixapîne. Dibe ku çend mehan siyaseta xwe li ser vê bide meşandin. Lê piştî wê? Ma ne piştî wê, ev welatê ku gelê wê ewqas şoreş kiriye daxwazên wî hene. Heta ku ev daxwaz pêk neyên wê gel di nava kelandinekê de be û wê di nava hêrsa guherînê de be. 

Yê ku li beramberî vî tiştî sûcdar e, hikûmeta veguhêz e. Para hêzên din di vê de heye ne ku tineye. Para wan çi ye? Dikarîbûn bibêjin ku heke pirsigrêkên bi vî rengî derdikevin em piştgiriya te nakin. Dikarin ev piştgiriya ku didin bidin rawestandin û bibêjin ku ma ne me te aniye Şamê. Bila raya giştî vê zanibe, ne ku Colanî wisa şer kir û bi hêzeke berxwedanî li beramberî wî hebû û dawiya dawî Şam guhert. Van hêzên navneteweyî biryar dan. Piştî Xeza û Lubnanê gotin êdî temam. Êdî dema Beşar qediyaye bila derkeve. Di nav xwe de biryar dan û Beşar derxistin. Wexta ku haziriya derxistina wî dikirin jê re gotin temam êdî were. Tenê yê wî ji Idlîbê ketê ji Şamê derket. Mesela wî ev bû. Hinekan plan ji wî re amade kir. Ew tenê çû wir. Wan ew hilbijart. Armancên wan jî hebûn. Hin armancên wan girêdayî Îsraîlê hebûn, hin girêdayî van komên cîhadî û îslamî yên li ser navê Îslamê tevdigerin wan têxin destê xwe. Yanî sedemên cûda cûda hene. Hinek girêdayî Îranê ne, girêdayî Iraqê ne, girêdayî rewşa derdorê ne. Ev mijarana berê li ser axaftin hatine kirin û nirxandin çêbûne. Ji ber vê wan wî anî. Lê divê ew jî vê zanibin. Temam te ew anî û wî xist dewsa Beşar. Hûn ê wî bikin wek Beşar û ji Beşar xirabtir nayê qebûlkirin. Ev kiriyarên dikin ne kiryarên erênî ne û nakevin xizmeta hevgirtina gelên Sûriyeyê. 

Her çi qas Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê bi biryar e ku hêzên leşkerî di bin banekê de kom bike jî, ev yek nakokî nîne ku eşîr û komên girêdayî wê hêj bi çek tev digerin? 

