Yekşem, 1 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berpirsyarê Weşana Giştî ya Ajansa ANKA Haber’ê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozsoy: Nêzîkatiyên tasfiyekar wê bibe şaştiyeke mezin a siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oya Ersoy: Di raporê de zimanê aştiyê, mekanîzmayên rûbirûbûna bi heqîqetê kêm e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rezan Sarica: Divê statuya girtîgeha li Îmraliyê bê rakirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Em li gel gelên Îranê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Deriyê Sînor yê Hacî Omeran hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Tilezêr bang li hikûmeta Iraqê kir: Pêdiviya Êzidiyan bi ewlehiyê heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan aqûbeta windayan pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevî astengiyên cûrbecûr jiyan li gundê Bokriskanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Vural jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa ‘Mafê Hêviyê’: Bang sererastkirinên qanûnî li hikumetê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Plaftorma Yekîtiya Netewî ya jinên Kurd encamnameya bi 21 xalan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star bernameya 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    12 salan de 5 hezar û 659 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê ya TAJÊ eşkere bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Rûken Çilaxa bi merasîmekê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dema nû, destpêka nû: Komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ararat: Cudahiya PKK’ê ji tevgerên din, nêzîkatiya wê ya li hember jinê ye
Kurdistan

Ararat: Cudahiya PKK’ê ji tevgerên din, nêzîkatiya wê ya li hember jinê ye

Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîndar Ararat, diyar kir ku cudahiya PKK'ê ji tevger an jî serhildanên din ên Kurd nêzîkatiya wê ya li hember jinê ye û got ku partiyeke welê ye ku bawer dike, şoreşa li Kurdistanê bi azadiya jinê pêkan e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Endama Koordînasyona PAJK’ê (Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê) Evîndar Ararat, bi wesîleya salvegera 47’emîn a damezrandina PKK’ê ji ajansa me re nirxandin kir.

Evîndar Ararat, destnîşan kir ku PKK’ê ji hemû tevgerên din ên Kurd cuda ye û got ku sedema vê cudahiyê nêzîkatiya wê ya li hember jinê ye.

Evîndar Ararat, anî ziman ku Rêber Apo li ser esasê zemîna gel têkoşîna xwe meşand û got ku partiyê veguherand avahiyeke ji gel. Evîndar Ararat, da xuyakirin ku kadroyên PKK’ê bi saya îradeya xwe ya xurt a li ser bingeha heqîqetê, bûye hêzek ku tu carî têk naçe.

Evîndar Ararat, da zanîn ku gelê Kurd dê di dema nû de jî bi siyaseta demokratîk têkoşîna xwe ya azadiyê bidomîne.

Nirxandina Evîndar Ararat bi vî rengî ye:

Ez salvegera damezrandina Partiya me PKK’ê, di serî de li Rêber Apo, li hevrêyên ku li serê çiyê û zindanan di şert û mercên herî zehmet de li ber xwe didin û li gelê me yê welatparêz pîroz dikim.

Mîna ku Rêber Apo gotiye, ‘PKK romaneke bêdawî ye.’ Dema ku ev roman tê nivîsandin, bi têgihiştina dîrokê ya ku her roj tê de destaneke tê nivîsandin berdewam dike. PKK’ê rêyeke ber bi heqîqetê ve ye. Kesên ku wateya vê lêgerînê nezanibin, nikarin fêm bikin. Ji ber ku ew efsaneyek e ku bi berdewamî ji nû ve tê nivîsandin, romaneke ku dibe malê dîrokê. Wekî din, PKK’ê yekane tevger e ku kariye dîrok, nasname, çand, ziman û têkoşîna azadiya gelê Kurd a ku her tim hatiye perçiqandin, bi awayekî destanî binivîse.

Li ser banga Rêbertiya me, partiya me peywira xwe yê dîrokî bi cih anî û xwe fesix kir. Lê belê PKK’ê hişt ku hebûn û nasnameya Kurd ji aliyê hemû cîhanê ve were naskirin. Ji hemû dewletên mêtinger û dewletên ku rastiya Kurd qebûl nakin re, rastiya Kurdan da qebûlkirin. Bi PKK’ê re civakeke demokratîk hat avakirin. Her wiha di nava PKK’ê de bi felsefeya Rêber Apo re nasnameya jinê ya azad hat afirandin. Bi vê sekna jinê ya azad re şoreşa jinê pêş ket û ev bû rastiyeke civakî ku li seranserê cîhanê hate pejirandin.

