Pêncşem, 27 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Divê herî zêde dayik xwedî li pêvajoyê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz ê piştî 30 salan hate tehliyekirin, peyama ‘têkoşînê’ da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîthat Sancar, Gulten Kişanak û Çetîn Arkaş bi rojnamevanan re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê ji bo şehîd Serhat Erdem taziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê bîranîna şehîdan a bi heybet: ‘Mase bi saya wan hate danîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînatorê Ma Musicê Şerko Kanîwar hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Wargeha Mexmûrê ji bo 6 şehîdan sersaxî hatin qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamûşanê ji bo gerîllayê HPG’ê Baz Serhed taziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mamostayan li dijî darvekirinên Îranê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat di mehekê de 47 Kurd hatin binçavkirin, aqûbeta wan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star şehîdên ku bûne deng û çalakiya azadiyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hezaran kes seredana sersaxiya li Cizîrê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Piştî dîlgirtina çar mehan: Ez jineke Kurd im û şervan im
Rojava

Piştî dîlgirtina çar mehan: Ez jineke Kurd im û şervan im

Şervana YPJ'ê Henan Mehmûd Biro ku çar mehan li girtîgeha El Ektan a çeteyên HTŞ'ê dîl hate girtin û di encama peymanê de hate berdan got, "Ez jineke Kurd im û şervan im. Daxwaza azadiya gelê xwe dikim."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Henan çar mehan li girtîgeha El Ektanê hate ragirtin. Dem bi dem êşkenceya fîzîkî lê hate kirin. Lêpirsîn ji aliyê komên cuda ve dihate meşandin û armanca wan eşkere bû: Bitirsînin û bikin îtirafkar. Henan got, “Pirsên weke ‘Tu çima tevlî YPJ’ê bû?, Tu çima şer dike?’ dikirin. Şaş didîtin ku em di temenê ciwan de şer dikin. Du şervanên din ên YPJ’yî hebûn. Hevaleke min birîndar bû. Em bi giştî şeş jin bûn. Zarok tine bû. Ez ketim destê HTŞ’ê û qet nedihat bîra min ku rojekê rizgar bibim. Digotin ‘Hûn nikarin ji vir derkevin’. Min jî digot, ‘Herî zêde wê bikujin an jî heta dawiya emrê xwe li vê derê bimînim’. Bi rojan nikarîbûm razêm. Hefteya dawî berpirsyarên girtîgehê gotin, ‘Hûn ê roja Şemiyê bêne berdan’.

Timî ferz dikirin. Digotin ‘Danheviyeke te ya siyasî heye, em ê te bişînin gel Ahmed el Şara’. Carna henekê xwe dikirin. Lê belê min timî ev digot: ‘Ez xiyanetê li hevalên xwe nakim’. Min bersiv neda ti pirsê.

Digotin, ‘Me Rojava hemû bi dest xistin’. Digotin ku ew ketine nava Hesekê. Ez ketim nava fikaran. Fikirînim ku ‘Gelo her der ketiye?’ Piştre min fêhm kir ku ne rast e.” Henan ku hîn bû wê bê berdan, qala wê kêliyê kir: “Hefteyekê xew neket çavên min. Ez gelekî kêfxweş bûm! Piştî çar mehan ji girtîgehê derketim. Ez ê hevalên xwe yên têkoşînê, malbata xwe bibînim. Hesteke welê ye ku nayê vegotin.

Dema li girtîgehê bûm, haya min ji lihevkirinekê tine bû. Tenê gotibûn, ‘Li Sûriyeyê efû derket, her kes dikeve ber’. Min digot, ‘Ez ê nikaribim ji vir derkevim. Lê belê min hêviya xwe bi temamî ji dest nedida. Ez li hevalên xwe yên jin difikirîm ku di dema şer de em bi hev re bûn. Bi hêza wan a manewî li ser piyan mam.

Sibeha Şemiyê saet di 5’an de em derxistin. Komên HTŞ’ê herî dawî gotin, ‘Hûn êdî azad in. Eger me nebaşî li we kiribin me efû bikin, eger me başî kiribin ji me bawer bikin û dua bikin’.

Dema ku ji Reqayê hatin Hesekê min digot, ‘Ez êdî miroveke azad im’. Jinûve ji dayik bûm. Min paçê reş ê li ser serê xwe rakir û hingî got, ‘Ez gihîştim azadiyê’. Min qet texmîn nedikir ku malbata xwe bibînim. Hestên gelekî giran bû.

Difikirîm ku ya wê min bikujin, ya jî wê min radestî komên ser bi Tirkiyeyê ve bikin. Dema ku min malbata xwe dît ez şok bûm. Girî, govend, kêfxweşî û xemgînî… Hemû di nav hev de bûn. Hîn jî gelek hevalên min ên dîlgirtî hene. Ez dixwazim ew jî bêne berdan. Dixwazim gellê me karibe vegere Efrîn û Serêkaniyê. Ez jineke Kurd im û şervan im. Daxwaza azadiya gelê xwe dikim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 13’Ê NÎSANA 2026’AN
Nûçeya Pişt re KCK’ê Nizar Amêdî pîroz kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Dîmenên kongreya dîrokî ya PKK’ê

Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêniyên Siwêdayê: Salek derbas bû, tiştek nehatiye guhertin

Başbûna ku piştî hilweşîna rejîmê dihate payin li Siwêdayê pêk nehat. Gel dibêje parçebûna civakî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Wargeha Mexmûrê ji bo 6 şehîdan sersaxî hatin qebûlkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Qamûşanê ji bo gerîllayê HPG’ê Baz Serhed taziye hat danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê cenazeyê 8 şehîdan hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?