Niha mijara ku em bibêjin bi biryar û hêzeke leşkerî yan jî artêşeke yek çêbikin, ev wê çiqasî nirxandineke di cih de be ez wê baş nizanim. Ji ber ku em ew biryardariya wan nabînin. Bi rastî biryardar bûna wê beriya her tiştî wek we got ev komên çekdar, ev komên çete wê bêçek bikiribana. Ma ne roja yekê hatin Şamê gotin me civîn çêkir û me biryar daye ku ev komên milîs wê nemînin. Hîn jî çek di destê wan de ne. Her ku êrîş li ser me çêdibin em dibêjin, “Ev çi ye?” Ew dibêjin ev ne girêdayî me ne ev komên cûda ne. Ma ne te komên cûda nehiştibû? Ev dide diyarkirin ku ew biryar tenê bi nav bû. Wan civaka Sûriyeyê parçe parçe kir û hişt ku Durzî xwe cûda bikin, Elewî xwe cûda bikin, Mesîhî, Aşûr, Suryan, Ermen xwe cûda bikin. Kurd pê bihisin ku ew cûda ne. Sunnî pê bihisin ku ew cûda ne. Yanî ev cûdabûnên ku di nava civakê de dan çêkirin, heman tişt ji bo leşkerî jî kirin. Yanî hinek DAÎŞ in, hinek nêzîkî DAÎŞ’ê ne, hinek nêzîkî Tirkan e, hinek girêdayî HTŞ’ê ne, hinek bi navê hikûmetê dikin. Her yek ji van bi serê xwe ne. Dev ji van tevan berdane, derin û tên dibêjin bila QSD mijara entegrasyonê pêk bîne. Hîn ev komên biçêk ên li kêleka te ne û em nasnameyên wan nizanin û em nizanin bê her yek ji wan ji kîjan welatî ne.  Vana 24 saetan çek di destê wan de ne û gelê Sûriyeyê qetil dikin, ti dengê xwe nake. Lê QSD a ku Sûriyeyê diparêze, civaka Sûriyeyê diparêze û yê ku Sûriye û cîhan ji DAÎŞ’ê xelas kir, misogeriya aram in. Te hema berê xwe daye wê. Ji ber çi? Tenê ji bo razîkirina dewleta Tirk û razîkirina wan e. Di vî alî de divê ev hikûmet vê ji xwe re bike armanc. Beriya her tiştî peymanên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îmze kirine wan peymanan têxin meriyetê. Ji bo ku em karibin bi hev re Sûriyeya nû ava bikin. Divê ev ti carî neyê jibîrkirin. Şam bêyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nikare bibe Şam. Nikare xwe wek paytexta Sûriyeya yekbûyî bide nîşandan. Û hikûmetek li Şamê çêbibe bêyî nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nabe û divê di nav de be. Ne tenê di nav de be divê jê razî be û di damezrandina wê de xwedî nêrîn bin û divê nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava destûra nû de hebin. Bêyî ku ev îrade bê naskirin Şam nikare xwe weke  wek paytexta Sûriyeyê ya bi aram li ber cîhanê xwe bide nîşandan. Û wê nikaribe Sûriyeyê bi rê ve bibe. Wek bîstika din me got. Colanî lê da ji Idlîbê çû Şamê û temam van hêzan alîkariya wî kir. Çi got? Got, “Binêrin, min rejîm rûxand.”  Em mecazen bibêjin ku temam te rûxand. Ji bo vê dibêje ku ji ber ku min rejîm rûxandiye dikarin biryarê bidim. Dibêje yên ku di şer de bi ser ket ew ê biryarê bide. Em tevli vê teoriyê nabin. Ez ê mecazen bibêjim, “Hesab bike ku me qebûl kir. Li Sûriyeyê yê ku di şer de bi ser ket kî bi ser ketin. Em jî bi ser ketin.” Ti çû Şamê lê me du serketin pêk anî. Me ji aliyekî ve DAÎŞ tine kir. Ma ne DAÎŞ jî dewletek bû. Ma ne DAÎŞ navê wê Dewleta Xîlafeta Îslamî ya Iraq û Şamê bû. Ma ne hêzên me û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew Dewleta Xîlafeta Îslamî ya Iraq û Şamê rûxand. Wê çaxê em jî bi ser ketin. Em jî bi ser ketin, tu jî bi ser ket. Ya diduya, ne ji vê rêveberiya me û nêzîkatiya me ya ewqas sal hatin meşandin bûya, rejîm nedihat wê astê ku van hêzan wisa zû wî birûxîne. Bêyî me te nikarîbû vê rejîmê birûxîne. Heke tu li ser vê pîvanê jî biçî, du serketinên me hene. Min got em pîvanek wiha napejirînin lê min got em mecazen dibêjin. Heke tu li gorî wê biçî wê çaxê yên ku divê biryarê bidin em in, ne tu yî. Em dibêjin temam, em nabêjin ez, ne tu. Em dibêjin em bi hev re. Em bi hev re biryarê bidin ne ji bo xwe û te. Em ji bo tevahiya Sûriyeyê biryarê bidin. Carna em behs dikin ji xelkê heye ku em tenê behsa herêmên xwe dikin. Ji xwe em herêmên xwe bi rê ve dibin. Herêmên me misoger in. Erê hîn gef hene. Lê li van herêman modelek pir baş çêbûye û em bawer in ku wê hîn jî pêş bikeve. Lê ya ku em nîqaş dikin, ji bo herêmên din ên Sûriyeyê nîqaş dikin. Yanî em dibêjin wê çi bibe ji van herêmên din ên Sûriyeyê. Niha ev bûyerên li Humsê çêbûn, tê bîra min 6 meh berê me got metirsiyên me hene ku li Humsê tişt çêbibin. Heke siyaseta Şamê wiha berdewam bike wê li Humsê tevlîhevî çêbibin. Wê li Hemayê tevlîhevî çêbibin û heta wê di demên pêş de li Şamê jî çêbibin. Ne ku agahiyên me hene. Agahiyên me wisa li ser kî çi dike wê çi bike tineye û em nizanin. Siyaseta bi vî rengî wê bibe sebeb. Bi vê nêzîkatî û vê siyasetê bibe sebeb ku gelê Şamê jî li dijî te rabe. Wê bibe sebeb ku gelê herêmên din jî li dijî te rabin. Heta niha ev gelên ku bêdeng in wê ew ê ji li dijî te rabin. Gel zindî ye û azadiya xwe dixwaze. Êdî bila vê zanibin. 

Di piraniya daxuyaniyên xwe de hûn her dibêjin, “Em ne tenê misogeriya gelê Kurd, ya tevahiya gelên Sûriyeyê ne” bi vê misogeriyê qesta we çi ye? Kêm netew û baweriyên li Sûriyeyê ku di bin gefê de ne bangî QSD’ê bikin dê helwesta we çi be?

Bêyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne mumkun e ku nexşerêya Sûriyeyê bê nîşandan. Pêwîste bi nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re van diyalogan berdewan bikin û xwe nexapînin. Wek Tirkan, ka em QSD’ê bêçek bikin, entegrasyonê bikin û hinekî helandinê bikin û qediya. Ev mantiqê Tirkan e. Mijara me ne tenê hêza me yê leşkerî ye. Hêza me ya rêxistinî heye. Hêza me ya civakî heye. Hêza me ya bîraweriyê heye. Hêza me ya bîrdozî heye. Ev rêxistinbûyîna heyî ne hindik e. Li şûna nêzîkatiyên dijminane û her tim yên li hemberî xwe bişkînin divê ji roja yekem bi nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re tecrûbeya me ya çêbûye nîqaş bikirana. DIvê bigotana, “Em li vî welatî şirîkê hev in, ka ji me re bibêjin em çi bikin li vî welatî.” Heta niha tên ji me re dibêjin “Hûn ê çi bikin ji QSD’ê. Hûn ê çekên xwe çi bikin.” Mijara me ne tenê mijara QSD’ê ye. Mijara me mijara welatekî ye. Wexta ku ev welat hat damezrandin, damezrînerên wê destpêkê Kurd bûn. Yanî Kurd û Ereb bi hev re bûn. Durzî û hemû beşên civakê. Bila dîroka Sûriyeyê bixwînin. Dema ku Sûriye hat damezrandin wezîrê parastinê yê yekem kî bû? Kurd bû. Dema Fransiyan êrîşî Şamê kir, yê ku hêza leşkerî li pêşiya Fransiyan sekinî, berxwedanî kir û xwest serweriya Sûriyeyê biparêze kî bû? Ma ne Kurd bû. Bêguman dema ez dibêjim Kurd, ne tenê Kurd bû. Ereb jî hebû, Suryan jî hebû û Durzî hebûn. Şoreşa Sûriyeyê ya mezin ma ne pêşengê wê Durzî bû. Lê di herêmên din de jî Kurd hebûn. Elewî jî hebûn, Sunnî jî hebûn. Tev bi hev re bûn. Ev Sûriye Sûriyeke wisa ye. Sûriyeya hemû kesî ye, ya hemû pêkhateyan e. Ne ya pêkhateyekê tenê ye. Divê piştî aloziya 14 salan ku dikeve sala 15’an divê tu bi wan re nîqaşê bike. Divê nebêjî “Ez Sûriyeyê temsîl dikim, ka çi ji te re lazim e. Ez tiştekî bidim te yan nedim te.” Ger tu wisa bifikirî wê çaxê tu dîroka Sûriyeyê înkar dikî. Tew dîroka hezaran salan cûda ye, ew bi xwe dîroka şaristaniyê ye. Sûriye jî Mezopotamya ye. Hemû tiştên ewilî li ser vê axê derketin. Carekê nivîs li vir derket. Carekê axaftin li vir çêbû.  Carekê çandinî li vir çêbû. Carekê zanistî li vir çêbû. Cara yekem şaristanî li vir çêbû. Carekê gund çêbû. Carekê bajar çêbû. Carekê dewlet çêbû. Yanî hemû tiştên ewilî li ser vê axê çêbûne. Dîroka Sûriyeyê bi çend kesan kesan ve girêdan wê şaş be. Ev hikûmet jî dîrokê şaş dixwîne.