‘PKK’Ê PARTIYEKE KU PÊŞENGIYA JINÊ ESAS GIRTIYE’

Cudahiya PKK’ê ji hemû tevger û serhildanên din, nêzîkatiya wê ya li hember jinê ye. PKK’ê her tim bawer kir ku rêya serketina şoreşa Kurdistanê di azadiya jinê de pêkan e, ji ber vê ji roja ewil ve pêşengî û tevlîbûna jinan esas girtiye.

Mixabin, îro gelek deverên cîhanê bi taybetî Rojhilata Navîn veguheriye gokek ji agir. Jin û zarok bi taybetî dibin qurbanî. Di nava rastiyeke bi vî rengî de, partiyek mîna PKK’ê bi pêşengiya jinê guhertin û avakirina civakî pêk tîne.

Helbet ev rewş bala cîhanê dikişîne û ji bo jinên li cîhanê dibe çavkaniya îlhamê. Rêber Apo, bi felsefe û pratîka xwe di her alî de, cudahiya xwe nîşan dide.

‘RÊBER APO HÊZA XWE JI GEL DIGIRE’

Her tim lêgerîna Rêber Apo ji bo jiyanek azad çêbûye. Ev yek jî ew ber bi lêgerîna azadiya welat ve bir. Lêgerîna jiyaneke rast bû sedem ku Rêber Apo têkiliyên hevrêtiyê yên xurt ava bike û têkiliyeke bi pîvan û azad di navbera jin û mêran de pêş bixe. Di encama van lêgerînan de gelê Kurd ji bo mirovahiyê modela jiyanek bi mînak pêş xistin. Ev yek jî cudahiya Rêber Apo ji rêberên din ên cîhanê û Kurd nîşan dide. Bifikirin ku di destê we de qet çavkanî, derfetên madî-manewî nîne, tenê bi şopandina rastiyên ku hûn jê bawer dikin, çirûskek vedide.

Rêber Apo her tim bi bawerî, biryardarî û hêza rexnekirinê rê li ber şoreşê vekiriye. Rêber Apo têkoşîna xwe li ser bingeha hêza gel ava kir û gihîşt roja me ya îro. Kadroyên PKK’ê jî li gorî vê rastiyê ava kirin.

Rêber Apo her tim dibêje: ‘Îradeya mirovan ji bombeya atomê jî bihêztir e.’ Ev rastî bû perspektîfa bingehîn a avakirina îradeya ku tu carî têk naçe. Kadroyên me yên birêxistinkirî, bi vê heqîqetê; ji Heqiyan, heta Sarayan, ji Asyayan heta Rojgeran, bi deh hezaran şehîdên me, PKK’ê kirin hêzek ku tu carî têk neçe.

‘PKK TEVGEREKE RÊBERTÎ YE’

Li ti devera cîhanê têkoşîneke evqas demdirêj û bênavber nehatiye meşandin. Helbet, rêxistineke din jî ya ev qasê rû bi rûyê êrîşên giran maye, nîne. Li çapa navneteweyî tevî êrîşên dijwar jî tevgera me hem berxwedaneke bêhempa raber kir, hem jî têkoşîna xwe gihand bi milyonan û kir civakî. Rastiyeke PKK’ê ya bûyî gel, mijara gotinê ye. Gel bi salane bi dirûşmeya ‘PKK gel e, gel li vir e’ vê rastiyê vedibêje.

PKK ne tenê çêkereke kadroyên milîtan a teng e. PKK êdî rastiya gelekî ye û nabe ku tenê bi gelê Kurd were sînordarkirin; xwedî felsefeyeke jiyanê ya gerdûnî ye. Çanda berxwedanê ya afirandî, têkiliya wê ya bi gel re, nêzîkatiya wê ya li hemberî gel, asta rêxistinkirina civakê, têkiliyên dîplomatîk û tarzê siyasetê, li ti devera cîhanê nîne. Ev rastiyeke ku tenê bi PKK’ê re derketiye holê.