Wek tê zanîn di dema aloziyê de pevçûn an nakokî, di nava wan nakokiyan de projeyên hebûn, çend projeyên hebûn. Projeyek sîstema cîhanî heye dixwaze herêmê li gorî xwe bide meşandin. Bi vê re dixwaze rejîmên heyî dîzayn bike. Di hundirê Sûriyeyê de projeya Baas û rejîma wê jî hebû. Li kêleka wê Îxwan Mislîmîn hebû, ew jî projeya Qetar û Tirkiyeyê bû. Projeya DAÎŞ’ê, El Qaîdeyê û Cebhet El Nusra yanî HTŞ’ê ev jî projeyek in. Wekî din jî projeya me heye. Niha li Sûriyeyê şoreş pêk bê, aramî pêk bê, demokrasî pêk bê, kîjan ji van projeyan ma û kîjan dikare pêşeoja Sûriyeyê temsîl bike. Mesele gelo kes dikare bibêje DAÎŞ, El Qaîde û Cebhet El Nusra ango dibêjin Tehrîr El Şam rastiya Sûriyeyê temsîl bikin û daxwazên gelên Sûriyeyê pêk bîne?  Baweriya mirovan cûda cûda ne. Dibe ku beşek ji wê fikrê bawer dikin. Dibe ku karibe nêrîna wê beşê temsîl bike lê nikare temsîliyeta tevahiya Sûriyeyê bike. Heke ew nêrîn serwer jî bibe, Sûriyekek demokratîk û laîk çênabe. Yanî projeya DAÎŞ, El Qaîde û Cebhet El Nusra ango dibêjin Tehrîr El Şam ne pêkan e. Gelên Sûriyeyê wê naxwazin. Ji xwe şikest. DAÎŞ hilweşiya. Ji xwe wê temsîliyeta wê dikir. Didu, gelên Sûriyeyê tevahî Îxwan Mislîmîn û projeya wê naxwazin. Niha ez Îxwan Mislîmin baş e yan jî xirab e ez wê nanirxînim. Ew jî wek projeyekê ye. Ji ber Durzî, Îxwan Mislîmîn qebûl nake. Elewî jî wê qebûl nake. Aşûrî, Suryan, Kildan, Ermen jî wê qebûl nakin. Û Kurd jî qebûl nake. Sunniyên demokrat, zanist jî qebûl nakin. Lê dibe ku komek wê qabûl bike. Ji xwe fikrên ne fikrên ku Sûriyeyek demokratîk ava bike. Ew binketin. Belê niha hene lê ne xwedî bandor in. Ya din Baas. Baas ji 1963’yan ve heta niha li ser desthilatdariyê bû. Di encamê de nikare bibêje ku ka şensekê bidin min ez Sûriyeyek çawa ava bikim. Wê gel bibêje 61 sal û 9 mehan li ser desthilatdariyê ma û dawiya dawî te Sûriyeke xerabe hişt. Ji xwe jî çû, Baas nema. Wekî din çi proje ma. Tenê projeya me ma. Ev projeya civaka dmeokratîk e, projeya neteweya demokratîk e. Projeya azadiya jinê ye. Projeya xwezaya ekolojîk e. projeya civakek exlaqî û polîtîk e. Projeyeke hevgirtina gelan e. Ne ku ev proje ya me ye û em temsîl dikin vê dibêjim. Dema ku mirov bi mantiq û aqil bifikire, piştî ewqas alozî çi ji Sûriyeyê re pêwîst e. Projeyeke demokratîk jê re lazim e. Dema ez vê dibêjim bila ev bê zanîn. Ne ku her tiştê me ji sedî sed temam e û kêmaniyê wê tinene.  Hema em ji sedî dsed rast in. Ne wisa ye. Bes herî kêm em xwedî projeyeke wisa ne. Projeyeke wisa heye em dixwazin di meydanê de pêk bînin. Em di nava pêvajoya avakirinê de ne. Lê binêrin niha li Sûriyeyê çi proje mane? Niha li ser erdên Sûriyeyê projeya Cebhet El Nusra heye û ya me heye. HTŞ berdewamiya ew projeyên ku me got nikare Sûriyeyê bike yek. Mesele, HTŞ xwe çawa bi nav dike? Xwe wisa bi nav dike ku dibêjî qey nûnerê Sunniyan e. Ew nûnertiya Sunniyan nake. Sunnî jê ne razî ne. Her roj daxuyaniyên rêxistinên wan hene. Pir kes hene ku dibêjin em nikarin di bin siya vê pergalê de bijîn. Gelê esîl ê Şamê dibêjin ev model ji me re ji ku derê derket? Nikarin qebûl bikin. Gelê Humsê jî nikare qebûl bike. Gelê Helebê jî nikare qebûl bike. Ji xwe gelên din jî tên zanîn. Ji roja ku Colanî çûye Şamê ev salek di ser re derbas bû, hûn bi xwe biçin li arşîvê lêkolîn bikin ma rojekê jî behsa demokrasiyê kiriye? Rojekê jî azadiya ramanê û hevgirtina civakê neaniye ziman. Ew têgehên bi rengî nayne ziman. Hin kes hene têgehan dibêjin pêk naynin. Ev qet nayne ziman jî. Berovajî vê dibêje “Ev xirab e. Divê pêk neyê.” Li dijî wê ye. Baş e. Wê çaxê ma projeya me.

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi projeya xwe dibe mînakek. Dibe mînakek ku Sûriye tev xwe wisa bike. Mesela niha xeyal bike: Eger Sûriye, Şam jî tê de û herêmên din li şûna pevçûnan, bi Neteweya Demokratîk û bi hevgirtina gelan be tu zane wê Sûriye çiqasî xweş bibe? Ji ber vê em dibêjin, em ê karibin Sûriyeyeke demokratîk ava bikin. Dema em dibêjin; mebesta me kesayet in, şexs in. Ev proje ye. Yên niha li Şamê ne bila xwedî li vê projeyê derkevin. Bila bes xwedî lê derkevin, bila bibêjin ‘Ez ê ji niha û pê ve li ser vê projeyê bixebitim. Ez vê projeyê qebûl dikim’. Lê belê projeya demokratîk qebûl nakin. Binêrin, tu behsa nenavendîbûnê dikî, dinyê xera dikin. Dibêjin ‘Hûn dixwazin parçe bibin’. Em behsa nenavendî dikin, ne ji bo xwe dikin. Ê ji xwe em xwe bi rê ve dibin, ne tu me bi rê ve dibe. Niha li cem me nenavendîbûn temam e. Ji ber Şam me bi rê ve nabe. Lê em behsa herêmên din dikin. Ji bo tu karibe li beravê jî hebe, ji bo tu karibe li Siwêda, Deraa, Heleb, Hûms, Hama û Dêrê, li beşên aliyê rojavayê Firatê hebe, divê tu pergaleke demokratîk bi pêş bixîne. Divê tu nenavendîbûnê qebûl bikî. Yan na em ne welê dibêjin ku tu ji bo me tiştekî bibêje. Ev vê ispat dike. Sûriye bi vî rengî, bi bi şeklê ew dixwazin wê di nava aloziyekê de dewam bike. Wê alozî mezintir bibin. Eger gelê Sûriyeyê tev dixwazin Sûriyeyeke aram çêbibe, demokrasî û azadî çêbibe, divê her kes weke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevbigere. Mesela; doh li Hûmsê milet dema dirûşma xwe diavêt, çi digotin? Digotin ‘Bila QSD bê vir’. Mebesta wan, dema dibêje bila QSD bê vir, ne mijara tenê hêzeke leşkerî ye. Mebesta wan pê ew e QSD weke nûnerê projeya demokratîk tê naskirin, weke nûnerê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, hêza parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Mebest ji vê ew e; QSD biçe cihekî pergala demokratîk bi pêş dikeve. Ne tenê li wir. Niha li hemû deverên Sûriyeyê her kes, li deverên di bin hikumeta veguhêz de dibe ku hinek kes nikare eşkere bibêje, lê rojê bi sedan mirov nameyan dişînin, xwe digihînin hevalên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dibêjin ‘Ma hûn nayên cem me?’. Em dibêjin, em Sûriye tev yek in. Herêm û welatê me ye. Ne ku em li welatekî derve ne. Em weke çawa niha di nava herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digerin, mafê me ye ku em li hemû herêmên Sûriyeyê hebin. Ma ne em welatiyên vî welatî ne. Em ji vî welatî parçe nebûne. Lê xuya ye ev vê ispat dike miletê Sûriyeyê ji vê rewşa heyî ya Şamê nerazî ye û lêgerîna wî her tim ew e ku pergaleke demokratîk çêbibe. Di vir de dixwazim vê tekez bikim. Pergala ku niha li vir çêbûye ew tekeza herî misoger a ku daîmî wê hebe ye. Êdî vêya weke pergal, sîstema demokratîk e. Niha carna nav tê guhertin, şêwaz tê guhertin, van salên derbasbûyî pir caran rengê meclîsan, navê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şêwazê rêveberiyê di hin detayan de guhertin çêdibin. Dibe sibe jî çêbibe. Ez qala wê nakim. Ez qala çi dikim? Rêveberiya ku xwe bispêre nenavendîbûnê, xwe bispêre neteweya demokratîk û hevgirtina gelan û hîma wê ya bingehîn azadiya jinê be, nav çi dibe bila bibe bingeh ew dibe. Mînak em dibêjin, xweparastin. Sîstema xweparastinê. Êdî tu artêşan ava dike, tu tûgayan ava dike, tu çi hêzê ava dike, navê wê çi dibe bila bibe, civakeke xwedî parastin be. Civakek ne xwedî parastin bûya, mînak êrişî Şêxmeqsûd kirin. Li Şêxmeqsûd QSD tine bû, lê belê berxwedanek çêbû. Nikarîbûn bikevin Şêxmeqsûdê. Çima? Civakeke xwedî pergaleke parastinê ye. Ji bo me ev girîng e. Êdî ev fikir bigihêje kîjan devera Sûriyeyê wê ew dever bi vî rengî be. Wê demê hevgirtina gelên Sûriyeyê çêdibe. Mînak bala xwe bidinê, li van herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civaka vir bi Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Asûrên xwe tev bi hev re dijîn. Rojekê ji rojan te dîtiye ku li ser nasname, ol milet bi hev ketiye? Na. Heta milet bi vê nahese, ku tiştekî welê di rojeva me de nîne. Lê belê li herêmên din, salek çênebû milet her roj li hev dixe, hevdu direvînin. Ji ber vê misogeriya Sûriyeyeke demokratîk projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Li Herêmên Xweser ji bo parastina pêkhateyên Elewî û Dûrziyan bergiriyên çawa di rojeva we de hene? Di navbera van pêkhate û Kurdan de çi hevkarî hene û di kîjan astê de ne?