Helbet divê ev jî were destnîşankirin: PKK tevgereke Rêbertî ye. Di Rêber Apo de îfadeya xwe dît, felsefe, îdeolojî, tarzê wî yê têkoşînê û çanda wî ya jiyanê di kadro û nasnameya PKK’ê de zindî bû. Di gel de jî zindî bû ku PKK weke partiya xwe dît. Lewma serhildanên gel evqasê xurt pêş dikevin û tevî êrîşên dijwar ên dijmin îradeya gel nehate şkandin û têkoşîneke civakî ya ku her diçe mezin dibe derdikeve holê.

‘PKK JI ALIYÊ NIRXÊN MIROVAHIYÊ VE MÎRATEYA HERÎ BEDEW A DÎROKÊ YE’

Belê, her çendî ku me fermî PKK fesix kiribe jî, divê ev pir baş bê zanîn: PKK felsefe û ruhekî jiyanê ye. PKK xeta azadiyê ya gelan e; yekîtiya gelan e; bîreke dîrokî ye; nasnameya Kurdên azad e. PKK rêya azadiya jinên hatine kolekirin e. Tevgerek e ku jinên hatine çewisandin û cudakirin, kiriye îrade û pêşengên şoreşê.

PKK tevgereke mirovahiyê ye ku xwedî wê îradeyê ye ku dikare zebaniyên DAÎŞ’ê yên dijminê mirovahiyê di nava tarîtiya wan de bifetisîne. PKK navê hevrêtî û jiyana komunal a jin û mêrên ciwan e ku di tunelên şer de li dijî êrîşên çêkerên milîtarîst û faşîst ên dixwestin Kurdên azad tune bikin, bi îradeya ji pola li ber xwe dan.

Lewma her çendî ku PKK fermî hatibe fesixkirin jî, wê di bîra dîrokî ya civak, jinan, ciwanan û lêgerînvanên jiyaneke azad-demokratîk de cih bigire; bi tarzê xwe yê têkoşînê, çanda jiyana afirandî û felsefeya xwe wê timî bijî. Ji ber ku PKK tevahiya heqîqetan e ku bûye malê dîrokê. Di dil û mejiyê mirovan de bûye xwedî cihekî ku ti carî nayê jibîrkirin. PKK ji aliyê nirxên mirovahiyê ve mîrateya herî bedew a dîrokê ye.

‘LI SER RÊYA SIYASETA DEMOKRATÎK WÊ TÊKOŞÎNA ME DEWAM BIKE’

Helbet em ê jî li ser vê mîrateya bi nirx a PKK’ê, form biguherin û têkoşîna xwe bidomînin. Felsefeya me diyar e, pîvanên me diyar in; dibe tarz û rêbazê têkoşînê were guhertin, sîstem û forma rêxistinî were guhertin. Lê ruhê Apoyî nayê guhertin û wê timî zindî bimîne.

Lewma PKK bi sratejiyeke nû, formekî nû, tarz û rêbazekî têkoşîna nû dikeve demeke nû. Helbet ev pêvajo xeteriyên pir cidî jî digire nava xwe. Lê belê Rêbertiya me bawer kir ku PKK û kadroyên wê xwedî vê hêzê ne; di ferqa bandora têkoşîna nîv sedsalî ya li ser gel de ye, tişta ku ti kesê cesaret nekir, wî cesaret kir û ev pêvajo da destpêkirin.

Mîna duh îro jî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê di vê dema nû de jî li ser rêya siyaseta demokratîk li ser bingehê avakirina netewa demokratîk û azad bidome.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mûhlîse Karaguzel: Girtîgeh ne cihê girtiyên nexweş e!
Nûçeya Pişt re Li Srî Lankayê piştî bagerê banga alîkariyê: 159 mirî, 203 winda
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo Huseyîn Aykol li Amedê taziye hate danîn

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Delal Akyuz hate birîn

Delal Akyuz ê ku yek ji wan rojnamevanan e ku karê wan weke hincet hatiye…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Ji bo şikandina tecrîdê divê her kes dakevin kolanan’

Akademiya Civaka Demokratîk a Şehîd Berçem bang li her kesî kir ku li dijî tecrîda…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Deriyê Sînor yê Hacî Omeran hat girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelkê Tilezêr bang li hikûmeta Iraqê kir: Pêdiviya Êzidiyan bi ewlehiyê heye!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan aqûbeta windayan pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Tevî astengiyên cûrbecûr jiyan li gundê Bokriskanê dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?