Weke min got, em ferq û cudahiyê naxin navbera pêkhateyan. Bi rastî li vê herêmê hemû kes hene. Misilman, Êzidî, Xiristiyan, Elewî, Sunî, Çerkez, Tirkmen hene. Li van herêman cudahiyên cuda hene û bi hev re dijîn. Niha bala xwe bidinê; ma ne em jî beşek ji Sûriyeyê ne. Weke çawa niha Kurdên me li Hama pir in, li Hûmsê pir in, li Şamê pir in, li Deraa pir in, li gelek deverên Sûriyeyê hene ji bilî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Kurd li hemû derê hene, li herêmên Kurdan jî hemû kes hene. Ev mozaîkeke pir dewlemend a vê herêmê û Sûriyeyê nîşan dide. Bi rastî miletê li vir nema wêre vegere. Mînak berê, belkî hinek hebû malê wan li vir bû, mirovên wan li Laziqiyê bûn, li Tartûsê bûn, li Ceblê bûn diçûn û dihatin. Niha nema wêrin biçin û bên. Mixabin wisa lê hatiye atmosfereke wisa çêkirine, weke ku tu dibêje qey hemû Elewî rejîm in. Heta carna di ragihandinên vanê din de belav dikin, dibêjin ‘Bermahiyên rejîmê tevlî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne’. Bermahiyên rejîmê çi ne? Dibêjin, filan kes Elewî ye. Elewî ye, welatiyê Sûriyeyê ye. Ma we Elewî ji welatîbûna Sûriyeyê avêtin? Miletê me ye û ji Sûriyeyê ye. Em ji mafê xwe nabînin ku ji yekî re bibêje, wele li vir nejî. Herêmeke Sûriyeyê ye û alem wê bên. Wek çawa min got, Kurdên me li Şamê dagirtî ne, yên kevn û yên nû, wê demê yên ku bi eslê xwe ji Şamê ne, ji herêmên din ên Sûriyeyê ne dibên ku bên herêmên me ji xwe re mala bikirin, bijîn. Ev hesasiyet li cem me tine. Erê em niha têkoşîna ji bo mafên gelê Kurd dikin, têkoşîna ji bo nasnameya xwe, welatê xwe, rastiya xwe dikin, bêguman ew doza Kurd e. Ew mijareke cuda ye. Lê mijara di hundirê Sûriyeyê de dema ez dibêjim, êdî hebûna van kesan li vir, miletê me ye û ji mafê wî ye lê bigere li ku derê aramiya xwe dibîne. Mînak niha pir kes ji van herêmên xwe bi dizî hatin li vê derê ji xwe re xanî kirê kirin. Em pê dihesin, dibêjin, komun dibêjin ‘vaye yek hatiye mala xwe’. Kî ye? Dibêje ji herêmeke din a derveyî Sûriyeyê ye. Reviya ye, nikare li wir bijî. Dibêje aramî tine ye. Bêguman belkî welê be ku her kes dest ji herêmên xwe berde, nerast e. Divê ew jî herêmên xwe bernedin. Lê mirovekî ku hat, çênabe ku tu bibêje tu hatiye çi? Niha yên ku sûc kirine, yên ku bi siyaseta Baas re û berpirsyarên îstîxbaratê, berpirsyarên hêzên ewlehiyê, berpirsyarên dewletê bûn û zilm li miletê me dikirin, ew bêguman werin dadgehkirin, hesab ji wan bê xwestin. Wan, em bi giştî bi hev re, kê sûc kiribe, ew mijareke din e. Lê ez behsa miletê normal dikim. Miletê ku tenê sûcê wî ji wê pêkhateyê ye. Welê nabe. Li ser nasnameya pêkhatebûnê divê mirov neyê cezakirin. Ev vê yekê ispat dike, miletê Sûriyeyê li hemû deverên vê herêmê weke hêviya xwe dibîne. Ku hêviya xwe nedîtibûya wê çima bihata vir? Wê ji xwe re biçûya cihekî din. Ev barê me, berpirsyariya me dide ber çavên me ku divê em berpirsyariya xwe ya ku Sûriye tev bibe ewle, weke van herêmên me têkoşînê bikin ku Sûriye tev bi vî rengî be. Ku gelê Sûriyeyê rehet be ku ne mecbûr be ji malê xwe derkeve, biçe cihekî din ji bo ewlehiyê. Lê cihê ew lê be ewlehî bê avakirin.

Di dema îmzekirina peymana 10’ê Adarê de komkujî li ser Elewiyan pêk dihat. Diviyabû heta niha mafên gelan pêk bihata. Lê belê berevajî vê yekê komkujî hatin kirin. Gelo ev bûyer wê bandorekê li ser pêkanîna peymanê û hevdîtinên we yên li gel Şamê bike?

Rast e, di wê pêvajoyê de ew peyman rastî wan bûyeran hat. Hinekî em pê diêşiyan jî. Û di metnên wê peymanê de xalên sereke bûn, madeyên ku hatin îmzekirin, ew madeyên ku rê bigire li pêşiya van komkujiyan. Ew made pêk bên, ji xwe ev komkujî jî namînin. Yek ji armancên wê peymanê ew bû, em van komkujiyan bidin rawestandin. Lê mixabin piştî peyman hat îmzekirin bi 2 rojan, roja 3’an danezana Destûra Bingehîn hate ragihandin. Dema hat ragihandin, ew danezan di wê danezanê de ev derket. Hemû madeyên peymanên 10’ê Adarê binpê kir. Yanî tiştên ku daxuyanî dan tev li dijî wê madeyên peymanê bûn. Ji ber wê ew peyman pêk nehat. Carna ew tiştên nerast dibêjin ji ragihandinê re. Dibêjin me li hev kir, lê QSD pêk nîne. Me li hev kir, lê piştî 2 rojan te danezana Destûra Bingehîn ragihand, te ew tişt tev red kir. Êdî kes nema kare pêk bîne. Colanî jî nema dikare pêk bîne. Colanî niha bixwaze pêk bîne danezana te ya destûrê cuda bû. Tu wan tiştan pêk bîne, wê yên li derdora te ji te re bibêje, ev tiştên tu dike li derveyî destûrê ye. Ji bo wê pêkhatina wan 8 xalên Peymana 10’ê Adarê pir girîng e, lê ne ku berevajî binirxînin. Divê ji destpêkê binirxînin, ji yek, du sê. Yanî ya yekê pêk neyê, ya duyemîn çênabe. Ya duyemîn çênebe ya sêyemîn pêk nayê. Ew çi dikin? Hema diçin ya çar û pêncan û dibêjin, ka ya çar û pêncan û ya dawî pêk bînin, lê hîn ya yekê pêk neanîne. Divê ji ya yekê destpê bikin, pêk bê û wisa hevdu temam bike. Ew peyman weke projeyeke xalên wê tev bi hev ve girêdayî ne. Tu nikare yekê ji nav hilbijêre, bêje ez ê vê pêk bînim, bila yên din bimîne. Tu bi vî rengî bifikire şaş e. Ew xuya ye, vaye çend meh derbas bûn, 8 meh derbas bûn. Dibe 8 meh. 8 meh in hînê xaleke wê pêk neanîne. Ne girêdayî rêveberiya xweser, ne girêdayî ewlehiyê, ne girêdayî xizmetê, ne girêdayî aboriyê, ne girêdayî perwerdeyê, ne girêdayî tenduristiyê, ne girêdayî doza Kurd. Heta niha bi şandeya Kurdî re jî hevdîtinek nekirine. Heta niha gaveke pratîk neavêtine. Tenê soza didin û soza xwe jî bi cih naynin. Dixwazin bi vî rengî demê derbas bikin. Girîng e ku ew xalên peymana 10’ê Adarê bi rengê weke paketeke hevgirtî bê nirxandin û cidî nêzîkatî jê re bê kirin.

Di serî de Emerîka û hêzên navneteweyî ku ewqas behsa aramî, demokrasî û mafê mirovan dikin li hemberî kiryarên hêzên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bêdeng in. Gelo ev nakokî nîne?  

Ma te dît Emerîka tê naskirin. Ev Emerîka û hêzên navneteweyî berjewendiyên xwe diparêzin. Û projeyeke wan heye li Rojhilata Navîn. Projeya wan ne tenê Sûriyeye ye. Projeyeke wan a giştî heye. Tabloyeke fireh e. Sûriye jî yek ji xalên wê tabloyê ye. Ji bo ku projeya wan giştî pêk bê, hinek tiştan ji Sûriyeyê dixwazin. Mînak; dixwazin Sûriye nema bibe gef li ser Îsraîlê. Dixwaze Sûriye nema bibe bingehek ji bo Îranê. Dixwazin Sûriye nema karibe weke berê hevkarê stratejîk bi Rûsan re be. Dixwazin Sûriye nêzîkî Siûdî be, nêzî welatên Kendavê be. Plan û projeya wê ev e. Ji ber vê ew bi esasî mijarên mafên mirovan, demokrasî, dibe ku ji bo xwe, ji bo hundirê xwe qîmetê dide, bi ziravî li ser disekine. Lê ji bo derveyî xwe ew tenê xaleke di ragihandinê de yan jî di civînan de tîne ziman. Berjewendiya wê li pêş e. Ew berjewendiya xwe dike. Em nikarin, ez nikarim gazinê li Emerîkiyan bikim ez bibêjim tu çima li gorî berjewendiyên xwe diçe? Ma wî jî ji xwe re plana xwe daniye. Ev tiştê ku niha dibe, ne roja îro destpê kiriye. Bi esasî hîn ji salên 2000’î, 2001’ê de plana ku daniye hîn ew dewam dike. Beriya wê jî heta hîn tu vegere rastiyê hîn ji 1991’ê plana ku daniye, hîn ji dema ku Saddam şandin Qûweytê heta roja îro projeyek dewam dike. Ev pêvajo bi pêvajo ye. Her pêvajoyek xalên wê pêk hatin. Ji ber vê ev welatana siyaseta xwe dikin. Em nikarin ji bo damezrandina welatê xwe bi rengekî demokratîk em li benda projeyên van welatan bin. Lê bêguman belkî pir mirov bibêje, hûn hêzeke bi bandor in, divê hûn jî giraniyê bidin ji bo pergala demokratîk çêbibe. Yan jî rê bigirin li pêşiya van kiryarên nebaş. Bes em vê nizanin; ma gelo eger tiştên em dibêjin pêk bê, dibe ku bi projeya wan re nakok be. Dibe ne li gorî berjewendiyên wan be. Dibe ku berjewendiyên wan ê niha di wê de be ku Sûriye bi vî rengî dewam bike. Ev tiştê girêdayî wan e. Ne girêdayî me ye. A muhîm ji me re; em bi xwe di nava xwe de çawa li hev bikin, hêzeke çawa ava bikin, rêxistinbûnek çawa ava bikin. Lê ev hêzên din bêguman mirov hewl dide, ji wan dixwaze roleke erênî bilîzin. Niha jî dibêjim, divê ev hêz; madem li Sûriyeyê hene, madem xwedî bandor in, ew jî aliyê erênî bandora xwe bi kar bînin. Temam, em zanin berjewendiyên we, planên we, projeyên we yên cuda hene, lê hinekî di wê de bijareya we ya ji bo Sûriyeyê bila aliyê demokrasiyê li pêş be. Wisa bikin, bêguman dibe piştgiriyek. Lê bikin nekin ew girêdayî wan e.

Komkujiyên meha Adarê li peravên Sûriyeyê pêk hatin, bi belgeyan ji hatiye ispatkirin ku hêzên hikûmeta Şamê raste rast ev komkujî pêk anîne. Li gel vê yekê rewabûna vê hikumetê di nîqaşê de ye. Li gorî nêrîna we, ev rewş ber bi ku ve diçe?

Piştî komkujiyên li beravên, komkujî li Siwêdayî jî hate kirin. Di wan pêvajoyan de binpêkirinên mafên mirovan pir hatin kirin. Komkujî pêk hatin. Ew komkujî berpirsyariya wê ya vê hikumeta veguhêz bû. Wan wê demê çi kir? Ji bo ku zexta cîhanî û civakî kêm bikin çi gotin? Got, me komîsyonên lêpirsînê çêkirine, ev komîsyon lêpirsînê dikin û em ê lêkolîn bikin û kesên ku sûc kirine bidin dadgehê. Bi vê dem ji xwe re derbas kirin. Bi vêya ew hêrsa li dijî wan hiştin hêdî hêdî sar bibe, kêm bibe. Û ev nêzîkatiyek weke polîtîk kirin ji bo karibin xwe ji bin wê berpirsyariyê bidin alî. Lê ev rastî heye. Hişmendiya wan, siyaseta ku dimeşînin, nêzîkatiyên ku didin diyarkirin wê di encama wê de tiştên bi vî rengî rû bidin. Heta ku sibe bêjin va me ispat kir, yekî ji komeke din nefermî girêdayî wan ev tişt kiriye. Lê çima ew komên din kir? Ji ber vê siyaseta te ye. Dîsa berpirsyartî vedigere vê hikumetê. Em niha jî dibêjin; em dibêjin tu bi vê siyasetê bimeşe tu yê rê veke li pêşiya ku rewşên bi vî rengî rû bidin. Ev komkujî tişta mixabinî çi ye? Belê ev komkujî wê demê pêk hat, lê hîn jî dewam dike. Wê demê ji ber ku cara yekê bû pir deng da. Wana wisa êrişeke eşkere kirin. Vê carê hîn bi ziravî, bi hesab nêzîk dibin, lê belê hewldanên tinekirinê û komkujiyê hîn dewam dikin. Xeteriyên mezin jî bi xwe re tîne.

Di dawiya dawiyê de derbarê van pevçûnan de peyama we ji bo aliyan çi ye?

Peyama me ev e: Miletê Sûriyeyê weke çawa dest bi şoreşê kir, ji bo demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê divê em tev bi hev re bi projeya herî serketî li ser projeyeke hevbeş bibin yek. Û projeya ku niha em di nav de ne li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin, projeyeke dikare nûnertiya hemû pêkhateyan bike. Dikare hemû pirsgirêkan çareser bike, dikare rê li ber şer û pevçûnên navxweyî bigire. Bêyî ku em bibêjin ev proje ya Kurdan e, ya Durziya ye, ya Elewiyan e, ya Suniyan e, ya Misilman e, ya Mesîhiyan e. Ne wisa. Projeya demokratîk kîjan be em wê ji bo xwe bikin esas. Niha li Sûriyeyê ev proje heye. Gelê Sûriyeyê gelekî pir zehmetî kişand, êş û azar kişand. Pir koçber bû, pir mal xera bû, wêran bû. Pir salên zehmet derbas kir. Heq nekiriye ku ewqasî di nava zehmetiyê de dewam bike. Ji bo ku aramî pêk bê, aştî pêk bê, lihevkirineke civakî pêk bê, hevgirtin û yekîtiyeke civakî pêk bê, Sûriye yek bimîne em tev li derdora projeya civaka demokratîk, projeya neteweya demokratîk bibin yek. Û em bi hev re Sûriyeya nû ava bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cejna Berxwedana Neteweyî hat pîrozkirin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Konferansa Aştiyê ya HDK: Tevgera muzakereyê ya civakî şert e

Konferansa Aştiyê ya ku Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Floryayê lidar xistî, di rojan…

Ji aliyê Stêrk TV

Fermandara YPJ’ê: Kî êrîşî Kobanê bike wê li Şerê Gel ê Şoreşgerî biqelibe

Ji fermandarên YPJ'ê Sarya Efrîn anî ziman ku ew li Minbic, Tişrîn û Qereqozaxê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelek kes çûn serdana konên sersaxiyê yên şehîdan

Gelek kesan çûn serdana konên sersaxiyê yên gerîlayên HPG û YJA Starê û şervanên QSD’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li nêzî Qesra Spî êrişa çekdarî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Eyşe Efendî: Bi saya tevgera Apoyî gel bi ser xwe ve hat

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Hong Kongê şewata mezin: Herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dan, 279 kes winda ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Erbaş: Zemîna muzakereyê ya demokratîk êdî destpê kiriye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?